PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

KON-MED’ê banga tevlîbûnê ji bo Newroza li Frankfûrtê kir

KON-MED'ê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistaniyan û dostên wan ên li Almanyayê kir ku 25'ê adarê li Frankfûrtê beşdarî çalakiya Newrozê bibin.

Hevserokatiya KON-MED’ê bi wesîleya çalakiya Newrozê ya li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê ku wê di 25’ê adarê de bê lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev Newroza îsal bi biryardariya hesabpirsîna ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêşwazî dikin û wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedana civakî, Newroza ku li dora agir dengê edalet û aştiyê bilind dibe, Newroza ku bi milyonan kes bi êş û hêrsa erdhejê biherikin qadan.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Newroza îsal ku li sala 50’yemîn a têkoşînê rast tê. Newroza dema azadiyê ye. Sala 2023’yan wê bi têkoşîna Kawayan a li dijî Dehaqan, bibe sala berxwedanê.”

Di daxuyaniyê de bang li gel û dostan hate kirin ku li qadên Newrozê li ber zalim û zordestan rabin û li dora agirê Newrozê kom bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“Em wek sîwana sazî û meclîsên gelê kurd ên li Almanyayê, KON-MED, bang li her kesî dikin, ku li ser bingeha xurtkirina yekitiya neteweyî û parastina destketiyên civakî, bi dostên xwe yên şoreşger û demokrat, bi ruhê seferberiyê li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê, di 25’ê adarê de li Frankfûrtê beşdarî Newroza Navendî ya Almanyayê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar