Qada şerê taybet-qirêj a ku dewleta TC’ê ya qirker li Kurdistanê dimeşîne gelek berfireh bûye. Çawa ku piştî 15’ê Tebaxa 1984’an de berfirehiya taktîkên berê ku dihatin kirin, hatibe berfirehkirin, di roja îro de jî di nav heman berfirehiyê de bi rehendeke cuda deng vedaye. Wek pêdiviya stratejiya şerê taybet ê qirkirina civakê; bi qetlîama jinê, ciwanan, xwezayê û çandê re û li derveyî sînor veguheriye şerekî herêmî.
Sedema sereke ya guherîna taktîka şerê taybet-qirêj a dewleta TC’ê ya qirker têkçûna li hemberî gerîlayên azadiyê ye. Çawa ku beriya sala 1984’an Tevgera Apoyî, taktîkên wan ên şerê taybet-qirêj pûç derxistin ku dewleta TC’ê ya qirker mecbûr ma ku taktîkên nû bibîne, niha jî gerîlayên azadiyê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger bi awayekî serkeftî xist meriyetê, artêşa dagirker a mêtinger têk bir û bû sedem ku dewleta qirker taktîkên xwe biguherîne.
Wek encama vê yekê jî, îro roj stratejiya şerê-taybet a li Kurdistanê wek berê nikare were meşandin. Bi hêzên şer ên taybet ên perwedekirî, nêçîrvanên mirovan, cerdevan û bi qanûnên taybet re nagihîje tu encamekê û xwe nikare ji têkçûnê xelas bike. Derbên lê ketine wê aniye ber jihevdaketinê. Têkçûna wan a herî dawî ya li Heftanînê jî nîşaneya vê yekê ye.
Dewleta TC’ ê ya qirker bi taktîk û teknîka xwe ya ku li Heftanînê teqez têkçûye. Wek çawa bi leşkerên xwe yên pispor ên bi mûçeyeke zêde dide xebitandin, yekîneyên tîmên taybet ên artêşê ku bi perwerdeya taybet, yên li gor kumên bordo-şîn hatine dabeşkirin û bi cerdevanên xwe re negihîştiye tu encamekê, her wiha xwe ji derbeyên giran jî nekariye xelas bike. Li hemberî taktîk û teknîkên nû yên gerîla; bi êrîşên xwe yên xwe dispêre teknîk û keşfê jî nekariye bigihîje encamekê. Yek ji encamêm vê yekê jî hewl didin gundên Heftanînê bombebaran bikin û erdnîgariyê ji mirovan xalî bikin. Dest bi şewitandina daristanan, zêvî, baxçeyan û kuştina gundiyan kirine û bi vê jî nemane bi ser de jî bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Başûr û rejîma Iraqê re gelek peyman çêkirine û xwestine wan tev li êrîşên qirkirina ku ew dimeşînin bikin. Serokê MÎT’a tirk Hakan Fidan ku bi komplo û entrîkayên wî kirine tê nasîn, bi vê sedemê çûye Bexdayê û gelek civîn li dar xistine.
Hakan Fidan, di hevdîtinên xwe yên ku li Bexdayê kirine, bi beraxêvên ku di nav Rêveberiya Herêmî ya Başûr û rejîma Iraqê de cih digrin re li hev kiriye. Daxuyaniyên deklere yên Serokê Rêveberiya Herêmî ya Başûr Nêçîrvan Barzanî di salvegera Fermana Êzidiyên Şengalê ya 73’emîn de daye tifaqa rayedarên rejîma Iraqê ku bi dewlata TC’ê re heye vê yekê piştast dike.
Yek ji encama peymana di navbera dewleta TC’ê, rejîma Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Başûr de ev e ku rejîma Iraqê leşkerên xwe li ser xeta Heftanînê, li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Başûr de hêzên xwe yên taybet ên leşkerî hem li ser xeta Heftanînê hem jî li ser xeta Metînayê bi cih kiriye, dewleta TC’ê hewl dide ku wek polîtîkayên ku li Bakur dimeşîne, ji bo avakirina artêşeke ku ji cerdevanan pêk tê bixebite. Niha jî ev hêz hemû hewl didin ku bi vê peymana ku di navbera xwe de çêkirine ji Xakurkê heta xeta Hecî Umranê herin. Bi vî taybetmendiya xwe ve jî bi stratejiya şerê taybet-qirêj a dewleta TC’ê li Kurdistanê dimeşîne derdixe derveyî sînorên xwe yên dewletê û wek ku li rojavayê Kurdistanê vî tiştî pêk aniye, dixwaze herêmê dagir bike .
Lê belê bi awayekî bi lez derket holê ku hevdîtina Hakan Fîdan a li Bexdayê ji bo sazkirina komplo û lîstika bi PDK’ê re bûye. Hakan Fîdan û rêveberiya PDK’ê bi hev re bi zanebûn hewl dan rejîma Iraqê bikin dûvika xwe û wê bikişînin qadên ji Heftanîn heta Xakûrkê û Hecî Umranê yên Qadên Parastinê yên Medyayê da ku li dijî PKK’ê bi aşkerayî bidin şerkirin. Pêngava destpêkê jî li Heftanînê avêtin. Lê helwesta PKK’ê ya bibaldar û hestiyar lîstika dewleta TC’ê ya qirker û PDK’ê xera kir. Lê TC û PDK dev ji vê lîstika xwe ya şerê taybet bernadan, vê carê jî berî wezîrê parastinê yê dewleta TC’ê Hulusî Akar biça were başûrê Kurdistanê bi çend rojan, li ser xeta Xakûrk-Hecî Umranê heman lîstikê kirin meriyetê. Vê carê jî lîstika wan negihîşt bigihîje armanca xwe. Helwesta PKK’ê ya bi baldar û hestiyar nehişt şer û pevçûnên dijwar derkevin û bi vî awayî lîstika wan careke din pûç bû. Encama vê bû ku dewleta TC’ê ya qirker bi balafirên şer û balafirên biçek ên bêmirov kirin dewrê û weseyîta fermandarên yekîneyên sînorî yên Iraqê bombebaran kir. Di bombaranê de berpirsên payebilind, general Zubeyîr Halî û Şemdîn Halî ên birayên hev û Muhammed Reşît hatin qetilkirin.
Dewleta TC’ê ya qirker û PDK’ya kiriye dûvika xwe bi vî awayî serî li stratejiya şerê taybet-qirêj daye yê DYA’yê çawa li Vîetnama Başûr bi kar dianî, bi hêzên hevkar xwest dest bi êrîşan bike. Lê belê ev planê wan ê komploger jî bi ser neket. Çawa ku DYA’ê nikaribû xwe ji psîkolojiya “Sendroma Vîetnamê” rizgar bike û neçar ma xwe ji Vîetnama Başûr vekişîne û pêşiya yekbûna Vîetnama Bakur û Başûr vekiribe, ev aqûbet li serê dewleta TC’ê ya qirker û hevkarên wê yên Başûr e jî.
Bi vî awayî taktîka şerê taybet-qirêj a dewleta TC’ê ya qirker ku ber bi salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê ve kir meriyetê û bi vî awayî xwest bi ser bikeve bêencam ma. Têkçûna wê ya li Heftanînê, li xeta Xakurkê- Hecî Umranê ji wan re bûye zirarek mezin. Her wiha ev piştrast dike ku gelê Kurdistanê yê 36 sal in 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya Neteweyî pêşwazî dike, ji her demê bêtir di sala 37’emîn de dikare Kurdistanê azad bike.
Çawa DYA şerê taybet-qirêj ê li Vîetnamê li herêmê belav kir û bi awayî xwest bi ser bikeve lê di dawiyê de têk çûbe, dewleta TC’ê ya qirker jî şerê xwe yê taybet-qirêj ê li Kurdistanê derbasî derveyî sînor kir û kir herêmî, wê heman aqûbet li serê wê be jî ku ev tiştekî jêneger e.