Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Komkujiya hovane ya 10’ê cotmehê wê tu car jibîr nebe

Di 10’ê cotmeha 2015’an a çeteyên DAIŞ’* li ser fermana şefê faşîst Erdogan li Gara Enqereyê komkujiyeke hovane pêk anî. Malbatan piştî komkujiyê malbat di bin navê ‘Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de hatin gel hev û têkoşîna edaletê dan meşandin. Komkujiya hovane ya 10’ê cotmehê wê tu car jibîr nebe.

Çeteyên DAIŞ’ê li fermana şefê faşîst Erdogan li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşên hovane pêk anî. Ji van komkujiyan yek jê komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li hember mîtînga Gara Enqereyê pêk anî de gelek kesî jiyana xwe ji dest da û ev komkujî yek ji komkujiya herî mezin a Tirkiyeyê derbasî dîrokê bû.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê ‘Mîtinga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ a bi dirûşmeya “Li dijî şer niha aştî” hat lidarxistin. Di encama êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan

Beriya êrîşê girse bi kortejan dest bi meşê kir û hat qadê. Di nav kortejan de li ser hev teqîn pêk hatin. Kaos derket û gelek kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.

Piştî teqînê polîsan êrîşê girseya ku alîkarî didan birîndaran kir. Vê yekê rê li ber bertekan vekir. Dereng mudaxalekirina tibî bû sedema windahiya can û vê rê li ber hêrsek mezin vekir. Piştî êrîşê li seranserê Tirkiyeyê li hember desthilatdariyê protesto pêk hatin.

Di êrîşê de ji 109 kesên jiyana xwe ji dest dan piranî jê jin bûn. Piştî komkujiyê lêpirsînên hatin vekirin derxist holê ku di alî tedbîran de qelsiyên mezin hene. Serdozgeriya komarê ya Enqereyê li dijî kesên êrîş pêk anîn lêpirsînên berfireh dan destpêkirin. Lê piranî kes demek dirêj fîrarî man.

Komkujiyê atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê jî bi bandor kir. CHP û MHP’ê qelsiyên ewlehiyê rexne kir û HDP’ê diyar kir ku êrîş bi destê dewletê pêk hatiye. Piştî êrîşê bi daxwaza edalet û aştiyê çalakiyên mezin pêk hatin.

Ji qada navneteweyî jî li dijî êrîşê bertekên mezin hatin nîşandan. Gelek lîderên welatan peyama sersaxiyê weşandin û li dijî van êrîşan banga hevkariya global kirin.

Komkujiyê di qada çandê de jî deng da. Hunermend, nivîskar, akademîsyen û muzîsyenan bertek nîşan dan û banga edaletê kirin.

Her wiha komkujiya 10’ê Cotmehê daxwazên aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hîn bêtir xurt kir. Piştî komkujiyê li ser pêvajoya çareseriyê û pirsgsirêka Kurd zêdetir nîqaş hatin meşandin. Her wiha piştî komkujiyê rola rêxistinên civaka sivîl zêdetir hatin dîtin. Komkujiyê globalbûna civakî hîn bêtir kûr kir. Nîqaşên di mijara hevsengiya navbera ewlehî û azadiyan de zêde bûn. Piştî komkujiyê desthilatdariyê bi armanca nûçeyên der barê bûyerê de asteng bike qedexeya weşanê anî.

Piştî komkujiyê pêvajoya hiqûqî ya hat destpêkirin bi têkoşîna malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn derbas bû. Hat diyar kirin ku komkujî ji aliyê du bombeyên zindî yên girêdayê DAIŞ’ê ve hatiye kirin. Yek ji gumanbar jî Yunus Emre Alagoz hat diyarkirin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de îhmalkariya dewletê û yekineyên ewlehiyê hat rojevê.

Li endamên DAIŞ’ê doz hatin vekirin. Lê di pêvajoya dozê de gelek alozî hatin jiyîn. Hinek gumanbarên esas fîrarî bûn û hinek jî nehatin cezakriin. Vê rê li ber bertekên malbatan vekir.

Piştî komkujiyê malbat di bin navê ‘Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de hatin gel hev û têkoşîna edaletê dan meşandin. Ji aliyê civakê ve jî piştgiriyek mezin dîtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar