Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Konfederalîzma demokratîk misogerkirina çarenûsa gelan e

Nûnerê PCR'ê Luc Rolli diyar kir ku Şoreşa Rojava ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna gelê Filistînê ruhê berxwedanê li dijî sîstema kapîtalîst afirandiye û got, "Bi van têkoşînan wê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Rojhilata Navîn misoger bike û rêya konfederalîzma civakî û demokratîk diyar bike.”

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin û pêngava cîhanî bi hemû hêz xwe didome. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (NCDK-Ge) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi navê “Li Rojhilata Navîn çareseriya siyasî: Filistîn-Kurdistan – Întîfada, Serhildan” li hola Amfi Tiyatro ya Zanîngeha Karker a Cenevreyê (Université ouvrière de Genève) konferans hat lidarxistin.

PCR (Partiya Şoreşger a Komunîst) û Tora Serhildan a enternasyonalîst piştgirî dan konferansê. Parlamentera dema berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başraan, nûnerê PCR’ê Luc Rolli, ji Komîteya Piştevaniya bi Rojava re aktîvîst Nadina û ji Tora Piştevaniya bi Filistînê re nûnerek weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bîranîna şehîdên şoreşê yên cîhanê destpê kir. Ayşe Acar Başaran destpêkê axivî, qala komploya 9’ê Cotmeha 1998’an kir ku li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kirin û bi bîr xist ku li girtîgeha Îmraliyê 25 sal in tecrîd û sîstema êşkenceyê heye.

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku êşkenceya tecrîdê ya ku di bin kontrola dewletên navneteweyî de li Îmraliyê tê meşandin, li tevahiya welêt belav bûye. Ayşe Acar Başaran got, “Bi dagirkeriya li ser Kurdistanê re êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê kurd li ser siyaseta Kkurd, zimanê kurd, xweza, jin û zarokên kurd bi êrîşan dewam dike.”

Ayşe Acar Başaran pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bi bîr xist ku 10’ê Cotmeha 2023’an ji aliyê dostên gelê kurd ve di asta navneteweyî de hatiye destpêkirin û wiha domand: “Di rewşa heyî de divê piştevaniya enternasyonalîst bê xurtkirin. Her piştgiriya ku dostên gelê Kurd bide wê vê pêngavê bi ser bixîne.”

Konferansê bi pêşkêşiya nûnerê PCR’ê Luc Rolli dewam kir. Luc Rolli anî ziman ku sîstema kapîtalîst bi taybetî jî NATO ya bi bandora DYA’yê tevdigere, ji bo qada xwe berfireh bike gelan dixe nava şer. Rolli diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên bi dehan salan ên hikumetên Tirkiye û Îsraîlê dikin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku hêzên kapîtalîst li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dimeşînin.

Rolli destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna gelê Filistînê ruhê berxwedanê li dijî sîstema kapîtalîst afirandiye û got, “Bi van têkoşînan wê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Rojhilata Navîn misoger bike û rêya konfederalîzma civakî û demokratîk diyar bike ku rizgariya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

Piştî pêşkêşiya Luc Rolli beşa duyemîn a konferansê destpê kir. Di beşa duyemîn a konferansê de aktîvîstên Komîteya Piştevaniya bi Rojava re û Tora Piştevaniya bi Fîlîstînê re pêşkêşî kirin.

Piştî beşa pirs û bersivê di çarçoveya pêngavaJi Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ beşdaran posterên Abdullah Ocalan hildan û konferans bi dawî kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar