Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Komkujiya Şengalê şermezar kirin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildardî 3’ê Tebaxê salvegera Komkujiya Şengalê û revandina jinên êzîdî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî têkildarî komkujiya Şengalê, ji meclisê xwest ku lêkolîn bikin û komkujiyê nas bikin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî 5’emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anî êzîdî kuştin daxuyaniyek nivîskî da. KCD’ê, komkujiya li Şengalê ku li dijî êzidiyan pêk hat şermezar kir û wiha got: “Dewletên emperyalîst-mêtinger û hevkarên herêmî bi sedsalan e di serî de li ser gelên Kurdistanê, li Tirkiye û Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinan dimeşînin. Li Rojhilata Navîn a ku bûye navenda cihê şerê mezheb û olan herî zêde li ser civaka êzidî komkujî pêk hatiye û civaka êzidî di dîroka xwe de bi 73 fermanan re rû bi rû man.”
KCD’ê anî ziman ku 5 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi teşwîq û parastina paşverûyên Rojhilata Navîn DAIŞ’ê êrîşî cih û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka êzidî komkujiyeke mezin pêk anîn û wiha got: “Bi hezaran jinên êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, kirin kole, li bazaran firotin û bi îşkenceya zayendî- destdirêjiyê re rû bi rû man. Bi deh hezaran êzidî ji neçarî cîh û warên xwe yên pîroz terk kirin û li Rojilata Navîn û Ewropayê belav bûnç Li wargehên ku lê hatine bicîhkirin di nava şert û mercên dijwar zilma li Şengalê bi gelê êzidî û bi taybetî li jinan hatiye kirin sûcê mirovaiyê û şerma herî mezin a vê serdemê ye. Civaka êzidî yên li wargehên bakurê Kurdsitanê yên ji hêla gelê me û şaredariyên me ve hatibûn avakirin kêm be jî di nava jiyaneke baş de dijiyan. Bi taybetî piştî qeyûm şandin şaredariyên bakurê Kurdistanê û hatin dagirkirin bi zext û zordariyeke gelekî mezin re rû bi rû man. Biçavên biçûk li wan nêrîn, xwestin bi birçîbûnê wan terbiye bikin. Bi awayekî ku tolê ji wan hiltînin nêzîkî wan bûn. Lê belê ligel komkujî û terora DAIŞ’ê jî gelê me yê êzidî tu carî dev ji berxwedanê, parastina xaka xwe û baweriya ku azad bikin bernedan.”
KCD’ê anî ziman ku bi berxwedan û têkoşîna bi heybet a hêza parastina cewherî ya bi pêşengiya jinên kurd ên êzidî hatiye avakirin, çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin paqijkirin û wiha lê zêde kir: “Lê belê paşverûyên Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe yên êrîşkar a li hemberî Şengalê bi şêwayên din didomînin. Ev saleke amadehî û daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP’ê û dewleta TC’ê ya li ser êrîş û dagirkirina Şengalê dane, encama vê yekê ye. Gelê êzidî li Şengalê bi hêza xwe ya cewherî û li ser vîna xwe rêvberiya demokratîk avakiriye û ev rêveberî di serî de Tirkiye û paşverûyên Rojhilata Navîn aciz kiriye. Berpisyarê sereke ya ku ev trajediya dermirovahî bi gelê me yê êzidî daye jiyandin ev hişmendî bi xwe ye.”

Di nava têkoşîna hevpar de ne
KCD’ê herî dawî komkujî şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Lê belê bi şahidiya mirovahiyê û dîrokê, gelê me yê êzidî di serî de li Şengal û Rojava, li seranserê Rojhilata Navîn pêşengiya pêşketinên siyasî û civakî dike û rê nîşanî wan dide. Ligel ku di ser revandina bi hezaran jinen êzidî de 5 sal derbasbûne jî hêj derbarê aqûbeta wan de tu agahî nehatiye girtin. Ji ber hêj nehatine azadkirin şerma mirovahiyê ye û wekî deqeke reş li ser eniya herkesî ye. Hêzên navneteweyî, herêmî, sazî û dezgehên demokratîk ên dibêjin li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin, ji bo xwe ji vê şermê xelas bikin û jinên kurd ên êzidî azad bikin divê sefer bibin. Di serî de gelê me û hemû saziyên wê, divê hemû mirovahî bi gelê êzidî re di nava tevkariyê debin. Ji wan bi fermanên nû re bi rû rû nehêlin li hemû qadên jiyanê di nava têkoşînê debin. Ev yek berpirsyarî û peywira mirovahî û dîrokî li ser pişta me ye. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, 5’emîn salvegera Komkujiya Şengalê û zilma dermirovahî ya li ser jinên êzidî hat meşandin şermezar dikin. Em diyar dikin ku bi gelê xwe yê êzidî re em di nava têkoşîneke hevpar de ne.”

Beştaş: Komkujiya Şengalê nas bikin
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî komkujiya ku DAIŞ’ê ku li dijî êzidiyan a li Şengalê pêk anî ji meclisê xwest lêkolîn bike û komkujiyê nas bike. Beştaş, anî ziman ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrîşî êzidiyan kir û wiha got: “DAIŞ’ê di êrîşê de jin û zarok jî di navde zêdeyî 5 hezar kurdên êzîdî qetil kirin. Di vê komkujiyê de bi hezaran êzîdî dîl hatin girtin. Zêdeyî 200 hezar mirov ji neçarî koç kirin. Jin hatin revandin û bi zorê firotin. Xwestin wan bi zorê bikin kole. Ev êrîşa hovane ya mezin bi xwe re hilweşinek mezin anîye. Di vê serdemê de di dîroka êzîdîyan a komkujiyê de wekî komkujiya 74’an tê zanîn.”
Beştaş bi berdewamî wiha got: “Di sedsala 21’an de ev komkujiya mezin wekî sûcê mirovahiyê û komkujî nayê dîtin. Gelê êzidî di dîrokê de her dem rastî komkujiyên mezin hatin. Lê tevî hemû êrîşên giran her dem li ber xwe dan. DAIŞ’ê herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî êzidiyan komkujî kirin. Parlamentoya Ewropa ev yek wekî “Komkujiya Êzidîyan” qebûl kiriye. Komisyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Konseya Ewlehiya Lêkolîn Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestiye ku vê yekê wekî “Komkujî” qebûl bikin. Li gorî raporên ku saziyên ewropa amade kirine wekî e”Sucê li dijî mirovahiyê” pênase kirine. Lê 5 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn, hêj îktîdara Tirkiye ev yek wekî komkujî pênase nekiriye. Em ji meclîsê dixwazin ku komkujiyê bi awayekî fermî wekî komkujî pênase bike û têkildarî komkujiyê lêkolînê ava bike. Li gorî daneyan 7 hezar zarok û jin dîl ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin. Bi deh hezaran kesên ji DAIŞ’ê reviyan xwe avêtin axa Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Nêzî 25 hezar êzîdî hatin Tirkiyeyê. Êzidiyên hatin Tirkiye li kampên penaberan ên li Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn û Amedê bi cih bûn. Kampên ku bi piştgiriya Partiya Herêmên Demokratîk hatin avakirin, mixabin ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin û navendên penaberan birin cihekî din û dîsa koçber kirin. Di sala 2016’an de 37 hezar û di sala 2017’an de jî 11 hezar êzîdî koçî Almanya kirine.” AMED/ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar