Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên afgan palpişt e

Siyasetmedar Besîme Konca bal kişand ser têkoşîna jinên ku ev 2 sal in li dijî Talîbanê Afganistan bi dest xist li ber xwe didin û got: “Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên afgan palpişteke girîng e.”

Du sal derbas bûn ku Talîbanê piştî 20 salan di 15’ê tebaxê de Afganistan ji nû ve bi dest xist. Pêvajoya desteserkirina axa welat a Talîbanê, ku piştî peymana Doha ya bi Amerîkayê re di destpêka sala 2020’an de hat îmzekirin hat lezandin, di 15’ê tebaxa 2021’yan de bi derketina serokê Afganistanê Eşref Ganî re bi serdestiya paytext Kabîlê re temam bû. Ji wê demê ve tu welatan bi awayekî fermî hikûmeta Talîban a li Afganistanê nas nekir. Talîban a di vê pêvajoyê de maf û azadiyên li welat bisînor kirin, bi taybetî jî jin û destkeftiyên wan hedef girtin.

Dema qanûnên şerîatê hatin sepandin, jin bi hincetên olî rastî zext û binpêkirinên mafan hatin. Wezareta Jinan weke ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” hat guhertin. Tabelaya Wezareta Jinan a li paytext Kabûlê hat daxistin û şûna wê tabelaya “Wezareta Dûa, Rêbertî, Teşwîqa Namûsê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” hat daliqandin. Xebatkarên wezaretê yên jin jî negirtin hundir. Ji jinên ku qanûnên şerîatê lê hatin ferzkirin re hemû derî yek bi yek hatin girtin. Perwerdehiya zarokên keç ên li welat hat astengkirin. Jinên afgan ên bi windakirina destkeftiyên xwe yên bi têkoşîneke zor bidestxistin û windakirina maf û azadiyan re rûbirû man, jinûve têkoşîna jiyanê dan. Di vê pêvajoyê de jin di bin çavan de rastî îşkence û tecawizê hatin, hatin girtin, kuştin, hin ji wan jî ji ber ewlehiya canê wan nîne neçar man welat terk bikin. Lê belê tevî her tiştî jî jinên ku dest jê bernedan, hêj li kolanan in hene.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca ku têkoşîn û tecrûbeyên jinên li Afgenistanê yên du salên dawî nirxand, bal kişand ser girîngiya têkoşînê.

Berpirsyartiya hêzên hegemon

Konca diyar kir ku qirkirina gelê êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve, dagirkirina Afganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev ne cuda ne û destnîşan kir ku Afganistan bi erêkirina hêzên navneteweyî pêşkêşî Talîbanê hatiye kirin

Konca, bi lêv kir ku li Afganistanê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê tê kirin û destnîşan kir ku hemû welatên cîhanê li pêşberî vê rewşê bêdeng dimînin û wiha got: “Ya li wir qewimî qirkirinek e. Ya ku diqewime kuştina jin û zarokan e.  Dema ku Talîbanê ewilî dest danîn ser rêveberiyê, nexweşxane, dibistan û dadgeh girtin. Jin ji hemû qadan hatin dûrxistin û bêdengkirin. Mafê xwendinê yê jinan ji destê wan hat girtin. Tevî hemû bangewaziyan jî jin bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin.”

 ‘Rojava û Şengal çavkaniya berxwedanê ne’

Konca, diyar kir ku tevgera jinên kurd ragihand ku di navbera 3 û 15’ê tebaxê de li dijî tiştên li Afganistanê diqewimin kampanyaya piştgiriyê daye destpêkirin û wiha got: “Di vê mijarê de her kes bêdeng dimîne, jinên kurd hesasiyet û hevgirtina xwe pêş dixin. Ji ber ku civaka êzidî jî li Şengalê rastî zilma DAIŞ’ê hat û ew trajedî jiyan. Li pişt xwe zîvirîn û xwerêxistinkirina xwe, xweparastina xwe bi pêş xist. Di vê wateyê de berxwedana li Rojava û Şengalê ji bo gelê Afganistanê û jinên Afganistanê palpişteke girîng e. Ji vir em dikarin bi hev re vê têkoşînê geş bikin. Em ê bi jinên li Afganistan, Îran, Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî qirkirina vê zîhniyeta serdestiya mêr a hegemonîk, bêyî bi tu awayî gavê biavêjin em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin.”

Têkoşîna li dijî feraseta hevpar

Konca, anî ziman ku DAIŞ, Talîban û desthilata AKP’ê weke feraset dişibin hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya ku hikûmeta AKP’ê destavêtinê rewa dike, dibêje ‘heke rizaya wê hebe zarok dikare bizewice’ û guherîna mufredata perwerdeyê, ji pêkanînên Talîbanê cuda nîne. Talîbanê jî dibistan girtin. AKP bêyî dibistanan bigire bi salane bi tarîqetan, mezheban, demekê bi dibistanên cemaetê hewl da civakê qaneh bike. AKP’ê li Tirkiyeyê guhertina pergalê bêtir li ser nasnameya jinê û perwerdehiyê dest pê kir. Betalkirina Peymana Stenbolê, nîqaşkirina qanûna bi hejmara 6284’an û herî dawî rakirina mafê nefeqeyê yê jinan feraseta DAIŞ û Talîbanê ye. Ev yek ji bo jinan xetereyeke cidî ye. Em ê li dijî xetereyan têkoşîna jinan mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar