Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

 Komkujiya li Parîsê înfazeke plankirî ye

Parêzerê Civaka Demokratîk ya Kurd li Fransayê (CDK-F) David Andic ji bo êrîşa 23'ê Kanûnê ya li Parîsê got, "Êrîşeke terorê ye ku bi plan û profesyonelî hatiye kirin."

Di 23’ê kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa çekdarî de ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate kirin, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Tevgera Çanda Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.a

Kujer William Malet ê 69 salî ji ber sûcê ‘kuştina bi plan ya li hemberî qewmekî, hewldana cînayetê û rahiştina çekê bêdestûr’ hate girtin. Ya ku êrîş lê hate kirin Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bû. Parêzerê CDK-F’ê David Andic li ser êrîşa 23’ê kanûnê ya li Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Andic got, bêyî ku qala xanên tarî yên bûyerê bê kirin, êrîşeke nijadperestî weke ‘sûîqestê’ dikare bê pênasekirin û wiha dewam kir: “Her wiha di nava Qanûna Ceza de xala 421-1’ê heye ku terorîzmê pênase dike. Bi gotineke din, hewldaneke şexsî yan jî komî li hemberî jiyana mirovan, çalakiyeke terorê ye. Di vir de (têkildarî komkujiya 23’ê Kanûnê) pirsa ku tê kirin, têkildarî nêta şexs e. Lê belê bawerî bi gotinên kesê navborî nayê. Li pişt wî komek an jî dewletek nebe jî bi tena serê xwe dikare sûîqestê, dikare êrîşeke terorê bike. Tişta ku me di vê bûyerê de fêhm nekir ew e ku çima Dozgeriya Antî-Terorê ya Neteweyî (PNAT) lêpirsîn neda destpêkirin.”

Ji bo pirsa “Dema ku kurd ji bo şermezarkirinê çalakiyekê lidar dixin, heman nêzîkatî ji wan re jî tê nîşandan?” Andic got: “Ez mînakekê bidim: Ciwanên kurd li Boulogne-Billancourt (Banliyoyeke li herêma Parîsê ye) dema ku li Sefaretxaneya Bilinda tirk dirûşm nivîsandin û fîşekên hewayî teqandin, PNAT’ê bi rengekî otomatîk dest bi lêpirsînê kir. Bi çavê ‘bûyereke terorîst’ lê dinihêrin. Tevî ku sê sûîqest û gelek hewldanên sûîqestê li hemberî Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê hatin kirin jî, êrîş bi karakterê ‘terorîst’ nayê lêpirsîn. Destpêkê serdozgerî dest bi lêpirsînê dike, piştre tê gotin, ‘pênasekirin dibe ku bê guhertin’. Ya ku mirovan aciz dike ev e.”

Parêzer Andic destnîşan kir ku nêzîkatî ji hev cuda ne û got: “Dema ku êrîş li ser berjewendiyên tirk tê kirin PNAT bi rengekî otomatîk dikeve nava liv û tevgerê, dema ku êrîş li ser berjewendiyên kurdan ên li Fransayê tê kirin, mîna nûçeyek ji rûpela sêyemîn tê nirxandin.”

Andic têkildarî kujerê komkujiya 23’ê Kanûnê ku xwe weke “nexweşekî hêrsê yê patolojîk” pênase dike, diyar kir ku ew ji gotinên kujerekî bawer nake û got:”Yanî bi qasî ku bi şertê kontrola edlî bê berdan ne nexweş e, lê belê di binê çavan de dema ku dor tê bersivdana li pirsan dîn dibe.”

Andic ragihand ku kujer ji bo xwe nexweş nîşan bide wê her tiştî bike û got: “Parêzerê wî jî ji bo wî nexweş nîşan bide wê her tiştî bike. Armanc jî ji xwe ev e, mirovan bide bawerkirin ku yekî nexweş dînîtî kiriye.”

Andic anî ziman ku gelek aliyên tarî yên bûyerê û kujer hene û got: “Li girtîgehê bi kê re bû? Ji ber vê yekê em dixwazin ku PNAT lêpirsînê bide destpêkirin. PNAT têkildarî van lêpirsînan serwext e. Me hîn nekarî xwe bigihînin dosyayê lê belê tiştên em dixwazin hîn bibin ev in: Li girtîgehê bi kê re ma? Derdiket hewşê? Bi kê re çi dikir? Dixebitî, bi kê re? Li hucreya xwe wekî din kî hebûn?

Piştî ku ji girtîgehê derket bi kê re hevdîtin kir? Beriya bikeve girtîgehê bi kê re dida û distand? Ev pirsên me rewa ne. Ev kesê ku tenduristiya xwe baş bû û bi şertê kontrola edlî hate berdan, dema dibe mesele darizandin dîn dibe. Wê demê di nava van 11 rojan de çi bû?”

Li ser hedefkirina kurdan jî parêzer Andic got: “Taxeke ku bi dehan esnafên kurdan hene û jê re weke ‘Kurdistana biçûk’ tê gotin. Li her kargehê bi dehan kes hene. Ji ber restoranteke Afrîkayiyan, ji ber restoranteke Asyayiyan, ji ber dikaneke Ereb derbas dibe. Ji ber restorant û kafeyên kurd derbas dibe. Lê belê êrîşî ti cihî nake. Tenê êrîşî endamên CDK-F’ê dike.

Wan înfaz dike. Dema ku êrîşî Evîn Goyî dike diçe ser wê û fîşekê berde serê wê. Ev yek înfaz e. Înfazeke plankirî ye.”

Têkildarî îdîaya ku kujer yekî ‘nijadperest e’ û bi vê têgihiştinê cînayet kiriye, Andic got, “Li Fransayê rastgirên tund tu carî êrîşî kurdan nekiriye. Rastgirên tund ên Fransayê kurdan ji bo xwe weke dijmin nabînin.”

Parêzerê CDK-F’yê Andic got, tirsa wan ew e ku delîl ji holê bêne rakirin û xwest ku lêpirsîn ji ber vê yekê ji aliyê Dozgeriya Antî Terorê ya Neteweyî ve bê meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar