Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komploya dewleta TC û PDK’ê ya li gelê Kurdistanê û rejîma Iraqê

25’ê Îlona 2017’an ji aliyê Serokê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî ve hatibû ragihandin ku “Referandûma Serxwebûnê” dê were kirin. Li hemberî vê ragihandinê li kulîsên AKP’ê agahiyên wek “piştî referandûmê wê başûrê Kurdistanê bi dewleta TC’ê ve bê girêdan” li çapemeniyê belav bûbû. Her çi qewimîbû nayê zanîn, beriya referandûmê çend rojan li ser navê dewleta TC’ê R.T. Erdogan civîna lijneya ewlehiya neteweyî ya ku dê 27’ê Îlona 2017’an li dar bixista, dîroka civînê pêş de dabû û gotibû ku “wê biryara me 22’yê îlonê bibîne.” Di encamê de, rejîma navendî ya Iraqê “destwerdana leşkerî” ya gotibû heger biryara referandûmê bê wergirtin wê bi hinceta “yekitiya axa welêt” pêk bînin, roja 17’ê Cotmeha 2017’an pêk anî.

Dewletên Îran û TC’ê, êrîşa ku Iraqê bi hêzên Heşdî Şabî re kiribû, piştevaniya wan kir. Heta di wê pêvajovê de di serî de R.T. Erdogan, berdevkên dewleta TC’ê, der barê Serokê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de bi şêwazeke pejoratîf daxuyanî dan; daxuyaniyên kirêt, nexweş. Kesên şelaqiyê ji  R.T.Erdogan dikin, bi navgînên çapemenî-weşanê ku wek navgîna şerê psîkolojîk tê bikaranîn, bi manşetên mezin derxistin pêş. Yekîneyên artêşa Iraqê bi çûna aliyê din ê Xabûrê bi yekîneyên artêşa TC’ê re tetbîqatek hevpar kir. Hêzên Heşdî Şebî bêyî ku rastî astengiyekê werin di nav 24 saetan de nîvê başûrê Kurdistanê xist bin serweriya xwe û kir ku hezên Rêveberiya Herêmî vekişe sînorên xwe yên beriya sala 2003’yan.

Em nêzî salvegera referandûma 25’ê Îlona 2017’an dibin. Ev di heman demê de tê vê wateyê ku em piçek din jî nêzî salvegera 17’ê Cotmehê ne. Gelek di ser de neçûye, tenê 3 sal çûye. Ne tiştên ji bo 25’ê Îlonê hatin gotin, ne jî tiştên 17’ê Cotmehê hatin jiyîn hatine jibîrkirin. Rewşa derûniya pêşmergeyên dema diaxivîn ji şermê nedikarîn li rûyên kesên ku li hemberî wan bûn binêrin, her wiha pêşmergeyên bi fermana Serokatiya Rêveberiyê ya Herêmî şûnde vekişiyan, awirên wan hîna jî di bîra kesên bûne şahidên tiştên hatine jiyîn, hê jî zindî ne. Kesên şahidiya bûyereke bi vî rengî kirin ji bîr nekirin, îca kesên rasterast wan kêliyan jiyane wê çawa ji bîr bikin?

Îro dema tiştên li başûrê Kurdistanê hatine jiyîn û tiştên 25’ê Îlonê û 27’ê Cotmeha 2017’an qewimîne werin berawirdkirin ne pêkan e pirsên bi ‘gelo’yan tijî ne, mejiyê mirovan mijûl nekin. Îro pêwendiyên di navbera dewleta TC’ê û PDK’ê (Malbata Barzanî) de ku di nav Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê de cihekî wê yê diyarker û hêzek wê heye, dibin sedema van pirsan.

Hebûna dewleta TC’yê ya qirker a li başûrê Kurdistanê derketiye derveyî pîvanên ku di çarçoveya qaîdeyên hiqûqî û pêwendiyên navneteweyî de hatibûn diyarkirin. Heta taybetmendiya xwe ya wek “erdnîgariyek di nav sînorên dewleta Iraqê”ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve bi peymanên navneteweyî hatine qebûlkirin jî wenda kiriye.

Yekcar ketiye bin qontrol û serweriya dewleta TC’ê. Li hemû bajarên ku wek bajarên Rêveberiya Herêmî hatine diyarkirin, dewleta TC’ê leşker, rêxistinên xwe yên îstixbarî û sazî û dezgeyên xwe yên li ser talankirinê hatine sazkirin lê bi cih kirine.

Bazara başûrê Kurdistanê bi dewleta TC’ê ya mêtinger ve hatiye girêdan. Petrol bi boriyan diherike rafîne û depoyên Tirkiyeyê, transfera pereyê germ jî di ser bankayên TC’ê de tên kirin.

Di serî de Serokê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, kesên li îktîdarê ne hemû mal û milkê xwe barkirine Tirkiyeyê.

Buroyên PDK’yê, bînayên asayîşê û qereqolên rêkontrolkirinê di bin destê yekîneyên îstixbaratê yên TC’ê de ne. Herî dawî jî wek ku dewleta TC’yê li bakurê Kurdistanê dike, wan jî dest bi cerdevanîkirina gel kir.

Dewleta TC’ê bixwe, dixwaze bi PDK’ê re li başûrê Kurdistanê jî wek çawa ku li bakurê Kurdistanê dike, gel bi mûçeyan bikin cerdevan. Li Behdînanê dest bi vî tiştî kirine. Di hiqûqa navneteweyî de cihê  tiştekî bi vî rengî tune ye ku dewletek di nav sînorên dewleteke din de hêzên çekdarî yên bipere ava bike.

Tevgerên bi vî rengî wek îhlalkirina mafên serwerî yê dewletek din tê qebûlkirin lê li başûrê Kurdistanê TC û PDK vî tiştî li ber çavê hikûmeta Iraqê û cîhanê dikin. Ji bilî PKK’ê û gelê başûrê Kurdistanê tu kes li vî tiştî îtiraz nake. Di çarçoveya vê rastiyê de mirov nema dikara bêje ku başûrê Kurdistanê di nav sînorên dewleta Iraqê de ye û divê hebûna dewleta TC û PDK ji nû ve bê pênasekirin.

Heke bi aşkera were gotin, dewleta TC’ê ya qirker bi dagirkeriya başûrê Kurdistanê nemaye, bi îlheq kirinê, bi avakirina aboriya talan-tartalê beşeke axa Sûriye û bakurê Kurdistanê û navendên jîngehên bajarên rojavayê Kurdistanê wek Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Cerablûs xistiye nav sînorên xwe. PDK jî wek ENKS’ê ya Îbrahim Biroyî ketiye bin xizmeta dewleta TC’ê. Jixwe komên çete yên kontra yên Îbrahîm Biro navê “Pêşmergeyên Rojê” li wan kiriye, bi hêzên TC’ê yên dagirker re hevkariyê dikin. PDK jî di vir de roleke girîng dilîze.

Tiştên di van rojên ber bi salvegera 25’ê Îlonê ve tên jiyîn, agahiyên ji paşperdeya AKP’ê derdikevin,  pirsên ku wan deman di hişê gelek kesan de çêbûbûn dibersivînin.  Bi vî awayî armanca wan a 17’ê Cotmehê jî aşkera dibe û her wiha armanca dewleta TC’ê ya êrîşên dagirkerî yên li ser xeta Çelê- Avaşîn- Barzanê jî aşkera dibe. Li gor vê rewşê pêwendiya dewleta TC’ê û PDK’ê vê şikê bi me re çêdike ku gelo armanca referandûma 25’ê Îlonê ji bo gelê başûrê Kurdistanê û Hikûmetê Iraqê komployek bû?

Nûçeyên Têkildar