Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Komxebata Yekitiya Neteweyî sibê li Amedê dest pê dike

Tifaqa Kurdistanî dê sibê saet 09.00’an de li Otêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê bi tevlêbûna bi sedan beşdaran Komxebata Yekitiya Neteweyî li dar bixe

Partî û rêxistinên kurd ên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Tevgera Azadî û Partiya Azadî ku di bin sîwana Tifaqa Kurdistanê de ne, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de dê sibê li Amedê dest bi Komxebata Yekitiya Neteweyî bikin.

Komxebata Yekitiya Neteweyî dê sibê saet di 09.00’an de li Otêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê dest pê bike û dê du rojan bidome. Di komxebatê de li ser çawaniya pêkhatina fikr û ramanên li ser yekitiyê bên nîqaşkirin.

Tê payîn ku hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, serok û nûnerên partiyên kurdistanî û bi sedan kesên ji nûnerên partî, komele û tevgeran beşdarî komxebatê bibin.

Mijarên dê bên nîqaşkirin

Mijara yekemîn a komxebatê destnîşankirina modêlelek mayînde ye. Di vê çarçoveyê de beşdarên dê pirsa ‘Gelo ji bo modêleke mayînde ya tifaqê hewcehî bi meclisa neteweyî, bi kongreya neteweyî yan bi eniyeke demokratîk heye’ bê bersivandin. Di vê çarçoveyê de jî di komxebatê de modêlên Tevgera Yekitiya Neteweyî ya Kurdan (TEVKURD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), cerebeyên Herêma Federa ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Eniya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û modelên yekitiya neteweyî yên cîhanê bên nirxandin û li gorî vê jî dê nav, bername û xebata wê bê diyarkirin.

Mijara duyemîn a komxebatê de jî dê ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya tifaqa neteweyî ya mayînde û hevparîbûna di nirxên neteweyî de dê nîqaş bên meşandin.

Her wiha mijara sêyemîn a komxebatê jî têkildarî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan e. Ji bo parastina van destkeftiyan dê Komxebata Tifaqa Kurdistanî nexşerêya xwe destnîşan bike.

Piştî axaftina vekirinê Komxebat dê ji çapemeniyê re girtî dewam bike. Encamnameya komxebatê jî dê di saetên êvarê ya roja yekşemê de bi raya giştî re were parvekirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar