Tora Ziman û Çandan bi armanca nexşerêya xwe diyar bike îro li Otêla Demîr a Amedê dest bi yekemîn komxebata xwe kir. Di axaftina destpêkê ya komxebatê de zimanzan Zana Farqînî axivî û bixêrhatina beşdaran kir
Tora Ziman û Çandan bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Otela Demîr a Amedê komxebata ziman ku dê du rojan bidome, li dar xist. Di nav de nivîskar, akademîsyen, hindekar, weşanger, kardêr, saziyên jinan û saziyên çand û hunerê jî, zêdetirî 300 kes tev li komxebatê bûn.
Zimanzan Zana Farqînî di axaftina vekirinê ya komxebatê de axivî û wiha got: “Rewşa ziman û çanda me dilê me hemûyan disoje. Ji bo guhartina vê rewşê em hemû çi wekî sazî çi jî wekî kes gelek karan dikin, lê belê em hemû jî dizanin ku pêdivî bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal heye. Her wekî hûn dizanin di 22-23’yê mijdara 2019’an da komxebata Tora Ziman û Çandan hatibû pêkanîn û du rojan li ser mijarên zimanî û çandî, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û 45 xemxurên ziman û çanda kurdî û gelên din bangek kir. Di wê komxebatê da biryara pêkanîna komcivîneka berfireh hatibû dayîn. Li ser vê biryarê sekreterya ya Tora Ziman û Çandan bi piştgirîya endamên Desteya Şêwrê xebata vê komcivînê kir.”
Mijarên dê din komxebatê de bên nîqaşkirin
Di berdewamê de jî Farqînî bal kişand ser bi hêzkirina komxebatê û wiha domand: “Di serî da ez dixwazim bibêjim ku me hewl da hemû kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî li hev kom bikin, rêyeka danûstandinê di navbera wan da ava bikin û der barê mijarên zimanî û çandî da toreka berfireh ava bikin. Ji bo wê jî çendî ji destê me hat, me hewl da ku xwe bigehînin hemû kes û saziyan û me vexwendin vê komxebatê. Em îro nêzî 300 kes li vir kom bûne û ev yek ji bo me şanaziyeka mezin e. Lewma ez dubare ji bo hatin, beşdarbûn û bihêzkirina we ya vê komcivînê spasiyê li we dikim. Komcivîna me dê du rojan berdewam bike û der barê mijarên curbicur de nîqaş dê bên kirin. Di komcivînê da dê di mijarên wek mafên zimanî, pêwendiya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl da gengeşe bên kirin. Di komcivînê da dê li gel rewş û kêşeyên ziman û çanda kurdî, rênexşe û rêzikên xebata torê jî bên diyarkirin. Di çarçoveya berfirehkirina Tora Ziman û Çandan da dê gotûbêj bên kirin û biryar li ser statû û rêziknameya torê bên girtin.”
12 maseyên tematîk hatine avakirin
Zana Farqînî bernameya komxebatê jî wiha bi bîr xist: “Ji bo ku em ji vê komcivînê sûdê wergirin û di siberojê da xebatên karîger bidin ber xwe, me 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan ava kirin. Di her maseyê da nîqaş û xebatên tematîk û taybet dê bên kirin û di dawiya komxebatê da her mase dê der barê xebat û nîqaşên xwe da raporan amade bikin. Dîsa di her maseyê da moderatorek û nîşegirek hate hilbijartin û ew dê nîqaşên navxweyî bi rêk û pêk bikin û raporê amade bikin.”
Farqînî herî dawî jî serketin ji beşdarvanên komxebatê re xwest û ev peyam da: “Ez bi ser navê sekreteryaya torê cardin xêrhatina we hemûyan dikim û hêvî dikim, komcivîna me bibe wesîleya nîqaşên sûdewar û Tora Ziman û Çandan bi hêztir bike.”
Komxebatan piştî axaftina ji çapemeniyê re girtî dewam kir. AMED