Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Komîteya Zindanan a PKK’ê: Dem dema tirsê nîne

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersîm diyar kir ku daxwazên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin berbiçav û rewa ne û bang li gel kir ku tirsa rejîmê ji ser xwe biavêje

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersîm li ser berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin,  ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Dersîm bi bîr xist ku ji 1’ê Adara 2019’an û vir ve nêzî 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê û diyar kir ku ev yek biryardarî û îradeya di berxwedanê de nîşan dide.

Di axaftina xwe de Dersîm da zanîn ku berxwedêrên zindanan bi armancên xwe ve girêdayî ne û heta ku bigihêjin armanca xwe dê paşve gav neavêjin.

Pîro Dersîm bal kişand ser êrîşên li derve li dijî çalakgeran tê kirin û got ku ji van êrîşan divê du mesajên bingehîn bên derxistin, yek ji van peyaman ew e ku rejîm ditirse ya din jî daxwaza ji bo bidawîkirina tirsa rejîmê ya li nava civakê ye.

Êrîş nîşaneya tirsê ye

Di berdewamê de Dersîm da xuyakirin ku faşîzm dixwaze pêşî li vê çalakiyê, li berxwedanê bigire û wiha domand: “Pêwîst e destûr ji vê re neyê dayîn. Êrîş dike, binçav dike. Bila êrîş bike, binçav bike! Divê em binçavkirinê jî bidin pêş çavên xwe. Pêwîst bike divê em girtinê jî bidin pêş çavên xwe. Mirovan canê xwe danîne holê. Mijar paşeroja gelekî ye. Azadiya gelekî ye, azadiya Rêberê me ye. Binçav kirin û girtin ne berdêlekî mezin e ku neyê dayîn. Jixwe garantiya kesî nîne. Her roj mirov tên girtin. Karaktera faşîzmê êrîş e, binçavkirin e, girtin e û bi vî rengî pêşîgirtina li civakîbûna berxwedanê ye. Li Amedê herî zêde 6 hevalên me ketin greva birçîbûnê, lê bi bi hezaran polîsên ku ji bajarên derdorê anîn êrîş kirin. Polîsên li Amedê têra wan nekiriye, rabûn ji derdorê jî anîn. Ev yek nîşaneya tirsa wan e.”

Berxwedan hertimî ye

Pîro Dersîm diyar kir ku bi vê yekê re di heman demê de dixwazin tirsê bixin nava civakê û wiha pêde çû: “Divê gelê me netirse. Binçavkirin be bila binçav bikin. Hevalên me ji xwe niha di rewşa binçavkirinê de jî li ber xwe didin. Jixwe hevala Leyla û 3 hevalên me yên ji girtîgehê derketin çalakiya xwe dewam kirin. Berxwedan hertimî ye. Cihê xwe, dema xwe nîne. Faşîzmê dît ku dema êrîş dike, hinekan binçav dike hinekî encamê digire û ji cesareta vê yekê careke din êrîş kir. Divê ev cesaret jê re neyê dayîn. Dema ku 3-4 kes girt û dît ku encamê nagire wê neçar bimîne ku rêbaza xwe biguherîne. Ji ber vê yekê divê em tirs û fikarên xwe deynin aliyekî. Pêwîst e were dîtin ku bi grevên birçîbûnê re di navbera îradeya azadiyê ya gelê kurd û faşîzma AKP-MHP’ê ya dixwaze vê tune bike de şerekî dijwar heye. Ji ber vî şerî mirov neçar man ku bedena xwe hucre bi hucre deynin ber mirinê. Lewma di şerekî welê mezin de ne rast e ku tirs ji binçavkirin, girtin û lêdanê çêbibe. Divê kes bi vî rengî tevnegere. Pêwîst e her kes xwedî li van hevalan derkevin. Gelek mirov diêş in, dizanin ku destekeke têrker nîne, lewma divê vê nerazîbûn û hêrsa xwe bixin nava liv û tevgerê.”

Berxwedan dê AKP’ê parçe parçe bike

Dersîm anî ziman ku dem hatiye ku her kes bikeve bin vî barî û wiha got: “Roj ne ew roj e ku dilê mirovan bi hevalên di greva birçîbûnê de ne biêşe, ne ew roj e ku di nava tirsên xwe de bigevize. Roj roja rabûna li ber faşîzmê ye, lêdana derba dawî li faşîzmê ye. Ger em bi ser bikevin, ez bawer im ku dê faşîzm têk biçe. Partiyeke bi navê AKP’ê namîne û parçe parçe bibe.”

Di axaftina xwe de Dersîm diyar kir ku Rêbertî ji bo wan tê wateya her tiştî û wiha domand: “Ez bawer im eşqa herî mezin a di dilê her mirovekî welatparêz de Rêbertî ye, evîna herî mezin Rêbertî ye. Her mirovên me xwedî wê xewn û xeyalê ne ku bi rengekî azad bi Rêbertî re li Kurdistaneke azad bijîn. Pêvajo pêvajoya bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî ye. Lewma divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Divê ji berxwedana hevalên ku ji 1’ê Adarê ve dest bi berxwedanê kirine peyamên xurt werin derxistin û bikevin nava liv û tevgerê. Ger bi vî rengî bibe ez bawer im ku faşîzma AKP-MHP’ê wê di demeke kurt de têk biçe.”

Daxwazê çalakgeran daxwazeke rewa ye

Her wiha Dersîm anî ziman ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên rewa ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lewra divê bi hezaran, bi milyonan mirov dakevin qadan û xwedî li wan derkevin. Divê qadên ji bo xwedîderketina li Rêber Apo werin dagirtin. Pêwîst e piştî Newrozê jî çalakiyên li dora grevên birçîbûnê heta encam jê bê wergirtin bidomin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar