Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê: Em agirê berxwedanê geş bikin

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî daxuyanî da û berxwedana girtiyan silav kir. Komîteyî diyar kir ku divê bi çalakiyên hevpar agirê berxwedanê bê geşkirin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê daxuyanî da û berxwedana li zindanan silav kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Di salvegera 22’emîn a komploya 15’ê Sibatê de em şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin ên ku li dora Rêbertiya me xwe kirine xeleqeke ji agir û gava pêşîn a pûçkirina komployê avêtin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeta wan a têkoşînê ji xwe re bikin esas. Li ser vî esasî em di salvegera 22’emîn de komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin û hêzên ku tiliya wan di pêkanîna komployê de hene, nalet dikin. Gelê me yê li Bakur di serî de em bawer in dê gelê me yê serbilind ê kurd û kurdistanî li her derê naletê li hêzên komploger bînin û li dor Rêbertî berxwedanên dîrokî bikin.

Pergala dewleta tirk sedema hebûna xwe li ser qirkirin û îmhakirina gel û baweriyan çêkiriye. Dema ku vê armanca xwe pêk aniye, gelek caran fîzîkî û gelek caran jî polîtîkaya qirkirina çandî pêk aniye. Her du metodên faşîzan pêk aniye, gelek bawerî û gel dejenere kiriye û ew qir kiriye. Di vî warî de sîcîla wan gelekî xerab e. Li gorî pêdivî û avantajên bikaranînê yên serdemê rengê qirkirinê geh bûye nijadperestî, geh bûye faşîzma û geh jî bûye olperestî û faşîzma kesk. Wekî vê dema ku em tê re derbas dibin, dema li hemberî berxwedana gelan kêm dimînin, ev aliyên faşîst tifaqê bi hev re çêdikin. Di vê serdemê de navê vê tifaqê bûye, cûmhûr ango gel ku lê di rastiyê de tifaqa qirkirian gelan û armanca wê ya sereke îmhakirina kurdan e, ango tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê. Ligel hemû hewldanên qedandin û tunekirinê jî, gelê kurd dev ji têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bernade. Gelê kurd bûye hedefa sereke ya vê tifaqê. Her roj em dibînin ku ev tifaq ji bo pêkanîna vê hedefa xwe sondan dixwin. Lê ev tifaqên faşîst ji Planên Şark Islahatê heta planên çokdanînê têk çûne, kurd bi berxwedaneke mezin bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê awayê herî xurt ê têkoşîna azadî û hebûnê ava dikin.

PKK êrîşên qirkirinê têk dibe

PKK’ê di dîroka xwe ya têkoşînê de êrîşên qirkirin bi karakterê xwe tê pêngavan her dem têk biriye. Di vê pêvajoyê de jî bi pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dem dema azadiyê ye’ û bi pêngava ‘Li hemberî qirkirina li ser jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û bibin pêngavên ber bi serfiraziyê ve diçin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê xwe dispêre kurdên noker û yên bi wan re dixebitin, îcazetê ji hêzên navneteweyî werdigire, hewl dide kurdan îmha bike, lê ji her çar parçeyên Kurdistanê heta bajarên Ewropayê, ji zindanan heta çiyayên azadiyê li her derê kurd bi pêngavên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Dema parastina civakê ye’ re meşa xwe ya serfiraziyê roj bi roj mezintir dike. Gerîlayên azadiyê yên ku Rêbertiya Azad û Kurdistana Xweser kirine armanca xwe, hilweşandina faşîzmê kirine hedef. Gerîlayên azadiyê bi serfiraziya li Garê artêşa tirk a faşîst têk birine, ev jî dibe serfirazî û serkeftineke mezin a pêngava me ya dema azadiyê. Bi vê serkeftin û motîvasyonê em ê tempoya têkoşînê geştir bikin û faşîzma AKP û MHP’ê têk bibin.

Berxwedana li zindanan dê serfiraziya mezin bi xwe re bîne

Yek ji qada ku berxwedana li dijî faşîzmê geş dibe û pêşengtiya pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dike jî zindan e. Rejîma faşîst a dewleta tirk her roj bi sedan siyasetmedarên kurd, parêzvanên azadiya jinan û kesên çepgir û demokrat digire, dixwaze civakê bixeniqîne. Bi hezaran girtî yên ku li derve teslîm nebûne û têkoşîna xwe li zindanan didomîne û bi hezaran milîtanên PKK û PAJK’ê li hemberî faşîzmê ketine nav berxwedaneke azadiya Rêbertî. Meşaleya berxwedanê ya ku di 27’ê Mijdarê de hatiye vêxistin îro her çar parçeyê Kurdistanê ronî dike. Bi hezaran girtiyên ku di her şertan de amade ne berdêlên mezin bidin û ji bo azadiya Rêbertî dev ji têkoşîna xwe bernadin û bi şîara ‘Heke wê jiyanek pêk were, encax bi Rêbertî dikare pêk were’ bedena xwe dane ber birçîbûne. Em berxwedana girtiyan silav dikin û bawer dikin ku wê berxwedana wan serfiraziyên mezin pêk bîne.

Em parêzvanên jiyaneke bi rûmet in, li her derê em ê li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Têkoşîna li dijî faşîzmê, îdîaya avakirina siberojên azad, li ser vî esasî çalakgerî divê bibe peywira hemû milîtanên PKK û PAJK’ê. Dema ku ev van tiştan dikin zimanê têkoşîna me divê bibe qîrîna azadiya Rêbertî, çalakiya wê jî divê rêxistinkirî û kolektîf be. Di dîroka me ya têkoşînê, serfiraziyên çalakiyên kolektîf gelek in.

Ne çalakiyên şexsî divê em çalakiyên kolektif ji xwe re bikin bingeh

Di çarçoveya pêngava me ya dîrokî de, li zindanan berxwedaneke mezin tê kirin, di heman demê de çalakiyên şexsî jî tê kirin. Em qîmeteke mezin didin çalakiyên ji bo Rêbertî lê diyar dikin ku çalakiyên şexsî tasvîp nakin. Rêbertî ji çalakgerên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li hemberî komploya navneteweyî bi bedena xwe li dora wî bûbûn xeleka ji agir re gotibû, ‘Ez qîmet û wateyeke mezin didim çalakiyên we, lê awayê çalakiyên we tasvîp nakim. Çalakiyên wisa min ditengijîne’ Em milîtanên fedaî yên Rêber Apo divê awayê çalakiyên ku ew tasvîp nake pek neyînin. Divê em berxwedana Îmraliyê ya Rêbertî ji xwe re bikin esas ku Rêbertî li dijî hêzên komploger bi pergala îşkence û tecrîdê dike. Li ser vî esasî em bawer dikin wê rêhevalên me yên li zindan ne çalakiyên şexsî lê çalakiyên kolektîf ên rêxistinkirî ji xwe re bikin esas û berxwedanê geş bikin. Em careke din serkeftinê ji wan re dixwazin.

Em agirê berxwedanê geş bikin

Em gel û tevger li her qadê li ber xwe didin. Berxwedana me ya li qadekê di nav rêheval û gelê me yê li qadên din jî coş û moraleke mezin ava dike. Çawa ku fedaîyên Rêbertiya me gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa tirk a ku maşika hêzên komploger ên navneteweyî ye li Garê berxwedaneke mezin kirin û gerîlayan moral û motîvasyona xwe ji berxwedana rêhevalên li zindanan stend îro jî rêhevalên di zindanan de bi ruhê berxwedana ji Garê stendine wê berxwedanê geştir bikin.

Agirê berxwedanê ya ku di 27’ê Mijdarê de li zindanan hatibû vêxistin, di 15’ê Sibatê de li Garê û Heftanînê gur bûye û hemû Kurdistanê ronî dike. Ji ber vê jî li her qadê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP, Ergenekon û MHP’ê re em li dijî komploya 15’ê Sibatê bibin yekdeng, çalakiyên girseyî, afirîner û hevpar bikin. Ji ber ku serfirazî wê ya berxwedêran be. Li ser vî esasî jin di serî de em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li pêngavên ‘Dema azadiyê’ û ‘Em xwe diparêzin’ derdikevin û berxwedanê geş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar