Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Komxebata ’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’ bi dawî bû’

Komxebata “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’’ li Şengalê bi dawî bu. Di komxebatê de gelek semîner hatin dayîn û nêrînên mêvanan jî hatin girtin. Eleqeya mêvan û civaka Şengal bo komxebatê bal kişand ser xwe. Hemû axaftvanan daxwaza pêkanîna proja netewa demokratîk anîn ser ziman.

Komxebata bi sernavê ‘’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’’ li navenda Şengalê  li Hola Azadî vê sibê bi 450 mêvana û beşdarvana destpêkirîbû bi dawî bû.

Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo danasîna fikrê Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê hatîbû lidar xistin.

Pişt nîvro jî komxebat bi sernivîsa “Pirsgirêkên Iraqê û Çareseriya pirsgirêkan bi rêya netewa demokratîk” bi semîneran berdewam kir.

Semînera yêkem bi rojeva “Sîstema Rêveberiya Xweser” hate dayîn ji aliyê Hevserokê PADÊ Hisên Hecî ve. Hîsên Hecî bal kişand ser ku civak xwedî mafê xwe birêve birin û parastinê ye û got divê ev maf jêre zêde neyê dîtin. Hisên Hecî bo Şengale wate û girîngiya proje û sîstema Rêveberiya Xweser vekir û pêşketinên li Şengalê çêbûne jî bibîr xist.

Semînera dûyem jî ji aliyê endama Rêveberiya TAJÊ Sûham Dexîl hate dayîn. Di vê beşê de jî danasina netewa demokratîk pêk hat. Dexîl bal kişand ser rastiya netew dewlet, pirsgirêk û zextên desthilatdarî li ser kêm netewan û got proje xweseriya demokratîk ya Rêber APO di pêşeroja azadî, hevgirtin, piştgirî û pêkrejiyana civakan şansekî dîrokî ye.

‘Bo pêşerojek azad û demokratîk Netewa Demokratîk’

Dexîl wiha pêde çu; “Heger wek jin îro em mijara pirsgirêka jin nîqaş dikin em dibînin ku li Iraqê jî herî zêde bê maf hatî hiştin jin bi xwe ye. Serok Apo dibêje jina azad buyî civaka azadbuyî ye, civaka azadbuyî jî netewa demokratîk e. Em dibînin li rojhilatê Kurdistanê jî evqas demek dirêj çêbû ku serhildana jin, jiyan, azadî didome. Armanc hilweşandina sistemên faşîst, dîktatoriyê ye. Dirûşma jin, jiyan, azadî ji aliyê Rêber Apo ve hate rojevê û ket rojeva me hemuyan. Îro li Şengalê jî gelek kêm netew dijîn, sunî, şiî, xirîstiyan û êzidî jî di nav de hemû kêm netew dikarin bi hevre bi awayek demokratîk û hevgirtî jiyan bikin. Her netew bêyî ku tinê menfaat û sûda xwe bifikire bi hevre divê pêşerojek bi hevre bifikirin û ava bikin. Herkes yê jê qezenc bikin. Sîstema xweseriya demokratîk jî ji komîn avakirinê derbas dibe. Civak bi xwe ji jêr de xwe birêxistin dike û ber bi jor ve sîstema xwe xurt dike. Ji bo em bibin civakek azad û demokratîk divê em hemû netewa demokratîk esas bigrin û ava bikin. Divê em bibînin ku civak çawa xwe bi xwe dikare xwe birêve bibe û pêşerojek azad, demokratîk ava bike.”

Piştî semînerê nêrînên mêvanan jî hate pirs kirin. mêvanên nêrînên xwe parve kirin hemuyan piştgiriya xwe bo sîstema netewa demokratîk bilêv kirin.

‘Iraq bo xweseriya demokratîk dest dide. Tekane rê Netewa Demokratîk e’

Ji aliyê Cîgerê Hevserokê Desteya Rêvebir ya Xweser a Şengalê Azad Hisên pênaseya rêveberiya xweser hat kirin: di sala 2014’an de gava êzidî ru bi ruyê komkujiyekî hatin di wir de ne hêza Iraqê û ne jî ya PDK bi hewara gel ve rabun, yê ku li ber sekinî û parastina vê civakê û gelî kir şagirtên Rêber APO bun. Ji bo wê jî pêwîstî hat dîtin ku rêveberiyeke xweser were ava kirin her wiha hêzên parastinê jî werin ava kirin. me tu demî li dijî destur, qanuna iraqê kar nekiriye. Tişta em dixwazin, rêveberiya xweser jî zerer nade iraqê, yê bihêztir bike. Fikrê Rêber Apo pir belav bûye. Bi taybetî ev projeya Netewa Demokratîk ya ku Rêber Apo pêşxistiye bo sedem ku di asta dewletan de pirsgirêkên netew-dewlet, civakan bê nîqaş kirin û nîşan da ku tekane rêya çareseriyê sîstema Netewa Demokratîk e.”

‘Mafê xwe rêvebirinê mafê her gelî ye, qanun jî vê mafê dide’

Şêx Azad jî li ser zagona Iraqê û deriyê vekirî bo pêkrejiyana miletên li Iraqê dijîn yêk bi yêk vegot; “Dema DAIŞ êrîş kir em bê parastin bûn. Tu netewek nîne ku bê parastin mabe, hemû xwedî parastinin. Mafê me jî heye em xwe biparêzin.dewleta Iraq komarekî demokratîk e, bi rêveberiya xwe de jî bi bingeh û zemîna rêveberiya demokratîk jî xwe nîşan daye. Ev zemînê xwe rêvebirina miletan dide gelan. Di nav destûra Iraqê de li gora maddeya 116’yan maf heye ku her civak xwe birêve bibe û rêveberî ne îlakî navendî bê meşandin. madeyekî din de jî tê gotin mafê her netewekî li İraqê heye ku li gora irf, edet û kevneşopiya xwe bijî, îbadetên xwe pêk bîne. Li ser esassen ku em bikaribin bi rêyên qanûnî bi destûrê re em mafên xwe û daxwazên xwe pêk bînin, me ji bo vê serlêdan û daxwaz kiriye, lê belê heya îro jî li ser nehatiye sekinandin.”

Piştî semînerê mêvan jî beşdarbûn û piştgiriya xwe bo proja xweseriya demokratîk anîn ser ziman.

‘Bi hêjmarek kêm lê xebatên mezin em dikin’

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Heso Brahîm jî kar û xebatên Rêveberiya xweser û sîstema Meclîsa gel vekir û wiha got; “Gelê me yê Iraqî, Kakaî ji me dipirsiyan gelo em çawa karê xwe dimeşînin. Em dixwazin îro van xebatên meclîsê bînin ser ziman. 27 endamên meclîsê re kar dimeşe. Bi 27 endaman me 15 belediye pêşxist, paqijî, xizmetguzarî pêşxist. Îro 13 meclîsên taxa, bajarokan avabûna û xizmeta civaka xwe dike, 11 meclîs ya êzidiyan e, 2 jî ya miletê me yê ereb e. em dikarin bêjin pêkrejiyan pêşdikeve û avadibe. Şengal aram dibe û yên vegerin jî bila bizanin cihê herî aram, ewle axa wî ye. yên vegeriyane re jî em heya dawî bûne alîkar û me her alî de piştgirî daye, alîkar bûne. Medrese ava bikin em da ku em bikarin bi zimanê dayîkê zarokên xwe perwerde bikin. Bavê Şêx raste peyamek dabu da ku xoşk û birayên me vegerin gel malbatên xoşk û birayên xwe. Ev peyam û daxwaz hêjan berdewam e. Em heya dawî hêvî dikin û talêp dikin ku veger bidome, emê heya dawî piştevanê civaka xwe ne. Kal û pîrên me digot, heger kurmê darê ne ji darê be dar nakeve. Partiya demokrat miletê me li kampande esîr digrin da ku hilbijartinan de rayê wan bigrin. Em vê qebûl nakin, rast nabînin. Em wek rêveberiya xweser îro li vir jî dibêjin, her kesek we, xwedî dil û vîcdan kî bin hûn bila bibin, ji çi miletbin bila bibin em bi yêk deng, bi yêk hedef kesên dijminahî dikin, xirabî dikin re tekoşîn bikin, pêkre jiyana azad pêk bînin. Hemû xelkên li ser xaka Iraqê dijî Iraqî ne, bi hevre em dikarin bi awayek demokratîk jiyan bikin, Netewa Demokratîk pêk bînin.”

Komxebat bi eleqeyekî mezin heya êvarê berdewam kir û bi nîşandana sînevizyonekê li ser komploya navdewletî li ser Rêber Apo bi dawî bu.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar