Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Konfederalîzma Demokratîk aniha pêkan e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir Konfederalîzma Demokratîk ne piştî jiholêrabûna dewletan, tevî dewletan dibe jiyana bi rûmet a xweparastinê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir sîstema Konfederalîzma Demokratîk xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok sîstema Konfederalîzma Demokratîk, modela wê ya rêxistinî, rêveçûna wê û rêya wê ya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand. Beşa duyemîn ya hevpeyvînê bi vî rengî ye

Bi taybetî bi ‘Bihara ereban’ re tevliheviyeke mezin çêbû. Di vê pêvajoyê de hûn dikarin Konfederalîzma Demokratîk wekî alternatîfek têr rave bikin?

Di dîrokê de kêliyên wisa hene ku pêvajoyeke kaosê ye. Di ‘Bihara ereban’ a li Rojhilata Navîn de hat dîtin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn pergala hegemonîk, despotîzm pir xurt û pir serdest e; ji ber ku navenda koletî, çîn û dewletbûnê ye, berteka civakê ya li hemberî pergala serdest a heyî gelekî zêde ye. Dema ku derfetekê dibîne, derdikeve derve. Îran mînaka vê ye. Têkoşîna niha ya kurdan mînaka vî tiştî ye. Me di ‘Bihara ereban’ de dît ku qaşo serdest ereb e, lê gelê ereb li her derê li dijî wî erebî serî hilda. Di van serhildanan de gel wekhevî û azadiyê dixwaze. Gelo wê çi têxe şûna wê? Di vir de tişta ku divê mirov têxe şûna wê, Konfederalîzma Demokratîk e ya ku helandina di nav pergalê de pêk neyê. Me ev yek nîşan da, lê me nekarî bi têra xwe li herêmê belav bikin, kêmasiyên me hebûn ku me derfet nedît ku em rêxistin bikin. Ji ber ku em tevgereke xwedî pirsgirêka hebûnê ne û li ser me konsepteke tasfiyeyê ya mezin heye, me nekarî Konfederalîzma Demokratîk bikin projeyeke ku xîtabî hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Em dereng man. Em bala xwe bidinê, bi Bihara ereban re li tevahiya cîhana ereban serhildan çêbûn. Rejîm hatin rûxandin, lê li şûna wan guhertoyeke cuda ya heman rejîmê hate danîn. Encam ne bi dilê gelan bû. Di encamê de azadî, edalet, wekhevî û demokrasî nehat.

Pratîka li Rojavayê Kurdistanê serkeftineke girîng e?

Rêber Apo bi salan li Rojavayê Kurdistanê kedeke mezin daye. Hêza wî heye ku bandorê li civakê bike. Gelê rojava bi hezaran ciwanên xwe şandin nav refên azadiyê. Rojava bûye qada ku fikrên Rêber Apo herî zêdê bandorê dike. Dema li Rojava pêvajoya kaosê dest pê kir, gel şoreşa xwe pêk anî. Niha ligel ku di bin êrîşên qirkirinê de ne, hêzên hewl didin şoreşê bişkînin li wir in, di bin zexteke bi vî rengî de ye, tevî ku gelek kêmasiyên ji zihniyet, rêxistinî û pirsgirêkên navxweyî derdikevin jî, Konfederalîzma Demokratîk li wir pir hindik ketiye pratîkê. Tevî vê yekê jî, Şoreşa Rojava di asteke wisa de ye ku hemû mirovahiyê ber bi xwe ve dikişîne û hemû mirovahî heyranê wê ye. Kurd, ereb tirkmen, çerkez, ermenî, asûrî-suryan di nava sîstema heyî de xweser in. Serdestiya kurdan li hemberî ereban nîne. Serdestiya ereban li hemberî çerkezan nîne. Li ser esasê komun û meclîsên xwe bi qasî ku dixwazin bi awayekî xweser xwe birêxistin dikin. Ji aliyê din ve, dizanin rizgarî tenê bi wan re pêk nayê; ew dizanin ku li hember dijminê xwe yê hevpar jî hewcehiya wan bi hev heye.Hêza xwe dikin yek. Him xweser in û him jî bi hev re dijîn. Ber bi sîstemeke wisa diçin ku hemû beşên civakê xwe tê de rêxistin kirine. Di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de vî tiştî dikin. Di van şertan de ku dewleta tirk a qirker ji bo şoreşê tune bike seferber bûye, hêzên navneteweyî heta dawiyê piştgiriyê dide êrîşan, di heman demê de îxanetkeriya kurd jî her cure piştgirî û teşvîkê dike, ev tişt pêk tê. Dijminên wê gelek in, lê tevî vê yekê jî, her çend kêm be jî Konfederalîzma Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê derfetê pratîkê bi dest dixe.  Sedema ku ji deverên cuda yên cîhanê mirov tên Rojava û li vir tevlî refên têkoşînê dibin, Konfederalîzma Demokratîk e. Dibînin ku Konfederalîzma Demokratîk çiqasî civakî, wekhevîxwaz û azadîxwaz e. Tên li vir tecrubeyê distînin û him jî li hemberî êrîşên hêzên desthilatdar û dewletparêz jî şoreşê diparêzin.

Ji bo Konfederalîzma Demokratîk divê dewlet tune bin?

Ji bo ku têkoşîna azadî û wekheviyê li gorî armanca xwe bigihêje sîstemeke civakî ya nedewletî, ev êdî pêdiviyeke dîrokî ye. Ji bo ku têkoşîna hebûn û azadiyê ya PKK’ê li gorî armanca xwe bê meşandin, hemû têkiliyên di nava civaka kurd de wekhev, azad û demokratîk bin, ji rê dernekevin, ev hewcedariyek e. Armanc ev e ku dûrî dewletê bin. Ji bo ku gel di şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bibe xwedî proje û têkoşîna wan vala neçe, Konfederalîzma Demokratîk di sala 2005’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat îlankirin. Konfederalîzma Demokratîk ne tiştekî wisa ye piştî ku dewlet ji holê rabûn, derkeve holê. Armanceke wê ya wisa tune.Armanca wê ne ev e ku em dewletan ji holê rakin û li şûna wê desthilatdariyeke siyasî ava bikin. Konfederalîzma Demokratîk dizane ku ew di serdemeke dewletî de ye. Di nav sînorên  dewletan de, tevî dewletan dibe formulasyona ku wê çawa bi rûmet û bi xweparastinê bijî. Di her demê de û li her derê li hemberî dewletên heyî di nav alozî û dijberiyê de ye, ji ber ku kîmyaya wan cihê ye. Wekî ku me diyar kir, em qala tiştekî dema pêş nakin. Em qala tiştekî wisa dikin ku wê di demê de pêk tê û divê pêk were.

Konfederalîzma Demokratîk dikare di jiyanê çi guhertinan bike, wê çi biguherîne?

Bi deh hezaran kadroyên PKK’ê hene. PKK di heman demê de mînaka civakê ye. Jixwe di nava wê de jî tarzeke jiyanê heye.Jiyana niha ya PKK’ê bi tevahî li gorî Konfederalîzma Demokratîk hatiye rêxisitnkirin. Em wê dijîn. Em li ser tiştekî ku me nejiyaye, napeyivin. Tiştekî ku me pêk neaniye û me nîşan nedaye ku çawa pêk tê, em propagandaya wê nakin. Em qala tiştê ku em dijîn dikin. Em bi şênberî bibêjin wê çi biguhere, çi diguhere?Ji ber ku ev tişt xwe dispêre paradîgmayekê, mirov li paradîgmayê binihêre rastir e. Di esas de xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê. Ev nirxandinek e. Em jiyanê wisa pênase dikin. Em vê pênaseyê ji xwezaya civak û mirovan werdigirin. Em ji bo vê li pergalek guncaw digerin. Dema em li stûnên paradîgmayê dinêrin, diyar dibe ku Konfederalîzma Demokratîk di jiyanê de tê çi wateyê. Paradîgmaya me demokratîk e.

Hûn demokrasiya di nava PKK’ê de çawa dinirxînin an jî li cihekî ku sîstema Konfederalîzma Demokratîk tê birêxistinkirin demokrasî çawa pêk tê?

Demokrasî yek ji derewa herî mezin a dewletan e û ev tişt yek ji peyveke wisa ye ku dewletan ew desteser kirine. Tu eleqeya demokrasiyê bi dewletan re nîne, ji ber ku ji sîstema ku gel tê de xwe bi rê ve dibe re dibêjin demokrasî. Kî dikare xwe di sîstema dewletparêz de bi rê ve bibe. Ji bilî çûna ser sindoqan di nava 4-5 salan de mînaka xwerêveberiyê heye?

Ma tune ye?

Na. Di dewletên herî pêşketî de jî pir û pir kêm e, lê em di nav PKK’ê de demokrasiyê rasterast dijîn. Em hemû biryarên li ser jiyana xwe, em bi xwe didin. Em hemû nîqaşan bi xwe dikin. Mafê me yê axaftinê heye. Mafê tu kesî tune ku li ser me û derbarê me tiştekî bibêje. Em li ser xwe, li ser jiyan û pirsgirêkên xwe gotina xwe dibêjin. Em bi xwe biryarê didin. Yekîneya me ya herî biçûk tîm e, ev tîm bi xwe biryara xwe dide. Heke pirsgirêkên wan ên jiyanê heye, ew bi xwe biryarê didin wê çawa çareser bikin. Biryara hinek kesan pêk naynin.  Ji xwe re rêveberan hildibijêrin. Di Konfederalîzma Demokratîk de hemû rêveber bi hilbijartinê tê. Ev rêveber ne patron û tiştekî din e. Peywira rêveber ev e ku biryarên hatine dayîn têxe pratîkê. Ku wisa nebe, ew rêveber nikare xwe têxe dewsa wê tîm, meclîs, komunê û li ser navê wê biryaran werbigire. Dema ku bibîne ew rêveberî wekî axayan fermanan bide, li gorî kêfa xwe biryara bide, ew rêveber ji peywirê tê xistin.

Mînak, hûn dikarin nêrîna pergala dewletparêz û pergala ku hûn diparêzin û tê de dijîn, bidin ber hev?

Di demokrasiya ku em ji xwe re esas digirin û tê de dijîn de mirov hêja û bêhempa ne. Di nav pergalên dewletparêz de, tu kes xwe hêja nabîne ji ber ku her tişt ligel ku mirov hene jî pêk tê. Li ser mirovan ferman tên dayîn. Wekî keriyan li mirovan dinihêrin. Tenê ev tişt ji mirov tê xwestin; ji bo hewcedariyên jiyanê divê pere were bidestxistin û rastiyek heye ku mirov li dû wan pereyan digere, tevahiya jiyana xwe ji bo wê terxan dike, bi stresa wê dikeve depresyonê. Beşeke mezin a pirsgirêkên ku mirov di nav şertên modernîteya kapîtalîst de dijî, ji ber bêqîmetbûnê ye. Bi wan tê hîskirin ku ew bêqîmet in. Miameleya mirovan li wan nayê kirin. Di nav Konfederalîzma Demokratîk de ji bo me nirxa herî mezin mirov e. Li cem me mirov ji bo ku hev pêş ve bibin, dikevin pêşbaziyê ne ku koka hev qir bikin û li dijî hev tiştekî bikin. Her tişt mirov e.Tişta ku em qala wê dikin ne feraseta gerdûneke mirov di navenda wê de ye lê mirov hêja ne. Hemû ol, zanist û felsefe jî dibêjin ku mirov hêja ye, xwedî potansiyel e. Serdest vê yekê nabêjin ji ber ku ne li gorî wan e, lê em ne serdest in; ji ber ku em dixwazin li gorî cewher û xwezaya xwe bijîn, em ji bo hemû kesan heman tiştan dixwazin. Di nav sîstema Konfederalîzma Demokratîk de mirov gelekî hêja, bêhempa, polîtîk, xwedî gotin û nîqaşê ne. Hiş, ziman û dilê wan vebûye. Ji hemû pirsgirêkên mirovahiyê yên ku wî û hevrêyê xwe jiyane, xwe berpirsyar dibîne. Her dem diafirîne. Di nav sîstemeke wisa de mirov çalak in. Mirov wê axa li ser xwe diavêje. Mirov bi rastî, cewher û potansiyela xwe ava dibe.

PKK li dijî ev qas êrîşan hebûna xwe diparêze û mezin dibe. Ev yek eleqeya xwe bi nêzîkatî û sîstema rêxistinbûnê re heye?

Helbet heye. PKK di van şert û mercên sîstema dewletî ya hiyerarşîk û şert û mercên modernîteya kapîtalîst de, di holek a ku dewleta tirk a qirker bi hemû piştgiriya cîhanê bi ser me tê, wê çawa hebûna xwe biparêze? Em dizanin ku jiyana me û her yek ji me çiqas bi nirx e û mirov çiqas bi hêz in. Em wê hêzê di hundirê xwe de derdixin. Em bi hêza me derxistî re, li dijî evqas êrîşan li ber xwe didin. PKK hebûna xwe didomîne û pêşketinan ava dike. Ev yek jî pir bi eşkere nîşan dide ku mirov di sîstemek a rêxistinkirî de çawa tên guhertin û veguhertin. Hem di nava Tevgera me de, hem jî di nava Konfederala Demokratîk de civakên mirovan li gorî bingehên xwe rastiyekê dijîn û potansiyela wan derdikeve holê. Hîs dikin ku bi nirx in. Dibin komunal. Hestiyarbûn hîn bi hêztir e. Dibin û yekgirtî. Hola ku rastiya mirovbûnê herî zêde lê tê jiyîn e.

Berî niha we got, ‘bi awayek esasî demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan xwe dispêre paradîgmaya civakî’. Çima qala ‘azadiya jinan’?

Koleyê destpêkê ya dîrokê jin e. Mêrê serwer ev yek pêk anî. Di vê noqteyê de, kesê herî kevin ê azad ê dîrokê, berxwedêrê azadiyê yê herî kevin jî dîsa jin e. Dijminên me jî gotin, ‘PKK partiyek a jinan e’ Rast e PKK partiyeke jinan e. Ne tenê partiyek e ku jin piranî lê ne, partiyek e ku gelek tiştên xwe yên bi esas, stratejîk û îdeolojîk dispêre jinê. Di vî alî de partiyeke jinan e. Dibîne ku çareseriya pirsgirêkan di zekaya jin a bi hestan dagirtî de ye. Jin û mêrên ku di nava PKK’ê de bi awayek hevpar difikirin ku divê ji derveyî hişmendiya mêr a heyî were fikirîn û divê ev hişmendiya heyî ya îdeolojiya mêrserweriyê ya sîstema desthilatdar/dewletî, were guhertin. Sedemê evqas pirsgirêkan, hişmendiya mêr e. Wê demê divê mirov derbikeve ji derveyî vê. Dema ku derketî, tu wê hişmendiya jinan ya bi hestan dagirtî bistînî. Li pêşiya hemû jin û mêrên di nava PKK’ê de erk hene ku hişmendiya xwe û awayê hizirîna xwe li gorî hişê jinê ya bi hestan dagirtî, veguherînin. Dema ku vê yekê dikin, hîn dilnizim, demokratîk, bawervan, bi hestiyar, berpirsyar û bi hêztir dibin. Lewma PKK partiyek a jinan e. Mînaka civaka ku PKK xwe dispêre û dixwaze ava bike, xwezaya civakê û civaka xwezayî ye. Eger ji derve bi hişmendiyên cuda yên ji rê derketî mudaxele neyê kirin, civaka xwezayî civaka ku li dora jina dayik tê ba hev e. Civakek e ku bi pêşengiya jinê pêş dikeve ye. Lewma armanca PKK’ê avabûna civaka bi pêşengiya jinan e. Di nava xwe de jî bi pêşengiya jinan e. Ji aliyê me ve jî tişta herî bi nirx sekna jinan ku bi cewher û xwezaya xwe re hatî ba hev e. Bi hêzbûna jin bi hêzbûna mêr e, ji ber diguhere û vediguherîne. Aliyê dewlet û desthilatdariyê yên di mêr de heyî, diavêje û li dijî wê têdikoşe. Jina ku bi hêz dibe, jiyanê bedew dike. Pêşengiya jinek wiha, ji aliyê hemû mêrên ku di nava PKK’ê de tê esasgirtin û bawerkirin. Dema di vê çarçoveyê de lê tê nêrîn, di sîstema civakî ya ku PKK esas digire de, formê civakê jî civaka xwezayî ya bi pêşengiya jinan e. Xwezaya civakê ye.

Li gorî pratîka li Rojava jî, di sîstema Konfederala Demokratîk de peywendiyên jin û mêr çawa dibin?

Her kesê ku di Şoreşa Rojava de çavdêr dikin ku peywendiyên jin û mêr li dijî hemû êrîşan çawa ne, dibîne ku jin hatiye rewşek çiqas bi çalak û mêr jî çiqas xwe ji aliyê xwe vê desthilatdariyê daye paş; hatiye rewşeke guhertinê. Em dibînin ku jiyana bi wate, têkîliyên wekhev û azad, çawa potansiyela jinan dertêxe û jiyan çawan bedew dibe. Di sîstema Konfederala Demokratîk de, peywendiyên jin û mêr wê azad û wekhev bibe. Tu kes wê ne li ser tu kes din be. Tu kes wê li ser tu kesê serwer nebe. Her kes wê di nava kesayeta xwe de, weke kesek di esasê cewherî xwe de du heyînên wekhev û azad bijî. Ji ber ku tu astengî li pêşiya tu kesê nîne, tu wê bikarî wê potansiyela di cewherê xwe de bixî pratîkê. Hemû derfet ên wê ne. Heman tişt ji bo mêr derbasdar e. jiyana bi wate, wekhev û azad jiyana di nava sîstema Konfederalîzma Demokratîk de ye. Hewl tê dayîn ku bi awayê herî saf jî di nava PKK’ê de bijî.

Astek ekolojîk ê paradîgmaya me jî heye. Weke astek temamker çima girîng e?

Binêrin niha hişkesalî heye. Her kes qala vê hişkesaliyê dike, lê dizanin ku ev ne refleksek xwezayî ye. Tiştên ku modernîteya kapîtalîst ava kirine ye. Bandora gaza serayê û sotemeniyên fosîl tên ceribandi. Ew qas tişt hene ku karesatên derdor, pirsgirêkên ekolojîk û sedemê van hemûyan mirovê desthilatdar û têr nabe ye. Sedem/çavkanî/berpirsyarê herî esas ên hemû karesatên ekolojîk, pirsgirêkên derdor desthilatdar in. Hêzên modernîteya kapîtalîst in. Li dijî xwezayê şer heye. Xweza dilore. Wê bi vî awayî êdî çiqas hebûna xwe bidomîne, ew jî pirsgirêk e. Têhnêtî, pirsgirêka hişkesalî û h.w.d. Beşên dewleta desthilatdar ku pêşengên vê sîstema dewletî ya hiyerarşîk in, li aliyê dijminahiya hemû beşên civakê dikin û li aliyê din jî ji ber ku mêrserwer in dijminê jinê ne. Ji ber ku xwezayê ji bo xwe weke nîmetek ku ji bo wan hatiye dayîn û bi çavek zindî li xwezayê na nêrin; weke makîne, amêr û îmkanekê nêz dibin, dijminahiyê dikin. Di dîrokê de hemû desthilatdaran dijminahiya civak, jin û xwezayê kirine. Hemû kesên çewisandî; ya yekem xweza, weke xwezaya duyem mirov û civak dibin yek. Jin, xweza û civak dibin beşek çewisandî. Di sîstema Konfederala Demokratîk de, nêzîkatiyek wiha li hemberî xwezayê nayê raberkirin. Nêzîkatiyek dayiktiyê li hemberî xwezayê tê kirin. Em hemû ji xwezayê hatine. Em xwezayê weke sirûşta destpêkê pênase dikin. Em xwe weke beşek ji xwezayê, zarokên xwezayê dibînin. Çawa ku zarokek divê li hemberî dayika xwe sûc neke, bi heman awayî divê em jî li hemberî xwezaya yekem ku dayika me ye, sûc nekin. Divê em bizanin ku em bi zindî re dijîn. Em bi lîstina sîstema wê zindiyê, şert û mercên xwe yên hebûnê jî ji holê radikin. Em xwezayê zindî dibînin. Di nava PKK’ê de nêzîkatiya li hemberî xwezayê bi vî awayî ye. Herî kêm em ji bo ku ev tarz bibe serwer, hewldanê dikin. Em têkoşîna xwe ya hundirîn li ser vî esasî dikin. Em civakek in ku zirar nadin xwezayê. Em civakek in ku hewl didin bi derfetên ku xwezayê dane bijîn. Dema me ev yek di astek berfirehtir de di nava gelan û hemû civakan de belav kir, mirovahî êdî li hemberî xwezayê sûcdar nebe.

