Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Komkujiya Parîsê hedefgirtina vîna gelê kurd e’

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Hisên der barê komkujiya Parîsê de got ku ji ber ku komkujiya deh sal berê li Parîsê pêk hat dewleta tirk nehat zakirin rê li ber komkujiyeke nû vekir.

23’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdullah Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser kurdan a Parîsê gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daket qadan û hêrsa xwe ya li dijî polîtîkayên qirkirinê anîn ziman. Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Hisên der barê komkujiya ku li paytexta Fransa Parîsê li ser navenda Çand û Hunerê pêk hat bal kişand ku di pêvajoyek nêzî komkujiya 9’ê çileyê ya Sakîne Cansiz, Leyla Dogan û Fîdan Şaylemez hatin kuştin de pêk hatina komkujiyek bi vî rengî ne rasthatinek e û got ev komkujî hedefgirtina vîna gelan e.

Ibtîsam El-Hisên da diyarkirin ku dewletên hegemon ji bo tunekirina gelê kurd di sedsala 21’ê de her tiştî dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li paytexta Fransa dewleta herî navdar ku bi azadî û demokrasiyê bang dike, careke din bi nêzîkbûna 10’emîn salvegera komkujiya ku li dijî Sakîne Cansiz û rêhevalên wê pêk hat, komkujiyek di şexsê pêşengên şoreşa me de pêk hat û gelê kurd hat hedefgirtin. Dewletên hegemon dixwazin di sedsala 21’emîn de gelê kurd bi temamî qir bikin, ji ber vê yekê hewl didin li her derê kurdan tune bikin, hem bi riya îxanetê, hem jî bi riya mîtên ku dewleta tirk li tevahî cîhanê belav kiriye.”

‘Nesûcdarkirina Tirkiyeyê rê li pêşiya komkujiyeke nû vekir’

Ibtîsam El-Hisên destnîşan kir ku daxuyaniyên ji aliyê Fransayê ve tên dayîn şermok in her wiha bal kişand ser hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re û wiha pêde çû: “Weke her kes dizane ev ne cara yekem e ku komkujî li Parîsê li dijî kurdan pêk tê. Her wiha tê zanîn ku sûcdarên van bûyeran jî dewleta tirk e. Bêguman ger ne bi erêkirin û desteka dewleta Fransayê bûya dê ev kiryar di axa Fransayê de pêk nehatibana. Eger hikûmeta Fransayê dewleta tirk sûcdar dernexe pêş, wê demê ew jî dibe hevkarê vê komkujiyê. Me dît bê çawa berî 10 salan jî dema ku têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin, nehat cezakirin. Nesûcdarkirina dewleta tirk li ser van kiryarên hov, rê li pêşiya vê komkujiyê jî vekir. Daxuyaniyên ku ji aliyê serokkomarê Fransayê ve hat dayîn, daxuyanî û bertekeke şermok bû û cihê xwe negirt, ev jî cihê şermezariyê ye.”

‘Hedefgirtina jinan bertekeke li dijî tevgera jinan e’

Ibtîsam El-Hisên teqez kir ku hedefgirtina jinan bertekeke li dijî tevgera jinan e û ew ê bêdeng nemînin, di heman demê de bang li gelê kurd kir ku li ser piyan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hedefgirtina jinan bertekeke li dijî tevgera jinan a ku Rêber Apo ronî da ku ji rojavayê Kurdistanê belavî tevahî cîhanê bû. Jin li her derê bê navber tên hedefgirtin bêyî navber. Em wekî Rêxistina Kongra Star bi tundî van kiryaran şermezar dikin û li hemberî wan disekinin. Em soz didin ku em ê her dem li ser piyan bin, tekoşîna xwe mezin bikin. Banga me jî ji bo gelê me yê li Ewropayê û bi taybetî li Fransayê ew e ku li qadan bin û bertekên xwe yên tûj nîşan bidin ji cîhanê re.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar