Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî kirin (Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de hat weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9’ê Cotmeha 1998’an derket asta herî jor.

Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir. Rayedarên Sûriyeyê ji min xwestin ku bi lez û bez Sûriyeyê biterikînim û gotin, “Nesekine, biçe!”

Ji bo min gelekî hêja û giranbuha ye ku ji azadî û jiyana mirovan eger bi qasî serê derziyê derfetên aştiyane hebe di vê were ceribandin. Ji ber vê yekê, tevî ku derketina serê çiyê xewn û xeyala min a 40 salî bû, min ev yek nekir. Hîn jî pê bawerim ku min a rast kir û 9’ê Cotmeha 1998’an min berê xwe neda Zagrosan. Eger biçûma çiyê, bombeyên ji bo Afganistanê hatin bikaranîn wê destpêkê li dijî me bihatina bikaranîn. Şer wê bibûya şerekî şexsî.

Li gel van sedemên giştî, sozên ku Wezîrê berê yê Ragihandinê yê Yewnanîstanê û Parlamenterê PASOK’ê Kostas Badûvas dan min, bandor li biryara min a ji bo derketina Atînayê û Ewropayê kir. Roja 6’ê Cotmeha sala 1998’an li Şamê di hevdîtinê de (Ayfer Kaya jî şahid e) Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanîstanê min vexwendine Yewnanîstanê û got, hikumeta Yewnan destekê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welatê xwe û ji bo hatina min dest bi amadekariyan bike. Soz da ku wê li Balafirgeha Atînayê bê pêşiya min.

Li ser vê bingehê, roja 9’ê Cotmeha 1998’an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafir daket Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê, Badûvas ê ku gotibû wê amadekariyan bike û soz dabû ku wê min pêşwazî bike, xuya nedikir. Kesek tune bû.

Em li benda Badûvas bûn, lê yên derketin pêşiya me Savvas Kalenterîdîs û payebilindekî îstîxbaratê Stavrakakîs bûn. Dema em li balafirgehê disekinînin, Afyer Kaya ya bi min re bû, gelek caran bi rêya telefonê li Badûvas geriya. Badûvas got, “Tiştekî ku ez karibim bikim nîne, li Serokwezaretiyê di hevdîtinê de me” û nehat.

Piştre aşkere bû ku, ji bo ji Sûriyeyê derkevim û bikevim xefika Yewnanîstanê, di şexsê Badûvas de rola Îngilîstanê heye. Vexwendina Badûvas ku şagirtekî îngilîzan e, weke gava destpêkê ya komploya DYA-Îngilistan-Sîmîtîs kete dewrê. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve çûm, ji aliyê NATO û DYA’yê ve bi rengekî bêeman hatim şopandin û kontrolkirin.

Bi gef, tirs û fikareke mezin nêzîkatiyeke welê li min hate nîşandan ku divê heta saet pêncê heman rojê derkevim, naxwe wê tehde li min bê kirin. Ne li benda vê rewşê bûm û ji vê yekê re jî ne amade bûm.Piştî ku vexwendînameya ji aliyê nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat (Nûmar Ûçar) ve hate amadekirin bi rêya faksê hate şandin, Stavrakakîs got ku li Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê nasên wî hene û bi karên vîzeyê biliya. Wezareta Karên Derve ya Yewnan bi bayê bezê balafireke taybet amade kir û heman rojê (9’ê Cotmehê) min birin Moskowayê. Ji bo bi me re were Kalenderîdîs “fanatîkê min” xistin balafirê.

Dema ku em li Moskowayê peya bûn, nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat û endamên ewlekariya Rûsyayê hatin pêşwaziya me. Jîrînovskî jî bi wan re bû. Piştî ku em şevekê li mala Jîrînovskî bûn mêvan, em ji wir birin maleke li qadeke çiyayî. Di vê demê de min serlêdana xwe ya ji bo penaberiya siyasî radestî wezîfedarê rûs kir ku ji bo ewlekariyê bi me re bû. Di roja duyemîn de ya li Rûsyayê (11’ê Cotmeha 1998’an), rawestgeh jî di nav de agahiyên îstîxbaratê yên piştî derketina ji Sûriyeyê gihîştibûn Enqereyê. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz 11’ê Cotmeha 1998’an civîneke çapemeniyê li dar mijarê li dar xist û got, “Bi saya agahiya ku rêxistina îstîxbaratê ya welatekî hevalbend daye me, em pê zanin ku Ocalan li Rûsyayê ye.” Tevî ku ji Yilmaz hate pirsîn bê rêxistina îstîxbaratê ya kîjan welatî ye, bersiv neda. Min ji baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê ji Dûmayê daxwaza penaberiya siyasî kir.

Dûma’yê li ser vê yekê polîtîkayên qirêj û kiryarên nehiqûqî yên li dijî min dihatin kirin, şermezar kir û piştre roja 4’ê Mijdara 1998’an li dijî dengekî dijber bi 298 dengên erê, daxwaza min a ji bo penaberiya siyasî qebûl kir. Bi vî rengî hate erêkirin ku Federasyona Rûsyayê mafê penaberiya siyasî bide min.

Nerazîbûna destpêkê ya li dijî vê biryara Dûma’yê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rûbîn bi daxuyaniyekê got, “Wezîra Karên Derve Madeleîne Albrîght, PKK weke rêxistina terorê îlan kiriye. Me ji hikûmeta Rûsyayê xwest ku ji bo Ocalan tavilê bê dersînorkirin an jî were radestkirin, gavên pêwîst biavêje. Divê ti welat mafê penaberiyê nede vî ‘terorîstî’. Dubare dikim, divê tu welat!”

Prîmakov biryara Dûmayê qebûl nekir. Di vir de dibe ku rola krîza aborî ya Rûsyayê hebe. Ji xwe Rûsya di serdemeke krîzê ya dejenerebûnê de bû ku piştî reel sosyalîzmê kete navê. Serokwezîr Prîmakov û Serok Yeltsîn xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên li ser bingeha aborî û îstîxbarata veşartî-gemarî, rewşa min çiqasî stratejîk jî be dikir ku wê wextê bêm firotin. Xapandina xwe bi xwe bû ku ji van kesên sîstema mezin a Sowyetê firotin li bendê bûm ku hurmetê nîşanî nirxên azadiyê bidin.

Nûçeyên Têkildar