Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn El Xelef destnîşan kir ku komxebata jinên êlan careke din hevgirtina jinan îsbat kir û got ku komxebata jinên êlan gaveke dîrokî bûye
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn El Xelef girêdayî komxebata jinên êlan a di 1’ê Îlonê de li Keleha Caiber a bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin, axivî. Xelef behsa komxebatê û mijarên ku komxebatê de hatin nîqaşkirin, kir.
Xelef di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku lidar xistina komxebatê li herêma Firatê ji bo wan û hemû jinan gaveke dîrokî bûye û wiha got: “Ev komxebat li gorî cureya xwe li ser asta Sûriyeyê bi taybetî li Rojhilata Navîn yekemîn e. Em bi vê gavê serbilind in û em dikarin bêjin ku ev kombûna girseyî ji hêla jinan ve delîl e ku jin dikare ji paş maskeya ku li ser wê di dirêjahiya salan de hatibû ferzkirin derkeve. Komxebat di dema ku Tirkiyr gefa dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixwe de, hat lidarxistin . Gelo heta kijan astê beşdaran ev geşedan nîqaş kirin û encam çi bûn?
Di komxebatê de jinan gotina xwe gotin û teqez kirin ku dê bi hevgirtin û yekrêzî li hember dewleta tirk a dagirker bisekinin. Her wiha teqez kirin ku mîna çawa li hember terorê sekinîn û zordestî red kirin dê rê nedin dagirkeriya Tirkiyeyê jî. Erdogan hewl dide serdema osmaniyan careke din vejîne.”
Bi saya şoreşê jin bûn xwedî rolek çalak
Di berdewamiyê de Xelef destnîşan kir ku rola jinan di nav civakê de sînordar bûye, ji ber di bin bandora zihniyeta mêrdestiyê de bûn nikaribûne nêrîna xwe bînin ziman û wiha domand: “Ji ber ku civak xwedî taybetmendiya êlî ye. Bi rêya şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi tevlibûna jinê di rizgarkirina herêman de ji DAIŞ`ê êdî jin bû xwedî rolek çalak. Berxwedan û dengê jinê gihaşt tevahiya cîhanê. Ew jî rê ji pêşiya tevahiya jinan vekir da ku rolên xwe bilîzin û cihê xwe di tevahiya warên jiyanê de bigirin.”
Rola jinan hatibû paşguhkirin
Her wiha Xelef bal kişand ser asta rewşa jinan a di nava civakê de û derbaskirina wan kevneşopiyên civakê û ev tişt parve kir: “Jin ne tenê ji destê kevneşopiya civakê zehmetî dikişan, di heman demê de ji aliyê hişmendiya dewleta desthilatdar ve jî rola jinê dihat paşguhkirin. Her wiha di pêvajoyên berê yên dewleta Sûriyeyê de me dît ku çawa rola jinê di meclis û saziyan de hat paşguhkirin û di cihên girtina biryaran de jî qîmeta wê kêm dikir. Lê piştî rizgarkirina herêman bi zendên jinên leheng û şehîdên jin pêwîst bûye ku tevahiya jinên herêmê bi erkên xwe rabin û tiştên kun li ser tevahiya astan jê têne xwestin pêk bînin.” REQQA