Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komkujiya Kortekê: Birîna bi kêra xiyanetê

Di encama bombebarana balefirên şer ên dewleta tirk a dagirker de 7 welatî li ser rêya li çiyayê Kortek a Binarê Qendîlê ya dikeve sînorê îdareya Raperîn a ser bi parêzgeha Silêmaniyê şehîd bûn. Di ser vê re 12 sal derbaz dibe. PDK ya xwefiroş a xayîn li beramberî vê komkujiyê bêdeng ma.

 

Di 21’ê tebaxa sala 2011’an de balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker, li ser rêya li çiyayê Kortek a Binarê Qendîlê ya dikeve sînorê îdareya Raperîn a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, wesayitek sivîlan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatîn qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.

Li ser vê komkujiyê re 12 sal derbaz dibin, lê hîna hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê helwestek biçûk jî li dijî dewleta tirk a dagirker nîşan nedaye. Vê yekê jî ji bo komkujiyên hîn mezintir werin pêkanîn, bingehek avakiriye. Heta di rapora wan a mirinê de, sedema mirina wan bi ‘karesatek xwezayî’ hatiye nivîsîn.

Di derbarê vê komkujiyê û bombebaranên berdewam ên dewleta tirk a dagirker de, kesûkarên şehîdên komkujiya Kortekê ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Hikûmeta başûr û Iraqê li dijî komkujiyên dewleta tirk her bêdeng in

Birayê yek ji şehîdên komkujiya Kortekê Yaqub Mistefa destpêkê axivî û wiha got: “Biryar bû birayê min biçûya, zarokên xwe bianiya Binarê Qendîlê, taziyeyek li Ranya hebû ku biçe wir. Min gelek jê re got ku neçe. Lê piştre ji bo bacan çinînê çûbû û di dema vegerê de li Kotrekê ji aliyê balefirên şer ên dewleta tirk a dagirker ve wesayîta wan hate bombebarankirin. Di encamê de 7 kes şehîd bûn, bira û jinbira min, birazî û xwarziyê min di wesayîtê de bûn û şehîd bûn.

Yaqub Mistefa di dewama axaftina xwe de balkişand li ser bêdengiya hikûmeta Herêm û Iraqê û wiha axaftina xwe domand: “Tevî ku me bi caran daxwaz kiriye jî, lê heta niha ne hikûmeta Herêmê û ne jî hikûmeta Iraqê tu helwestek li beramberî vê komkujiyê nîşan nedaye. Heta niha tiştekê ji bo me nekirine. Serokê Herêmê wê demê hate taziya me û soza tazmînata madî û manewî da, lê tu sozên xwe pêk neanî. Min bi xwe çend caran serdana Dîwana Serokatiya Herêmê kiriye û ji min re soz hatindayîn, lê yek jî nehat pêkanîn. Bêdeng û bê helwest mane. Li gel serokkomarê Iraqê yê wê demê re jî têkilî min danî, lê gotin em nikarin tiştekê li beramberî Tirkiyeyê bikin. Heta niha jî tu helwestek raber nekirine. Li dijî vê dozê û bombebaranên din ên dewleta tirk a dagirker bêxemin.”

‘Yekgirtin û yekhelwestî dikare pêşiya komkujiyên din bigre’ 

Kesûkarek din ê şehîdên komkujiya Kortekê Sîrwan Hesen jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Ev gorên ku hûn dibînin, her heft jî di encama bombebarana dewleta tirk a faşîst de şehîdbûne. Lê heta niha jî ji aliyê hikûmeta Herêm û Iraqê ve li ser vê komkujiyê tu helwest û bertek nehatiye nîşandan.”

Sîrwan Hesen her wiha peyamek arasteyî gelê kurd û aliyên peywendîdar kir ku bêdeng nemînin da ku kesên din jî nebin armanc û ji bo dawîanîna êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a faşîst, banga yekgirtin û yekhelwestiyê li gelê kurd kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar