Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Komploger jî pêşengtiya Rêber Apo qebûl kirin’

Rojnameger Amed Dîcle diyar kir ku komploger jî piştî demekê pêşengtiya Rêber Apo û rol û rista wî ya di aştî û çareseriyê de qebûl kirine û wiha got: “Birêz Ocalan komployê bi paradîgmaya xwe ya nû têk bir. Her kesê aştî û çareseriya siyasî dixwaze, divê ji vê berxwedanê îlhamê bigire."

Hêzên hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de komploya navdewletî dan destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Dostên kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgiêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Di serî de li Kurdistan û Ewropayê li gelek deverên cihanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî û meş tên lidarxistin.

Rojnameger – nivîskar Amed Dîcle, armancên komploya navneteweyî nirxand. Dîcle ddiyar kir ku hêzên ku di komployê de rol girtine bi armanca tasfiyekirina Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgeriyane û got ku ew hêz dixwazin pirsgirêka kurd bitepisînin. Dîcle, da zanîn ku ev hêz dixwazin kurdan di warê siyasî û bîrdozî de qir bikin û got: “Armancên komployê gelek in; qedandin, îmhakirin, tesfiyekirin. Nexwestin bi revandina birêz Ocalan tu valahiyê bihêlin. Ji ber ku bi girtina birêz Ocalan dixwestin bi navê hêviyê tiştekî nehêlin. Hêzên ku komployê çêkirin, piştî wê jî sêwirandibûn. Ji ber vê yekê jî pergala Girtîgeha Îmraliyê pêş xistin û xwestin bi vê bigihêjin armanca xwe. Li Îmraliyê pergaleke îşkenceyê ava kirin û ev pergala îşkenceyê hê jî didome.”

Abdullah Ocalan paradîgmayeke nû bi pêş xist

Rojnameger Amed Dîcle da xuyakirin ku hêzên global bi komployê nikaribûne bigihêjin armancên xwe û got ku ev yek bi paradîgmaya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê pêk hatiye. Dîcle, wiha domand: “Birêz Ocalan -vê wekî zayîna sêyem bi nav dike- ji destpêkê ve bi pêşxistina paradîgmayeke nû komployê têk bir. Ew difikirîn ku dê birêz Ocalan nikaribe tiştekî pêş bixîne, lê Ocalan li wir paradîgmayeke nû pêş xist û got, ‘çendî ez ji ber komployekê li vir têm girtin jî, lê heya ez nefesê bistînim ez ê bitêkoşim û ez ê vê komployê têk bibim.’ Ev paradîgma ji aliyê hemû bindestên cîhanê û kesên li dderveyî pergalê mane tê qebûlkirin. Komploger jî piştî demekê pêşengtiya Ocalan û rol û rista wî ya di aştî û çareseriyê de qebûl kirine. Tirkiye jî vê yekê qebûl kiriye ku dem bi dem hin hevdîtin pê re kirin.”

Amed Dîcle anî ziman ku armanceke komployê ya din jî “destpêkirina şerê kurd-tirkan” bûye û got: “Birêz Ocalan got, bi revandinê re dê şerekî ku pêşî lê neyê  irtin dest pê bike û dê hêviya ji bo aştiyê bê tunekirin. Ji bo pêşî li vê yekê bigire, paradîgmayeke nû pêş xist.”

‘Divê her kes ji berxwedana Abdullah Ocalan îlhamê bigirin’

Dîcle diyar kir ku li hemberî Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke dijminane heye û tecrîda mutleq a 35 meh in tê meşandin wekî mînaka vê nêzîkatiyê nîşan da. Dîcle got: “Ne dost û ne jî dijmin nehatine wê astê ku nikaribin rastiya birêz Ocalan înkar bikin. Hebûna wî kir ku hem ji aliyê dost û hem jî ji aliyê dijminan ve were qebûlkirin. Di encama berxwedana birêz Ocalan a li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê de û bi berxwedana wî ya teorîk, felsefî û pratîkî ya li dijî vê pergala îşkenceya Îmraliyê, îro kurd û tevgera kurd û li Rojhilata Navîn û cîhanê hatine wê astê ku neyên paşguhkirin. Em dibînin ku bê di şert û mercên êşkenceyeke giran de jî berxwedaneke çawa nîşan dide. Di van şert û mercên giran ên êşkenceyê de ev pêşketineke mezin e. Her kesê aştî û çareseriya siyasî dixwaze, divê ji vê berxwedanê îlhamê bigire û piştgiriyê bide kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgrêka kurd re çareseriya siyasî’. Birêz Ocalan komployê bi paradîgmaya xwe ya nû têk bir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar