Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhed bi bîr anî

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) bi bîr anî û wiha got: “Hevrê Şukru Serhed 40 salên têkoşînê kar kir û bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber APO û li ser şopa Hakî Karer, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan heya deqeya şehadeta xwe meşiya.”

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhet (Yasîn Bûlût) ê di êrîşeke MÎT’a tirk de li Silêmaniyê şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Devleta faşîst-qirker a Tirkiyeyê li hemberî berxwedan û sekna bi îradeya gêrîla li her derê têk çûye û her roj di nava têkçûnên dîrokî de ye, di heman demê de li başûrê Kurdistanê ji bo ku encam bigire, Kurdistanê bi temamî dagir bike, destê îxanetê bi kar tîne û dixwaze kurdan bi destê kurdan bide qirkirin. Demê dawî dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê pir rehet hin baregehên MÎT’ê vedike, hem jî êrîşê kesayetên welatparêz û têkoşer dike.

Di sihara 17’ê îlonê de, li navenda Silêmaniyê hevrêyê me Şukru Serhed bi êrîşêke nemerdane a MÎT’a dewleta tirk a dagirker şehîd ket. Em di serî de hevrêyê xwe Şukru Serhed bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbat wî û hemû gelê kurd re dixwazin.

Hevrê Şurku Serhed di nava 40 salên şoreşgertiya xwe de, ji zindanan bigire heya çiyayên Kurdistanê, di hemû qadên têkoşînê de bê hesab, bi dildariyekî mezin têkoşiyaye û nirxên giranbiha afirand. Bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber APO û di şopa Hakî Karer, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan de heya deqeya şehadeta xwe meşiya. Hevrê Şukru kêlî bi kêlî bi felsefeya yek hirka, yek lûkma jiya û da jiyîn. Hevrê Şukru 15 salan di xebata malbatên şehîdan de ked da û bû yek ji dilsozên karwanê şehîdên şoreşa azadiyê. Tevî hemû nexweşiyên xwe yên giran jî yek kêlî xwe ji xebatê têkoşîna azadiyê neda paş û bû fedayiyekî gelê Kurdistanê.

Em Komîteya Şehîdên PJAK ê, soz didin ku xeyalên şehîdan a Kurdistaneke azad  û demokratîk pêk bînin û xwedî li doza wan a rewa derkevin.” ŞAHO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar