Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK'ê daxuyaniyek weşandin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku 41 sal li pey xwe hişt, ji hingî ve bandoreke giran li pêvajoyên me yên têkoşînê kir, bû çavkaniya bingehîn a xwedîkirina berxwedana me ya li dijî faşîzmê, weke xeta serketinê û ruhê berxwedanê îro jî li nava gerîla di xeta fedaî ya asta herî bilind de û li zindanan di berxwedana bi rûmet a hevrêyên me de ya li dijî êşkence û zexta giran, di sekna bi biryar a gelê me de ku li hemberî hemû êrîşan paşve gavê neavêje, mîna roja destpêkê dewam dike.

Beriya her tiştî ji bo dilsoziya bi armancê mezini biryardariya ji bo serketinê û rêxistinkirina vê yekê, di meşa serketinê de gava destpêkê ye. Xeta serketinê ya ku di şexsê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de şênber bû, xwe spart dilsoziya bi bawerî û manewiyatê, fikrê mezin, feraseta rast, sekna bi biryar û rastiya milîtaniya rêxistinbûyî û bi ser ket. Ne li gorî derfetan, madiyatê û şert û mercên guncav. Berevajî vê yekê nebûna derfetan û şert û mercan ji xwe re kir hinceta bingeha berxwedan û serketinê. Ev yek rêbazeke Rêbertî ye û hîn ji destpêkê ve bû karaktera bingehîn a tevgera me. Ev rêbaza ku Rêbertî bi gotina ‘Şînbûna kulîlkê li nava teht’ hate pênasekirin, di Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê de bû îfadeya pratîka herî xurt.

Di ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvîtiyê re nîne. Ji bo armanc û hêviyên xwe xwe feda dike, berê xwe dide serketinê. Di ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêderfetiyê re nîne. Berrevajî vê yekê navê wê hewldanê ye ku li gel nebûna derfetan îradeya mirovan a rêxistinbûyî dikare bi her awayî derfet û hêzê biafirîne. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bersiva li pirsa şêweyê jiyana bi rûmet e. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê helandina hucre bi hucre ya dilxwazin jiyanê ku di oxira wê de dikarin bimirin, bilindahiya jiyan bi hesta ‘deyndarê gelê xwe’ ye. Û ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê asta herî bilind a dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdên me yên bilind û xelkê me yê leheng e, nîşaneya herî bi biryar û bi wate ya vê yekê ye. Ji ber vê yekê 14’ê Tîrmehê ji aliyê gelê me ve weke ‘Roja rûmetê ya neteweyî’ hate ragihandin û biwatekirin.

Dewleta tirk a faşîst îro bi piştgiriya paşverûetiya cîhanê û herêmê û xiyaneta nokeran, xwe dispêre teknîka şer a herî pêşketî yıa sedsala 21’ê û dixwaze êrîşên qirkirinê yên li dijî têkoşîn û gelê me bi ser bixîne. Li dijî vê yekê jî li ser bingeha Berxwedana Îmraliyê ya Rêberê me li her qadê têkoşîneke destanî û lehengî li ser xeta serketinê ya 14’ê Tîrmehê tê meşandin û polîtîkayên îmhayê yên dijmin bêencam dihêle. Ruhê berxwedanê û xeta serketinê ya berxwedana 14’ê Tîrmehê ku faşîzma 12’ê Îlonê têk bir, îro yekane ruh û rê ye ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêberê me, gelê me azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Lewma em dibêjin me bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê destpê kir, bi vî ruhî wê serketin a me, gelê me û gelan be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar