PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê: Welêt neterikînin ji bo edalet û azadiyê têbikoşin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bang li şêniyên başûrê Kurdistanê kir ku ji warê xwe koç nekin, li şûna vê yekê, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarê trajediya koçberên başûrê Kurdistanê ya li daristanên ser sînorê Belarûs û Polonyayê daxuyaniyek da û ragihand ku ev trajedî çavkaniya xwe ji desthilatiya 30 salî ya başûrê Kurdistanê û ji siyasetên dewletên dagirker bi taybetî dewleta tirk a dagirker li ser Kurdistanê digire.

Komîte diyar dike ku li gorî bîlançoyan di nava salekê de zêdetir in 30 hezar kurd ji başûrê Kurdistanê koçberî welatên derve bûne û ragihand ku ev niîşaneyeek metirsîdr e ku dê bandorê li ser çarenûs û pêşeroja neteweya kurd dike.

Di daxuyaniya komîteyê de sedemên koçkirina kurdan a ji başûrê Kurdistanê bi du xalên bingehîn ve hatiye vegotin ku wiha ne: “Yekem,  gelê me li başûrê Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û welatparêziyê têkoşîneke mezin birêve biriye ku bi Raperîna bi heybet ya sala 1991’an ve gihîştiye lûtkeyê û statuyeke siyasî ji bo vê beşa welat derxistiye holê. Lê piştî salan ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û raman û her wiha derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî, rewşa xirab a aborî û di encamê de bê hêvîbûna li hemberî sererastkirinê kir ku pêlekî metirsîdar a koçkirina ciwan, pîr, jin û zarokan destpê bike.

Duyem, dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî dewleta tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka başûrê Kurdistanê dagir dikin û komên tundrew ên cîhadî li wir bi cih dikin. Ji aliyê din ve jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me ji bo derveyî welat rê xweş dikin û bi taybetî di vê mijarê de giraniyê didin ciwanan. Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya başûrê Kurdistanê biguherînin, ji nasnameya kurdî paqij bikin û veguherînin herêmekî yê ji bo belavkirina nasyonalîzma faşîstî ya tirk û bîrdoziya tundrew a cîhadî. Ev yek pêleke bi plan û programkirî ye û bi armanca şerê taybet ê ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiyaya welatê me ye.”

Axaftinên berdevkê PDK’ê

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê îşaret bi axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dizeyî dike û wiha dibêje: “Cihê matmayînê ev e ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku wan rastiyane bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê devdirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike.”

Komîteyê di dewamê de hevxembûyîna xwe ya bi trajediya koçberên kurd ên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê anî ziman û ev bang kir: “Bang li gelê me û bi taybetî ciwana dikin ku welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bikar bînin.

Her wiha bang li hêzên neteweyî dikin ku bi têgihîştina vê rastiyê ku ev koçkirine encamê siyaseta wan e, rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û bi hewarçûyîna koçberên kurd pêk bînin.”

Bang li PDK’ê kir

Her wiha komîteyê wiha bang li desthilatdarên PDK’ê jî kir: “Bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku sûcê biavêjin ser milê wê û vê, xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin û di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin. Pêwîst e azadî, asayîş û derfetên kar û jiyana bi rûmet ji bo hemû welatiyan bên dabînkirin û bingehê koçkirin û koçberbûnê ji holê were rakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar