Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Komkujiya Roboskê nehat jibîrkirin

Em di 9’emîn salvegera komkujiya Roboskê de ne. Di ev komkujiya ku 28’ê Kanûna 2011’an de qewimî, 34 kurd hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn û kesek (Servet Oncu) jî brîndar bû.

Li dîroka gelê Kurdistanê komkujiyeke din zêde bû û komkujiya Roboskê wek sûcê mirovahiyê û şer kete dîrokê.

9 sal di ser komkujiya Roboskê re derbas bû. Gelê Roboskê, sosyalîstan, hêzên demokratîk û şoreşger, parêzvanên mafên mirovan û kesên hestiyar ji roja ewil heta îro bertek nîşanî komkujiya Roboskê dan. Li gel îşkenceyan, girtinan heta mirin û gelek kiryarên din, êrîşkirin û hwd. ew ji ya xwe daneketin.

Li hemberî helwesta hêzên demokratîk û şoreşger helwesta dewleta TC’ê ya qirker ev bû ku ji roja ewil ve hem li komkujiyê xwedî derket hem kesên komkujî pêk anîn pîroz kir. Serlêdanên ku mexdûrên komkujiyê kiribûn, bi biryara neşopandinê li xwediyên xwe vegeriyan. Di encamê de kesên hatin qetilkirin sûcdar kirin û heq dan ên qetil kirin.

Di dîroka Kurdistan û cîhanê de rewş her wisa bûye. Hêzên serwer her tim sûcên şer û mirovahiyê kirine û xwe jê safî kirine, yên hatine qetilkirin jî hatine sûcdarkirin.  Welhasil kî li ser dîreksiyonê be dîrok li gor wî saz dibe û tê xwestin ku wisa di bîra mirovan de bimîne.

Nîşaneya vê ya herî berbiçav ev e ku di pirtûkên dîrokî de herî zêde mînakên talankirin, dagirkerî, sûcên mirovahiyê û şer û lehengiya talanker û tecawizkaran hene. Heke roj bê û dewleta TC’ê ya qirker pêwîst bibîne û di pirtûkên xwe ên dîrokî û ansîklopediyên xwe de cih bide komkujiya Roboskê ew ê ew jî bi heman rengî be. Dê ew 34 kesên piraniya wan zarok, bi balafirên şer bombebaran û qetilkirin û topên hewanê avêtin kesên çûn cenazeyan hildin di ev pirtûkên dîrokî de wek leheng nîşan bidin. Yanî dê bi qewlê çîrokên nêçîrvanan; ji kirinên hêzên serwer ên heta niha wêdetir ne tiştekî din e.

Neh salên komkujiya Roboskê temam bû, helwesta dewleta TC’ê ya qirker li hemberî komkujiya Roboskê jî bi heman rengî, wek ên beriya xwe bûn. Vê rastiyê mohra xwe salan daye. Her wiha polîtîkayên wan ên li hemberî berxwedanên xweseriyê yê Cizîr û Sûrê jî bi heman rengî bûn.

Dewleta TC’ê ya qirker li Sûr û Cizîrê bi tanq, top, helîkopter û balafiran bajar bombebaran kirin, kirin xirabe, bi destê JOH û POH’ên caş ên kontra komkujî kirin. Li jêrzemînan bi sedan mirov qetil kirin. Jin û zarok li kolanan hatin qetilkirin, bi rojan cenazeyên wan li kolanan, li ber kûçik û pisîkan hiştin. Hêzên dagirker ên dewleta TC’ê ya qirker sûcê şer û mirovahiyê kirine, lê ji dêvla ku ji kirinên xwe şerm bike, wek lehengî nîşan daye û pê pesnê xwe daye.

Heman helwest li hember komkujiya Gurmgumê (Mereş) ku çend roj berê salvegera wê ya 42’emîn bû jî nîşan dan. Di 19-25’ê Kanûna 1978’an de partiya nîşaneya rêxistina kontrgerila ya li ser rûyê erdê MHP’ê; zarok, jinên ducanî, extiyar û bi hezaran kes kuştin û brîndar kirin; mal hilweşandin, şewitandin û talankirin. Ev polîtîka hemû piştrast dikin ku helwesta wan qet neguheriye. Ji dêvila ku MHP wek berpirsê vê komkujiyê hesabê ev sûcên mirovahiyê bide, îro mil daye milê AKP’ê û bi hev re dewletê bi rê ve dibin. Berpirsê komkujiya Mereşê, serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli hema bêje bi talîmatên xwe yên rojane rê li ber (qaşo) serokomar R.T Erdogan dixe.

Dewleta TC’ê ya qirker ku kirina sûcên mirovahî û şer ji bo xwe wek ‘ritbeyeke rûmetê’ qebûl dike, ji vê polîtîkayê danakeve. Ew jî dilê wan rihet nake, rasterast parêzvaniya sûcên mirovahiyê dikin û berpirsên van sûcan xelat dikin. Meriv dikare bibêje piştî ’33 Guleyan’, ‘sendroma Muglali’ di artêşa TC’ê de bû karektereke mayînde. Suleyman Soysuz jî mînaka herî berbiçav a vê ye.

Suleyman Soysuz ê bi taybetmendiyên xwe yên dejenere û lumpen wek îşkencekar di bîra me de maye hem îşkence, cînayet, tecawiz û gendeliyan diparêze hem rasterast talîmata van sûcên mirovahiyê dide. Kesên talîmatên wî pêk tînin xelat dike û bêhna xwe bi van tiştan derdixîne. Mînaka herî berbiçav a vê ev e ku dema li Wanê du gundiyên kurd (Servet Turgut hat qetilkirin û Osman Şîban hat ber mirinê) ji helîkopterê hatin avêtin derket ber televizyonan û got ‘ew milîs bûn’. Gelê

Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê di salvegera Komkujiya Roboskê de li Roboskên nû rast tên. Dema ku şeva 28’ê Kanûna 2011’an  gelê Kurdistanê  Komkujiya Roboskê bihîst ketin rê û berê xwe dan Roboskê, bi tundî bertek nîşan dan û ragihandin ku dê teqez hesabê vê komkujiyê bê pirsîn. Ji wê rojê heta îro bi têkoşînê Komkujiya Roboskiyê di bîra me de hiştin û li pey şopa qewlê xwe man. Em  salvegera Komkujiya Roboskê cardin bi vê biryarê pêşwazî dikin û li ser navê 34 canên şehîd ketin hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û bi hurmet wan silav dikin.

Nûçeyên Têkildar