Çima?
Komplo têk çû, ji ber ku 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava hemû şert û mercan de li ber xwe dide û teslîm nebû, berovajî wan teslîm girt; hesab ji wan xwest.
Komloger bi ser neketin, ji ber ku kurd 24 sal in, bênavber mîna roja ewil bi Rêberê xwe re ne, li her navend û kolanan daxwaza azadiya wî û xwe dikin.
Komplo têk çû, ji ber ku 43 sal in, têkoşîna rizgariya azadiyê ya PKK’ê û gelê kurd li dijî qirkirin, mêtingerî û çekên kîmyewî mîna roja ewil bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ têdikoşin.
Komploger û komplo têk çû, ji ber ku doza kurd û Kurdistanê îro li navendên ku komploger lê civiyan û biryara komployê dan, daxwaza azadiya Serok Apo dikin. Komploger têk çûn, ji ber ku îro raman û felsefeya Serok Apo ne li Kurdistan û Tirkiyeyê ma, belavî Asya, Ewropa û çar aliyên cîhanê bû.
Komplo têk çû, ji ber ku gelê kurd û dostên wê û hêzên demokratîk û aştîxwaz ên Rojhilata Navîn Serok Apo weke Rêberê xwe û mûxatabê çareseriyê dibîne.
Komploger û komplo têk çû, ji ber ku sîstema Modernîteya Demokratîk û sîstema Xweseriya Demokratîk di serî de li Mexmûr, Şengal û Rojava di meriyetê tê de ye, her diçe belav dibe.
Komplo di serî de bi berxwedana Serok Apo ya li Îmraliyê û berxwedana zindan û şehîdên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’, têk çû. Niha dora azadiya Rêber Apo hatiye.
Ji bo wê divê hemû xebat û têkoşîna azadiyê ya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê bê kirin. Çawa ku ji bo valaderxistina komployê kurd û kurdistanî 43 sal in, li ser pêyan e; divê ji vê kêliyê û şûnde hemû hewldan û têkoşîna bê kirin, rast e rast ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.
Niha divê hê zêdetir di warê dîplomasî û cîhanî de kampanyaya ‘Dema Azadiyê ye’ mezin bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojek berî rojekê pêk bê, her gav û kêlî bi vê yekê xebat bê kirin. Çawa ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê tevî sîstemeke tecrîd û îzalasyonê têkoşiya û doza kurd her kêliyê ji bo çareseriyê xebat kir, ji vê bi heman coş û moralê jî, niha dema wê yekê ye, em jî bi heman ruh û hestî têbikoşin.
23 sal in kurd tehemûla dîlgirtina Rêber Apo kir lê di vê ji vir û şûn de êdî yek kêliyê bê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe nejî. Rêber Apo vê dibêje; ‘Min Îmraliyê kir dibistaneke perwerdehiyê û qada hesabxwestina ji komplogeran.’ Tevahî jiyana xwe ji bo vê bexşand. Di roja îro de jî ji bo aştiyê aktor û faktorekî esasî yê çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û demokratîkbûna Tirkiye û Rohilata Navîn e.
Serok Apo di beşeke parêznameya xwe de li ser hêvî û niyazên xwe yên ji bo pêşerojê vê dibêje; “Diviya ev xakên ku dibû ku bihişt li ser bihatana avakirin, ne wiha hoveber bûna, ne wiha di nav kavil û xirbeyan de bûna. Mezinbûna hêviya min ji her demê xurtir e. Kêmparvekirin û temsîlnekirinê li ser navê hevrêyan û li ser navê hemû mirovên bîrbir weke windahiyekê û kana xemgîniyekê dibînim. Min hîç maneyek jê re nedît ku mirovên ev qasî li pey rastiyê ne, ev qasî ketiyê azweriya jiyana azad in û li pey spehîtiyê ne, çilo nebûne xwedî serkeftinên mezin. Ji bo vê jî, hêviya min a her dem a serkeftinê û çareseriyê mezin e.”
Ji bo vê jî, hêvî û niyaza me ya azadiya Serok Apo jî divê ji her demê xurtir be, ji bo ev pêk jî we re ji ya heta niha divê zêdetir bê kirin, şereke nebe nabê bê girtina dest û zendû bend bên hildan.
Jin û ciwanên kurd divê pêşengtiya vê bike û her gavê civakê ji bo vê bixe tevgerê û rake ser lingan.
Hêviya me ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her demê îro zêdetir e, em bi wê xeyal û hestê radibin û rûdinin.