Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê: Şebnem Korûr Fincanci dengê wijdanê me ye

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê dijî êrîşên çekên kîmyawî bang li her kesê kir ku dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa tirk bi salan e li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bertek û daxuyaniyên piştî parvekirina dîmenên şehadeta dawî ya 17 gerîlayên azadiyê yên bi çekên kîmyewî, rewşeke wijdanî îfade dike. Ev yek nîşaneya pîvan û fezîleta herî bingehîn a mirovbûnê ye.

Bi perspektîf û talîmata artêşa tirk û serfermandarê wê yê faşîst Erdogan, sûcê herî mezin ê mirovahiyê  di vî şerî de tê kirin. Daxuyaniyên seroka TTB’ê Şebnem Korur Fincanci ku yek ji sedan kesên xwedî wijdan e ku li dijî van sûcan derketiye, watedar û bi nirx e.

Şebnem Korur di daxuyaniya xwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de ya ji aliyê TSK’ê ve gotibû, ‘Ev gazên kîmyeyî yek ji wan gazên jehrîn e ku rasterast bandorê li pergala sinirê dike û her çend qedexe be jî ev gaz di pevçûnan de têne bikaranîn. Ji bo vê komîteya serbixwe mecbûr in ku li herêmê lêkolînê bike û peymanên navneteweyî bi cih bîne’ rastiyek îfade dike. Ji bo vê rastiyê bidin bêdengkirin desthilatdariya Erdogan û hevkarên wê lêpirsînê didin destpêkirin. Ji bo li ser sûcên xwe bigirin wiha êrîş dikin. Em vê biryarê şermezar dikin.

Şebnem Korûr Fincancî seroka  Yekitiya Bijîşkên Tirk, pispora Tipa Edlî ye, li cîhanê navdar e û zanyarekî bi rûmet e. Ew parêzvanê mafên mirovan e ku bi salan e bi lehengî rastiyê diqîre. Şebnem Korûr Fincanci her tim li kêleka jiyanê û jiyankirinê ye. Her tim li pey heqîqetê bûye û hewl daye rastiyên zanistî bîne ziman. Ji ber van daxuyaniyan em di wê baweriyê de ne ku divê demokrat û zanyar, bi taybetî bijîjk û xebatkarên tenduristiyê li hemberî êrîşa dewleta faşîst a Erdogan û hevkarên wê bertekên xwe nîşan bidin. Şebnem Korûr Fincanci dengê wijdanê me û mirovatiyê ye. Xwedîderketina li vî dengî û vî wijdanî xwedîderketina li rûmeta me ye.

Em bang li her kesê ku xwedî wijdan e, li aliyê jiyan û jiyankirinê ne, li dijî vî sûcê mirovahiyê û şerê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de tê kirin, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar