Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de jî wisa ye. Mînak, Hz. Mûsa, pişta xwe dide qebilaya Cihûyan, ew ji Xwedayê xwe diqerin, golikê zêr çêdikin û li ber wê diçin sicdê. Marks, “pêxemberê sosyalîzmê”, di 1867’an de berhema xwe ya bi nav û deng, Kapîtal dinivîse. “Şoreşger”, akademîsyen, siyasetmedar û hwd. Derbarê wê de yek gotinê nakin, yek nivîsê nanivîsin. Weke ku tişteke wisa tine ye, nêz dibin…Lenîn jî bû hedefa sûîqest û xiyanetan. Cenazê Hz. Muhamed, sê rojan li erdê dihêlin, venaşêrin. Piştre Mûaviye rêveberiya îslamê desteser kir. Hz. Ebûzer, weke “Mislimanê 5’emîn” tê zanîn, mîlîtanekî xwedî îman û cesaret e. Xiyaneta Mûaviye ya li nirxên Îslama Muhamedî dibîne û rexne dike. Wî sirgûn dikin, ta ku li çolê wefat dike.
Di nava PKK’ê de jî yên ku weke qirêjî û qûsûrên di bedenê, bi navê PKK’ê dijiyan hebûn. Ferhad û Botan, berdevkê qirêjan bûn. Dema ku li hemberî Rêber Apo û gelê kurd komployeke navneteweyî pêk hat, wer fikirîn ku êdî meydan ji wan re maye. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê di “şoqa mirinê” de bûn, wan dixwest bibin dûvikê emperyalîzmê. Dixwestin ku di sergoya kapîtalîzmê de di asta ajoyî de bijîn. Bi sedan mîlîtan û welatparêzan bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!” agir berdan bedena xwe. Di serî de M. Xalid Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan…Dîlên Azadiyê her roj şehîd didan. Ji bo ku komploger nikaribin Rêber Apo şehîd bikin, bi bedena xwe xelekên ji agir çêkirin. Berxwedana welatparêzan û gerîlla, tedbîr, siyaset û rêbazên Rêber Apo bûne yek û Rêber Apo parastin. Li gel ku Rêber Apo gelek caran got, “Bila kes xwe neşewitîne” jî bi sedan mirovî xwestin kîn û hêrsa xwe bi agirê canê xwe nîşanî dewletî/desthilatdar û komplogerên cîhanî bidin. Peyama zarok, ciwan, jin, mêr û pîran, gihaştibû cihê xwe. Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê ya wê demê Madeleîne Albrîght, ku koordînatora komployê bû gotibû, “em ne li benda ev qasî bûn.”
Helwesta herî zehmet û mezin, Rêber Apo nîşan dabû. Ji bo fedaiyan mirin, di rewşên wisa de belkî bijarteka herî rehet e. Di PKK’ê de fedaiyê yekemîn, Rêber Apo ye. Hê dema di balafirê de ye, biryar dide ku neaxive û bikeve rojiya mirinê. Piştre ferq dike ku jixwe komploger jî wê dixwazin û xwe ji qiyameta gelan re amade dikin. Fîloya 6’emîn li Derya Spî tê sekinandin; hêzeke mezin a NATO’yê jî li aliyê Sirbistan-Qeredax-Azerbaycanê ye. Ew li bendê ne ku Rêber Apo helwesteke Wî bibe şehadetê tercîh bike. Ew şehadet jî weke topeke ji agir û bombeyeke atomê bikeve bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Di encamê de wê bi deh hezaran kurd û tirk bimirin, şerê navxweyî derkeve. Amerîka û hevkarên xwe jî ji Îskenderûn heta Îdirê xetekî bikşînin, bikevin navbera kurd û tirkan. Di vê qiyametê de wê hem kurd hem jî tirk bûbûya qûrban. Weke pêşiyan gotî, yê mala me şewitîba, wan jî kewê xwe li ser bikiziranda. Piştî ku Rêber Apo ev ferq kir, li Îmraliyê bi rayedarên dewletê re diaxive, lê ew vê zêde fêhm nakin. Hêjî gêjê “serkeftinê” ne. Jixwe piştî komployê bi şeş salan jî Ecewîd gotibû, “min fêhm nekir, Amerîka çima Apo da me.” Bersiv, li jor e.
Rêber Apo, piştî komployê got ku, “Komployên dîrokî pêşiya geşedan û pêşketinan nagirin, leztir dikin.” Li gorî vê tespît û nirxandina xwe jî têkoşîn meşand.
Di rewşên kirîtîk de, mirov bi qasî helwestên xwe hêja ne.
Rêber Apo canê xwe nefikirî û kete nav hewldanan ku rastiya komployê bi gelê kurd û tirk bide fêhmkirin. Di hevdîtinekî de ji rayedarên dewletê re gotibû, “Helwesta min, jiyana mîlyonek mirovî parast.” Rayedarên dewletê dibêjin, “na, jiyana 10 milyonan parast.” Çîroka 25 salan tê zanîn. Rêber Apo, agirê destpêkê tefand, hêzên gerîlla kişandin derveyî sînorên Tirkiyê yên fermî. Projeya Komara Demokratîk pêşxist û dest bi afirandina xwe Paradîgmaya Ekolojîk, Demokratîk û Azadîxwaziya Jinî kir. 11 pirtûkên parêznameyan û Nexşe Rêya çareseriyê, bi hezaran rûpel nivîs nivîsî. Dema ku tecrîd hinekî din sist bû, ew qasî jî bi nîşeyên hevdîtinê Mîmariya Aştiyê kir. Weke mirovekî oldar got; “Xwe weke mûmekî heland û em ronî kirin.”
Mixabin dîwarê dewletê bilindkirî û çarçefa wê ya reş, nehişt ku civaka Tirkiyeyê Rêber Apo zêdetir nas bike. Lewre ew ji bo dewletê mirin, ji bo gelan rizgarî û azadî bû.
Hêzên azadî û demokrasiyê jî nekarîn weke ku tê xwestin wan bendan derbas bikin.
Piştî komployê aliyê kurd çikir? Çawa nêzî helwest, ked û berhemên Rêber Apo bû? Li ser “Pira Seratê” ya kurdistanî, her kes divê li şopa xwe, gotin û pratîka xwe binêrî û bersiv bide.
Em ê di nivîseke din de, ji aliyekî din ve jî nêzîkatiya xwe bigirin dest…
26 sal di ser komploya 9’ê Cotmehê de derbas bûn. Em di şexsê M. Xalid Oral û Kurdê de şehîdên azadiyê bibîr tînin, komplogeran şermezar û lanet dikin, dibêjin “Wê azadî bi ser bikeve!”