Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Komxebata li dijî DAIŞ’ê ya li Amûdê didome

Komxebata navneteweyî ya têkildarî DAIŞ’ê di roja dawî de li Amûdê berdewam dike. Îro jî mijarên weke milên mafnasî yên terora DAIŞ’ê û çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAIŞ’ê bên nirxandin. Komxebat îro dê bi encamnameyekê bi dawî bibe

Yekemîn Komxebata Navneteweyî li Cîhanê ya têkildarî DAIŞ’ê ku bi pêşengiya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve hate organîzekirin, li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo li Hola Beylesan di roja sêyemîn de dest pê kir. Îro roja dawî ya komxebatê ye û dê li ser du mijaran semîner bên dayîn.

Di mijara yekemîn de dê milên mafnasî yên terora DAIŞ’ê bên nirxandin. Komkujî, kiryar û binpêkirinên terora DAIŞ’ê ya der heqê jinan de, binpekirinên DAIŞ’ê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, darizandina endam û malbatên DAIŞ’ê û her wiha zelalkirina dem û darizandina wan dê di nava vê mijarê de bên nîqaşkirin. Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şer de Gadi Sari dê moderatoriya mijarê bike û pisporê qanûnên navneteweyî Mehmud Patil, endamê Komîteya Mafnasiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê Luqman Xidir Îbrahîm û mamosteyê mafnasiyê yê Zanîngeha Parîsê Dominique Inchauspe jî dê semînerê bidin.

Çareserî û pêşniyar

Di mijara duyemîn de jî dê çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAIŞ bên nirxandin. Di nav vê mijarê de çareserkirina terora DAIŞ’ê ji hêla siyasî, leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî, civakî, qanûnî, olî û çandî de bê analîzkirin. Moderatoriya mijarê dê mamosteyê Zanîngeha Bexdayê Farah Sabir bike. Semîner jî ji aliyê bijîşk û pisporê nakokiyên navneteweyî Thoreau Redcrow, damezirînerê Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Tenduristiyê Dr. Peter Neuman, endamê Navenda Navneteweyî ya Tundrawiyê lêkolîner Peter Knnob û lêkolîner û nivîskar Çeleng Omar ve bê dayîn.

Gotûbêj dê bi mêvanan re bên kirin û dê komxebat bi xwendina encamnameyê ji raya giştî û çapemeniyê re bi dawî bibe. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar