Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî didome

Komxebata 3’yemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî ku bi pêşengiya MSD’ê tê lidarxistin, îro bi dirûşma ‘Ji hevpeymana civakî ya Sûriyeyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve’ li Kobanê dest pê kir. Di komxebatê de gelek nûnerên muxalîf ên li welat û derveyî welat jî amade bûn

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Eywana Newroz a Kobanê bi dirûşma ‘Ji hevpeymana civakî ya Sûriyeyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve’ organîze kir.

Di komxebatê de gelek kesayetên siyasî, serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundirê Sûriyeyê yên weke Partiya Îradeya Gel, Komeleya Celadet Bedirxan, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Kutle Wetenî ya Demokratîk, Şepêla Mecd a Sûriyeyê, Şepêla Niştîmanî ya Demokratîk ji bo Ilmaniyê, Partiya Demokratîk a Civakî, Komîteya Xebata Niştimanî, Şepêla Guhartinên Aştiyane, êlên ereban, Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk, Partiya Ciwanan, Partiya Sûriyeyê ya Neteweyî ya Civakî û gelek rêxistin û partiyên din jî amade bûn.

Ji derveyî welat jî gelek kes amade bûn

Ji derveyî Sûriyeyê jî nûnerên ji Şepêla Çepgir a Şoreşger, Partiya Destûrê ya Sûriyeyê, Navenda Esbar a Lêkolînên Stratejîk, Şepêla Sûriyeyê ya Sererastkirinê, Şepêla Niştimanî ya Azad û serokê berê yê Îtilafa Wetenî ya Hêzên Şoreşê û Muxalefetê Besam El Melk di komxebatê de amade bûn. Hevserokên MSD’ê Riyad Derar û Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û 132 delege jî tev li komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Emîne Umer axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Umer diyar kir ku armanca wan a ji van hevdîtinan ew e ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, bigihijin nêrîneke hevpar.

Piştî Umer, Riyad Derar jî axivî. Derar bal kişand ser dema hevdîtina diyalogê û têkçûna DAIŞ’ê û ev nirxandin kir: “Di dema ku terora DAIŞ’ê li Baxozê têk diçe, sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî tê lidarxistin. Lê êdî em li pey şaneyên wan bikevin. Em ê destûr nedin ku jahra wan di tarîtiyê de belav bibe. Divê têgeha nenavendîbûna demokratîk bê qebûlkirin. Ji bo ku gel bikarin xwe bi xwe birêve bibin, pêdivî bi vê sîstemê heye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komxebeta Yekemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî di 18’ê tîrmeha sala 2018’an de, ya duyemîn de 28’ê mijdara sala 2018’an de û ya sêyemîn jî îro tê lidarxistin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar