Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Komkujiyên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Di çalakiya konvedanê ya li Eyn Îsayê de bang li hêzên cîhanê hate kirin ku piştgiriya siyasî bidin gelê Rojava. Her wiha endamên Meclisa Ciwanan a Minbicê jî bi daxuyaniyekê komkujiyên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: “Civaka navdewletî li dijî komkujiyan bêdeng e. Divê hûn ji bîr nekin ku dê dîrok rehmê li we neke.”

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê îro jî dom kir. Her wiha bi dehan endamên Meclisa Ciwanan a Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta tirk sûcê şer dike.

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê ku ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin îro jî domiya. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û navçeyên wê û şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî tev li çalakiyê bûn. Beşdaran pankartên ‘Em hemû HSD ne, parêzvanên welatê xwe ne, li dijî dagirkeriya dewleta tirk in’  û ‘Em komkujiya dewleta tirk a li dijî zarok û sivîlan li Til Rifatê pêk anî şermezar dikin’ hatibûn vekirin. Her wiha wêneyên zarokên ku şehîd bûn û birîndar bûn hatin vekirin.

Piştgiriya siyasî xwestin

Di çalakiyê de endamê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îbo, endamê Meclisa Herêma Firatê Hisên El Şêx û li ser navê Kongreya Star jî Eyşê Efendî axivîn. Axaftvanan got ku hevgirtina şêniyan, sembola hevgirtina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana wan a li dijî êrîşên dagirkeriyê ne. Axaftvanan bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku êrîşên xwe yên li ser herêmê bidin sekinandin. Axaftvanan destnîşan kir ku pêwîstiya gelê herêm bi piştgiriya siyasî heye. Çalakî hê jî didome.

Daxuyaniya ciwanan

Bi heman boneyê bi dehan endamên Meclisa Ciwanan a Minbicê li ber lîstikgeha El Beledî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ciwanan pankartên ‘Em ne teror in, Erdogan teror e û bavê Bexdadî ye’, ‘Me zarokên cîhanê ji terorê parastin û îro cîhan beramberî kuştina zarokên me bêdeng e’ û wêneyên komkujiya ku artêşa tirk li ser sivîlan pêk anî, vekirin.

‘Dê bersiva me giran be’

Ciwanan di daxuyaniyê de ji ewil komkujiya li Til Rifatê şermezar kirin. Ciwanan got ku ev sûcê hovane berdewama siyaseta qirkirinê ya terora dewleta tirk û çeteyên wê ye. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em weke ciwanên şoreşger ji dewleta tirk re dibêjin ku dê armancên te pêk neyên. Em bang li civaka navneteweyî ya bêdeng dikin ku û dibêjin êdî bes e. Hûn bêdengin lê dîrok dê li we rehmê neke û weke şirîkên van qirkirinan binivîse. Li ser vê bingehê dê bersiva me giran be.” EYN ÎSA – MINBIC

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar