Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komîteya Zindanan ên PKK-PAJK’ê: Dem dema pratîkê ye

Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û Nasir Yagiz di asteke xetarnak de ye. Komîteyê destnîşan kir ku êdî tu wateya gotinan nemaye û dem dema derketina qadan, şikandina tirsê û pratîkê ye

Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK’ê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rewşa hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ger tavilê hewl neyê dayîn dê encamên neyînî rû bidin û ji ber vê yekê jî tu wateya gotinan nemaye.

Di daxuyaniyê de komîteyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bîst sal in li dijî sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê bi rengekî dîrokî û bi heybetî li ber xwe dide û ev tişt destnîşan kirin: “Ev berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo li dijî hêzên komploger û dewleta tirk a faşîst tê kirin, lîstik û hesabên li dijî gelan, li dijî azadî û demokrasiyê hatin kirin, têk birin û her têk dibe. Ji ber vê yekê, hêzên komploger ên navneteweyî û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd biqedîne, gelê kurd ji aliyê siyasî û çandî ve qir bike, serweriya xwe li ser gelên Anatoliya û Rojhilata Navîn ferz bike, bi şêweyekî giran Rêber Apo tecrîd dike û dixwaze polîtîkayên xwe bi ser bixîne. Lewma, terîdkirina Rêber Apo tê wateya tecrîdkirina gelê kurd, gelên Anatoliya û Rojhilata Navîn, tecrîdkirina mirovên daxwaza azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê dikin.”

‘Têkoşîn dê faşîzmê têk bibe’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tevgera Azadiyê, gelê kurd û dostên wan, bîst sal in li dijî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi rengekî bê eman têdikoşin û ev tişt hatin parvekirin: “Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya girtiyan dest pê kiriye, asta herî bilind a têkoşîna li dijî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ye û armanca xwe ew e ku teqez encamê bigire û faşîzmê têk bibe.”

Wateya rabûna tecrîdê

Komîteyê diyar kir ku pêwîst e daxwaza girtiyan bi taybetî ya Leyla Guven rast were fêhmkirin û wiha pê de çû: “Ev daxwaz, daxwazeke ji rêzê û rojane nîne. Di têkoşîna dijî faşîzmê de daxwazeke esasî û dîrokî ye. Hevdîtina carekê ya birayê wî bi Rêbertî re, ya jî hevdîtina CPT bi Rêber Apo re nayê wateya rabûna tecrîdê. Rabûna tecrîdê beriya her tiştî tê wateya bidawîbûna sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, rabûna kiryarên antî-demokratîk ên li Îmraliyê, pêkhatina têkiliya Rêberê me bi dinyaya derve re, soza ji bo hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi parêzer û malbatê re, kontrolkirina Rêberê me ji aliyê hekîmên serbixwe ve. Pêngava berxwedanê li ser vê bingehê bi armanca rakirina tecrîdê tê meşandin.”

‘Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye’

Komîteyê destnîşan kir ku nêzîkatiya dawî ya deshilatdariya AKP-MHP’ê ew e ku berxwedanê pûç bike û nehêle mezin bibe û bibe malê civakê. Daxuyanî wiha dom kir: “Bêguman hevdîtina Rêberê me bi birayê xwe re cihê kêfxweşiyê ye û encameke vê berxwedanê ye. Lê belê ev rewş nayê wateya rabûna tecrîdê û gaveke ji bo pûçkirina pêngava li dijî tecrîdê. Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye. Ji ber vê yekê, ji bo karibe berxwedanê biqedîne serî li her rê û rêbazê dide û wê ji niha û pê ve jî serî lê bide. Ya ku dikeve ser milê me ev e; di nav her şert û mercî de li her deverê bi biryardarî berxwedanê mezin bikin û li ser bingeha rakirina tecrîdê, dawî li faşîzmê bînin.”

Rewşa tenduristiyê ya Guven û Yagiz

Di daxuyaniyê de hat gotin ku berxwedana ku gelê kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat daye destpêkirin dê bi ser keve û ev tişt hatin destnîşankirin: “Lewma greva birçîbûnê ya girtiyan berpirsyariya me tîne bîra me û ji bo em peywirên xwe bi cih bînin bangekek ji bo me. Çalakiya hevrê Leyla Guven di roja 68’an, ya hevrê Nasir Yagiz di roja 55’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya her du hevrêyên me her nebaş dibe. Ger tavilê hewl neyê dayîn, berxwedaneke ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst gav bi paş de bide avêtin neyê nîşandan, dibe ku encamên nayên xwestin rû bidin. Ji ber vê yekê gotin êdî bê wate bûye. ”

‘Bendên tirsê ji holê rakin’

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Roj roja pratîkê ye, roja çalakiyê ye. Roj ew roj e ku bendên tirsê ji holê rakin, her derê bikin qada çalakiyan. Roj roja rizgariya ji tirs û fikarên ‘dijmin wê êrîş bike, destgîr bike, bigire’ û roja yekbûna bi yên bedena xwe dane ber mirinê, roja xwedîderketina li berxwedanê ye. Li ser vê bingehê, em bang li gelê kurd, gelên kurdistanî, dostên xwe, raya giştî ya demokratîk, saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar