Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Komxebata ‘Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin’

Komxebata yekitiya neteweyî ya KNK-Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk tê lidarxistin, dest pê kir. Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Ekrem Hiso diyar kir ku dewlet tirk dixwaze gelê kurd qir bike

Bi pêşengiya KNK-Rojava, bi dirûşma ‘Em ê bi yekitiya neteweyî pêşî li dagirkerî û şerê navxweyî bigirin’ komxebatekê dest pê kir.

Tevî partiyên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan tev li komxebatê bûn.

Ji Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-S’ê Mihemed Hac Eyub û vexwendiyên ji Heleb, Şehba û Kobanê tev li komxebatê dibin.

Komxebat dê bi du beşan pêk were. Di beşa destpêkê de dê metirsiya dagirkeriya tirk a li ser dîroka Kurdistanê bê nirxandin. Ev beş dê ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDSK’ê Cemal Şêx Baqî û Endamê Rêveberiya KNK-Rojava Ebîr Hesab bê birêvebirin. Di beşa duyemîn de jî dê nêzîkatiya kurdan a li vê pêvajoya dîrokî were nîqaşkirin. Ev beş jî dê ji aliyê Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û Parêzer Fadil Mûsa ve bê birêvebirin.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn ku komxebat bi gelek pêşniyaran bi dawî bibe û ev pêşniyar pêşkêşî hêzên kurdistanî bêne kirin.

Kurd divê li heman refî bin

Komxebatê bi axaftina Endamê Rêveberiya KNK’ê Ekrem Hiso dest pê kir. Ekrem Hiso anî ziman ku armanca komxebatê ew e, gelê kurd li dijî metirsiyan bibin xwedî heman fikrî.

Ekrem Hiso diyar kir ku KNK ji sala 1999’an û vir ve destnîşan dike ku Kurdistan yek e, nabe bê parçekirin û wiha got: “KNK hewl dide li çar aliyên Kurdistanê kurdan li heman refî bicivîne. Dagirkeriya tirk niha êrîşî hebûna gelê kurd dike û armanca xwe dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.”

Hiso destnîşan kir ku gelê kurd, YPG, HPG û hêzên pêşmerge li dijî dagirkeriyê radibin, hebûna gelê kurd diparêzin û diyar kir ku divê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayîn.

Armanca dewlet tirk qirkirina kurdan e

Hiso bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker tengav bûye, li gelek aliyan têk çûye û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk niha hewl dide ku li Astanayê hin civînan li dar bixe. Armanca xwe ya bingehîn ew e ku nehêle Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin. Lewma divê bê zanîn ku dewleta tirk dixwaze gelê kurd qir bike.”

Her wiha Hiso ragihand ku komxebat wê bi pêşniyaran bi dawî bibe, ev pêşniyar jî dê pêşkêşî gelê kurd û hêzên kurdistanî yên li başûrê Kurdistanê bêne kirin.

Piştî axaftina Ekrem Hiso, nîqaşên li ser metirsiya dagirkeriya tirk a li ser dîroka Kurdistanê dest pê kir. QAMIŞLO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar