Nivîskar Riza Dalkiliç (63) di pirtûka xwe ya bi navê “1938’de Pulumur” de tiştên di dema Komkujiya Dêrsimê de qewimîne kom kirine. Piştî kalê wî tiştên di dema komkujiyê de jê re vegotine û kalê wî bixwe bûye şahidê wê demê, Dalkiliç jî daye dû tiştên wê demê qewimîne û taliyê ew di pirtûka navbirî de kom kirine.
Dalkiliç anî ziman ku derbarê Komkujiya Dêrsimê de heya niha gelek pirtûk hatine çapkirin lê belê derbarê qewimînên li Pilimûriyeyê de kêm pirtûk hene û wiha got: “Bîrbiriyeke wekî ku di sala 1938’an de li Pilimûriyeyê tiştek neqewimîbe heye. Lê belê gava min ji mezinan bihîst, min fêm kir ku ev nerast e. Nexasim li navenda navçeyê devereke heye ku 16 porspiyên hatine gulebarankirin û li vê derê hatine veşartin. Gava şaredariyê xwest vê derê bike park, hestiyên wan derketin holê. Li wê derê dawet çêdibin, govend tên gerandin, lîstik tên lîstin û araq tê vexwarin. Ev yek kir ku bi ser vê yekê de biçim. Piştî vê fikra ‘Li Pilimuriyeyê çi qewimî?’ li min peyda bû.”
Panaromaya Pilimûriyeyê
Dalkiliç da zanîn ku piştî ku biryar daye dê pirtûkê derxîne bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye û ev tişt anî ziman: “Ji sedî 80’yê gundan hatibûn valakirin. Ev mirov koçî Erzingan, Stenbol, Bûrsa û Îzmîrê kiribûn. Lewma derbarê gundan de peydakirina hin agahiyan zehmet bû.”
Di berdawamê de Dalkiliç destnîşa kir ku lê belê cardin jî navê kesên hatine kuştin û deverên bi awayekî komî lê hatine veşartin bi dest xistiye û wiha pêde çû: “Li deverekê 5 kes hatine kuştin. Min navê wan yeko yeko peyda kirin. Min derbarê vê komkujiyê de hin agahî ji şahidan hinekê jî ji zarokên wan bihîst û guhdar kir. Taybetmendiyên xweser ên vê herêmê hene. Min deverên wan ên baweriyî tespît kirin û yeko yeko wêneyên wan girtin. Hema bibêje li her gund û mezrikê ziyaret hene. Min derbarê van cîwaran de hin malûmat peyda kirin. Min navê gund û mezrikan ên berê jî nivîsand. Dikarim bibêjim ku min panaromayeke biçûk a Pilimûriyeyê derxist holê.”
Êşeke giran
Nivîskar Dalkiliç diyar kir ku komkujiyeke pir mezin û travamatîk qewimî ye û ev tişt anî ziman: “Gava min ji şahidan guhdar dikir, car carinan digiriyam. Nexasim jî gava jinan dest pê dikir digotin ‘Xwedê wan rojan neyne serê tu kesî, neyne serê dijmin jî.’ Ev gotin bixwe jî nîşan dide ku bê êş û azara wê demê çi qas giran bûye. Êşa hemûyan eynê ye.”
Her wiha Dalkiliç destnîşan kir ku dê di çapa duyem de vê yekê hîn bi dorfirehtir vebêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hin mezrik hene, heya niha kesî behsa wan nekiriye. Tên dibêjin gorên wan hene. Ez ê bi vî awayî kêmasiyên heyî temam bikim. Di çapa duyem de ez li ser pergala eşirtiyê ya li Pilimûriyeyê jî hûr dibim. Tiştên qewimîne divê mayinde bin.”
Riza Dalkiliç kî ye?
Di sala 1957’an de li gundê Aynixê yê Pilimûriyeya Dêrsimê hatiye dinê. Dibistana Mamosteyê ya Dêrsimê qedandiye. Di sala 1979’an de Enstîtiya Perwerdehiyê ya Dêrsimê qedandiye. Di heman salê de dest bi mamostetiyê kiriye. Di nav xebatên Egît-Sen û Egîtîm Senê de cih girtiye. Piştî teqawid bûye di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de rêvebertî kiriye û paşê cîgiriya serokatiya giştî ya komeleyê kiriye. Her wiha ji bo şaxeke komeleyê li Dêrsimê ava bibe xebitiye. Heya niha gelek gotar nivîsandine û lêkolîn kirine. “1938’de Pulumur” pirtûka wî ya ewil e. DÊRSIM