KON-MED’ê ji bo meşa ku dê di 14’ê kanûnê de li gelek welat û navendan bên lidarxistin, banga tevlêbûnê li hemû kurdistanî û dostên wan kir
Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Almanyayê (KON-MED) ji bo tevlêbûna meşa ku dê di 14’ê kanûnê de bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Daxuyaniya KON-MED’ê wiha ye:
“Dîroka Komara Tirkiyeyê, dîroka komkujiyan e. Ji Roboskê heta Rojava dewleta tirk bi balefiran zarok qetil kiriye. Di 14’ê Kanûnê de ji bo Rojava dê meşên enternasyonalîst werin lidarxistin. Di serî de Almanya, dê li gelek bajar û welatên cîhanê ev meş werin lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila li hemberî van êrîşên dagirker bibin yek û hesap ji dewleta tirk a qirker bixwazin. Meşên di 14’ê kanûnê de dê ji bo hemû kurd, tirk, elewî, êzdî, suryan û hemû gelên bindest bên lidarxistin. Divê bi berxwedana li Kurdistanê bin.
CIHÊN ÇALAKIYAN
KOLN
(Bonn, Koln, Bîlefed, Dortmûnd, Duusseldorf, Dûîsbûrg, Essen)
Cih: Hans-Boockler-Platz, 50672 Kooln
Saet: 13.00
FRANKFURT- DARMSTADT
Cih: Bockenheimer Warte 1
60325 Frankfurt am Main
Saet: 14:00
HANAU
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 14:00
BERLÎN
Cih: Bernauerstr
Saet: 13:00
LEÎPZÎG
Cih: Eisenbahnstrasse Rabet
Saet: 14:00
BREMEN-OLDENBURG
Cih: Hauptbahnhof Bremen
Saet: 14:00
HANNOVER-SLZGÎTTER
Cih: Hauptbahnhof Hannover
Saet: 14:00
HAMBURG-KÎEL
Cih: Pêşiya HBF’ê, Hamburg
Saet: 15:00
MUNÎH
Cih: Schutzenstraße
Saet: 14:00
STUTTGART
Cih: Lautenschlager str.
Saet: 14:00
HEÎLBRON
Cih: Kolpingstr. 120
Saet: 14:00
NURNBERG
Roja şemiyê bi otobusên ku hatine kirêkirin dê di nava bajêr de were gerandin û li pêş konsolosxaneya tirk û şîrketên ku çekan çêdikin dê were sekinandin û belavok werin belavkirin.”