Beşê ‘Xwezaya Sêyemîn’ hûn dikarin hinek din şîrove bikin?

Xwezaya sêyemîn, hatina ba hev a mirov û xwezayê ya bi awayê herî guncaw e. Mirov divê weke heyî tevlî xwezayê bibe. Di vê sîstema dewletî hiyerarşîk de ew qas sûc li hemberî xwezayê hat kirin, bi hevsengiya wê hat lîstin. Divê li vir serastbûnek were kirin. Qasî ku mirov hişmendiya dewletê ya desthilatdar paşve dehf dide, serweriya wê ya li ser jiyanê dişkîne, ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û hişmendiya vekirî qadê vedike û rêxistinbûna civakî ya li gorî vê yekê pêş dixe, tu têkîliya di navber xwezayê de jî sererast dikî. Li hemberî rastiya civakî/nifşek nû yê mirov ava dikî ku hê bi hestiyartir, hesastir, berpirsyar û demokratîk nêzî xwezayê dibe.

Ji rê derketina ku bi desthilatdarî û hişmendiya mêr serwer çêbûyî, xwe dike dewlet. Refbûnê ava dike û heta roja me tê. Mirov, civak, jin û xweza bi vê yekê re najî. Ji xwe têkoşînên li her aliyê cîhanî nîşan didin ku nayê jiyîn. Sîstema dewleta hiyerarşî û desthilatdar, ji rê derketinek e. Bi vê re nayê jiyîn. Bi versiyona wê ya di doja me de bi tu awayî nayê jiyîn ku awayê modernîteya kapîtalîst e. Yekane armanc feyde û ezezîtiye. Ruhê wî/ê bi ezezîtiyê tejî bûye.

Gelo alternatîfa rast a li hemberî vê yekê, Konfederalîzma Demokratîk e? Konfederalîzma Demokratîk sîstemek e ku tespît kiriye ku xwezaya mirov û civakê komunal e û li ser vî esasî jiyanek bi xwezayê re hevseng esas digire. Em weke Tevger dixwazin ku Konfederalîzma Demokratîk li Kurdistanê, herêmê û hemû cîhanê pêk were û em ji bo vê yekê têdikoşin. Çawa ku îro hêzên deshilatdar li her cihê cîhanê, bi rêxistinbûna dewletê xwe gihandibin sîstemekê. Konfederalîzma Demokratîk jî sîstemek e ku hemû kesên çewisandî yên li her dera cîhanê, hemû beşên civakî yên êrîşa sîstema deshilatdariyê li ser hatî kirin werin ba hev, têkoşîna xwe bikin hevpar û xwe rêxistin bikin. Li aliyekê Konfederalîzma Demokratîk heye, li aliyek din dewlet heye. Sîstema hêzên desthilatdar û dewletê, dibe dewlet. Bi awayek esas navê wê yê di roja me de, dibe netewdewletê. Sîstema beşên civakî jî dibe Konfederalîzma Demokratîk. Li Kurdistanê KCK, li cihek din wê tiştek din bibe, lê bingehê wê nayê guhertin. Avakirina sîstemekê ye ku bingehê wê li gorî xwezaya mirov û civakê ye û ji dervey dewletê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar