Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Komîteya Piştevaniya Kurdistanê: Li dijî êrîşên Tirkiyeyê rabin

Komîteya Piştevaniya Kurdistanê êrîşên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re şermezar kir û ragihand ku ew bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re ne.

Dostên kurdan li ber êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê radibin û nerazîbûnê nîşan didin.

Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gustafson li ser êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca esasî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê tunekirina PKK’ê ye ku gelê kurd diparêze.

Gustafson anî ziman ku PKK ne tenê rêxistineke ku yekitî û yekparebûna Kurdistan diparêze û wan ji qirkirinê rizgar dike, di heman demê de ji bo demokratîkbûna herêmê, parastina ekolojiyê û azadiya jinan têdikoşe. Gustafson bang li dewleta tirk kir ku ji başûrê Kurdistanê û Rojava derkeve.

‘Li dijî erîşên Tirkiyeyê rabin’

Ji rêveberên Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Per Olov Nordin jî bi bîr xist ku di demekê de ku Rûsyayê êrîş li ser Ukraynayê daye destpêkirin, dewleta tirk jî bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re li xaka başûrê Kurdistanê şerekî giran li dijî gelê kurd daye destpêkirin. Nordin destnîşan kir, ku ji ber sûcên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê divê mirov li ber endamtiya Tirkiyeyê ya li NATO’yê rabin û bang li her kesî kir ku tev li çalakiyên şermezarkirinê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar