Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komkujiya Pirsûsê: Bersiva herî xurt pêşxistina hevgirtina gelan e

KCK’ê anî ziman ku 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin, bi destê dewleta-DAIŞ’ê pêk hatiye û wiha got: “Rêya watedar a xwedîderketina li şehîdên Pirsûsê û kevneşopa têkoşîna sosyalîst, xwedîderketina li şoreşa Rojava ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ji bo bibîranîna 33 ciwanên ku endamên tevgera ciwanên sosyalîst û şoreşger bûn û 20’ê Tîrmeha sala 2015’an li Pirsûsê bi êrîşêke bombeyî hatin qetilkirin, peyamek weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Li dijî ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî ku bi şoreşa Rojava re piştevan bûn û ji bo avakirina ji nû ve ya Kobanê hatin Pirsûsê, 20’ê Tîrmeha sala 2015’an êrîş hat kirin û di êrîşê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Em vê êrîşa bi nemerdî ya AKP-MHP ya faşîst şermezar dikin, şehîdên qetlîama Pirsûsê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bibîranînên wan ditewînin. Di şexsê wan de soza girêdayîbûna bi şehîdan ve dubare dikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst ku qetlîama Pirsûsê de bûn şehîd, di piştevaniya gelên Tirkiyeyê û tevgera sosyalîst a bi kurdan re û bipêşvebirina têkoşîna hevpar de bi rolekê dîrokî rabûn. Ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî bi van hizir û hişmendiyê hatin Pirsûsê û ji bo bibin tevkar di avakirina ji nû ve ya Kobanê de ku bi êrîşên DAIŞ’ê xera bû, ketin hewilê. Fikir û piştevaniya enternasyonal, bingeha sosyalîstiyê û têkoşîna sosyalîst e. Şoreşgerê mezin Denîz Gezmîş ku li ser sêpeya sêdarê helwesta xwe ya piştevaniya bi kurdan re anî ziman, diyar kir ku ev yek çiqas giring e. Rêber Apo, gelek giringî bi vê helwesta Denîz Gezmîş û hevalên wî daye û daye xuyakirin di encama girêdayînbûna bi bîbîranîn û kevneşopiya Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkayayan ve dest bi têkoşînê kiriye. Şoreşgerên şehîd ên li Pirsûsê, bûne nûnerên vê kevneşopiya mezin. Em ku hevrêyên wan in, divê ji vê helwesta dîrokî û hêja ya wan baş fêm bikin û bikevin hewila bipêşvebirinê û her têbikoşin.

‘Piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta tirk’

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber ku xwedî hişmendiya paşverû, faşîst û dijminatiya kurdan e, ji destpêkê ve hewil dide Şoreşa Rojava ku hêviyên jiyana demokratîk û azad a gelan e, ji holê rabike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku DAIŞ’ê xwedî dike, dihêle ku bi taybetî li Kobanê û Şengalê, li her derê êrîşê gelan bike. Lê dema ku di encama têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan de DAIŞ li Kobanê têk çû, plana şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê têk çû. Desthilata faşîst piştî têkçûna DAIŞ’ê, planekê nû xist meriyetê. Yek ji rehendên herî girîng a vê konseptê ku li ser bingeha jiholêrakirina tevgera kurd û pêkanîna qirkirina kurdan hatiye bipêşxistin, ew e ku ber li bipêşketina demokratîk a li Rojhilata Navîn ku li Rojava pêk hat bigire û ji nû ve paşverûtiyê serwer bike. Yek ji rehendê giring ê konsepta jiholêrakirin û qirkirinê ew e ku kurdan bi tenê bihêlin û têkoşîna wan bitepisînin. Bi vî ji xwe re kir armanc ku tevgera demokrasî û sosyalîst a li Tirkiyeyê ji têkoşîna kurdan ku dînamîka sereke ya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, bêpar bihêlin û ber li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin. Komkujiya Pirsûsê di çarçoveya vê konseptê de pêk hatiye. Tê zanîn ku pêvajoya piştî vê komkujiyê çawa bi pêş ket, çawa mekanîzmaya komkujî, komplo û derbeyê xistin meriyetê û Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke faşît û tarî ve birin.

Xwedîderketina li şehîdên Pirsûsê xwedîderketina li şoreşa Rojava ye’

Bêgûman hevgirtin û xeta têkoşîna hevpar a gelan û pêkhateyên bindest hîn zêdetir bi pêş ketiye, bi taybetî kurd, hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, jin, şoreşger û kesên ji bo sosyalîzm û demokrasiyê têdikoşin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bêyî navber li ber xwe da. Di encama vê hevgirtin û têkoşînê de planên jiholêrakirin û qirkirinê yên faşîzmê bi ser neketin. Ji bo ku ev konsept bi temamî pûç bibe û faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe, divê têkoşîn hîn mezintir berdewam bibe. Bê guman ji bo vê yekê rêya herî bingehîn zêdetir parastina Şoreşa Rojava ye. Ji bo xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê û kevneşopa têkoşîna sosyalîst, rêya herî rast û watedar ev e. Em li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku bi hêztir xwedî li Şoreşa Rojava derkevin, li dijî êrîşên li ser Rojava bi hêztir bibin xwedî helwest û xeta têkoşîna hevpar mezintir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar