Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

KON-MED: Bertekên gel der diçin zêde dibin

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut bêdengiya Ewlopayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: “Divê li dijî sûcên şer ên AKP’ê, xeta têkoşînê bê avakirin.”

Kongreya Civaka Dekokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, li çar aliyên Ewropayê bi tevlibûna deh hezaran di 12’ê cotmehê de li Dusseldorfa Almanyayê meşek li dar xist. KCDK-E Roja meş hatiye lidarxistin wek Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî îlan kir. Di meşê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve hat şermezarkirin û bertek li bêndengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Netewên Yekbûyî (NY), NATO û dewletên alîgir hat dayîn. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî peyamên li meşê hatine dayîn û bêdengiya Ewropayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nirxand.

Berteka gel her ku diçe zêdetir dibin

Zumrut bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û da zanîn ku gelek belge û delîlên van êrîşan hene. Zumrut, wiha domand: “A rastî pêşiya vê jî heye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê û sûcê şer e. Tevî ku îmzeya Tirkiyeyê di peymanên qedexekirina çekên kîmyewî de heye, dîsa jî Ewropa li dijî vê yekê bêdeng e. Berê li Dêrsimê, Geliyê Tiyarê hat bikaranîn. Me Helepçeyê ji bîr nekir. Îro li Zap, Metîna û Avaşînê bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya qirkirineke nû ya kurdan. Ji ber vê yekê ye ku bertekên kurdan û yên dostên wan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî her ku diçe zêdetir dibin.”

Bêdengiya saziyên navneteweyî didome

Bi domdarî Zumrut da zanîn ku li gel têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî gelek dosye û dane teslîmî saziyên Ewropayê hatine kirin lê dîsa jî bêdengiya van saziya didome û wiha pê de çû: “Divê demildest ev bêndengî were terikandin û li dijî vî sûcê mirovahiyê her kesek têkeve nava liv û tevgerê. Divê li dijî AKP’ a ku sûcên şer pêk tîne xeta têkoşînê bê avakirin. Ji ber ku ev êrişên bi çekên kîmeyewî li dijî kurdan tên bikaranîn lê belê li dijî vê yekê berpirsyariya hemû gelan heye.”

‘Ewropa xwe ker dike’

Zumrut anî ziman ku Ewropa xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê xwe ker kiriye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Herî dawî daxuyaniya ‘Di destê me de dane tune, ev nerazîbûn li gorî çi têne kirin’ hat kirin. Di dîmenên beriya niha de jî dane vekirî û zelal in lê heke daneyeke zelal bê xwestin, divê şandeyên serbixwe biçin herêmê û lêkolînê bikin. Ev lêkolîn li hêlekê bi destê Ewropayê li hêla din bi destê PDK’ê tê qedexekirin. Divê şandeyên serbixwe biçin li wir lêkolînê bikin û encamên wê bi cemaweriya re bên parvekirin. Lê belê dema mijar dibe kurd her kes ker û lal e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar