Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Hozan Sefkan bi bîr anî

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Hozan Sefkan bi bîr anî û diyar kir ku divê her hunermend li ser xeta Hozan Sefkan be

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Hozan Sefkan (Celal Ercan) di salvegera 36’an a şehadeta xwe de bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîteya TEV-ÇAND’ê wiha ye:

“Hozan Sefkan (Celal Ercan) bi jiyan û têkoşîna xwe ya şoreşgerî, bi xebat û berhemên xwe yên hunerî, di dîrokê de cihekî serketî girtiye. Li hemberî kesên ku bêbîrdoziyê, bêrêxistiniyê û hunereke ku ji cewherê xwe dûrketiye ferz dikin bersiva herî mezin sekn, rêbaza têkoşînê û jiyana Hozan Sefkan e. Rêber Apo got,’hunermend şervanê gelê xwe ye, şervan jî hunermendê gelê xwe ye’. Hozan Sefkan li gor vê heqîqetê tevgeriya û li devera pêwîst bû hunera xwe bi afirînerî pêk anî û dema pêwîst bû ji bo gelê xwe şer kir, di şert û mercên herî dijwar de gerîlatî û şoreşgertî kir. Di vê rêyê de şehîd ket û tev li karwanê nemiran bû. Ew hozanê gel bû, bi kesayeta xwe ya şoreşger û pêşeng bû xwedî jiyaneke ku ji bo azadiyê xwe feda kiriye. Şehît Sefkan bû kesayetekî bijarte yên mîlîtan û şoreşgerê PKK’ê.

Bi hunera xwe ya afirîner xizmet ji gel û şoreşê re kir

Hozan Sefkan li Ewropayê û li Rojhilata Navîn wekî neferekî şoreşê kar kir. Di serî de bû kesayetekî partiya me û şoreşa azadiyê. Bi vê ve girêdayî hunera xwe bi ruhekî afirîner xist hizmeta gel û şoreşê. Bi Şehîd Mizgîn re di damezirandina Hunerkomê de cih girt. Bû xwediyê gelek berhemên hunerî yên hêja. Bi strana ‘Teman Koyu’ karakterê dijmin ê qirker û êşên gelê me aniye ziman. Bi strana ‘Ha Gerîla’ îfade kiriye ku gerîla çawa bûye hêviya gel. Bi strana ‘Çiyayê Qendîlê’ herkes dawetî têkoşînê kiriye. Bi strana ‘Oglu Şehît’ rastiya şehadetê, rûmet û gûrûra dilsoziya bi şehîdan aniye ziman û hestên welatparêziyê bi pêş xistiye. Bi strana ‘Kurdun Gelînî’ berxwedana jinên kurd a ku tu carî teslîmî dijmin nabe, hîn wê demê aniye ziman. Bi strana ‘Destar’ çanda kurdewarî anî ziman. Hozan Sefkan her tim jiyaneke komûnal û xebateke kolektîf esas girt. Tu carî lêgerînê wî şexsî, ezezî, populîst û hwd. derneketin. Di 16’ê Nîsana 1985’an de li Heftanînê di kemîneke bêbext de bi 7 hevrêyên xwe re şehîd ket.

Êşên gelê xwe bi hestiyariya hunermendî ji kûr ve hîs kir

Şehît Sefkan 1960’î li Dêrsim-Çemîşgezek, li gundê Laleşoxê hatiye dinê. Bi êş û bîranînên qetlîama Dêrsimê mezin bû. Dijminê qirker di zarokatiya xwe de nas kir. Li hember vî dijminê xwînxwar bi kîn û hêrs, bi hestên tolhildanê mezin bû. Êşên gelê xwe bi hestiyariya hunermendî ji kûr ve hîs kir. Bi gelê xwe yê bindest û mazlûm ve û bi welatê xwe re bi hezkirineke mezin hat girêdan. Ên ku Şehîd Sefkan ber bi şoreşê ve bir ev hezkirina gel û welat bû û kîna li hember dijmin û tolhildan bû.

Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn weke şehîdên pêşeng ên xeta tevgera me ya Çand û Huner hatine pejirandin. Bi jiyan, têkoşîn, kesayet û hunermendiya xwe hîn jî ji me re mînak in, pêşeng in. Her hunermendê welatparêz pêwîst e van kesayetên pêşeng ji nêz ve nas bike, fêm bike û di jiyana xwe de mînak bigire. Di vê dema ku dijminê qirker û faşîst ku topyekun êrîşî gelê me dike, her hunermend bi ruhê berxwedêr ên Şehîd Sefkanan, di xeta wan de li gel gelê xwe cihê xwe bigire û her berdêlî bide berçavên xwe û pêşengtiyê ji gelê xwe re bike. Derveyî vê gelo huner û hunermendî ma pêkan e? Bi sekneke wisa em karin bibin bersiva şehît Sefkanan û li mîrate û bîranînên wan xwedî derkevin.

Em hevrêyê xwe Şehît Sefkan di 36’emîn salvegera şehadeta wî de bi rêz û mînet bi bîr tînin. Heta serketinê em soz didin ku em ê li hêviyên wan ên azadiyê xwedî derkevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar