Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Konfederalîzma demokratîk modela rêxistiniya cihanê ye’

Nivîskar Sean Mîchael Wîlson diyar kir ku sîstema konfedaralîzma demokratîk alternatîfa vê pergalê ye û wiha got: “Azadiya êber Apo û fikrê konfederalîzma demokratîk modeleke rêxistinî ya ku cihanê çawa dikare xw bi rêxistin bike ye.”

Nivîskarê rêzeromanê yê skoçyayî Sean Mîchael Wîlson li Japonyayê dijî. Wîlson di pirtûkên xwe de mijarên dîrokî, polîtîka û civakî dinirxîne. Pirtûka “FREEDOM SHALL PREVAIL the Struggle of Abdullah Ocalan and Kurdish People” (Azadî wê bi ser bikeve, têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd) hat weşandin. Pirtûk bi îngilîzî ye û wergerî almanî, kurdî û tirkî jî hatiye kirin. Nivîskar Sean Mîchael Wîlson derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de nerînê xwe anî ziman.

Sean Mîchael Wîlson destpêkê li ser naskirina fikrê Abdullah Ocalan axivî û ev tişt anî ziman: “Bi rêya Înîsiyatîfa Navneteweyî min nas kir. Min gelek tişt kir, em ji wan re dibêjin romana grafîkê, ji bo mezinan rêzeroman amade kir. Ev rêzeroman ji bo zarokan nîne. Min li ser Partiya Karker a li Îngilistanê, lîderê wê yê wê demê Jeremy Corbyn romaneke grafîkê amade kir. Li ser sendîkayeke karkeran, li ser têkoşîna mirovan a li Îngilistanê pirtûkeke amade kir. Piştî ku me ew pirtûk qedand li ser pirtûka di rêzê de em axivîn. Piştre ez, ya jî yekî din bû baş nayê bîra min, dibe ku Estalle be. Estalla Smîth hûn zanin, piştevanek demdirêj e (ji dostên kurdan e). Dibe ku wê pêşniyar kiribe, baş nayê bîra min, yekî pêşniyar kir ku li ser Kurdistanê em pirtûkekê amade bikin. Ji wê demê ve bi saya Estella û Înîsiyatîfa Navneteweyî min li ser Abdullah Ocalan û Kurdistanê agahî wergirt. Heta wê demê zêde agahiya min tine bû. Niha jî ji ber ku min pirtûk nivîsand û lêkolîn kir, gelek tiştan zanim. Piraniya agahî min jî ji Înîsiyatîfa Navneteweyî wegirtin.”

Konfederalîzma demokratîk alternatîfa vê pergalê ye

Mîchael Wîlson li ser pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd wiha axivî: “Li cîhanê gelek mirov haya xwe ji vê mijarê nîne. Gelek mirov nizane bê Kurdistan li ku derê ye. Di vê mijarê de kêmaniya agahiyan heye. Divê em çi bikin? Hêvîdarim ev pirtûk bi îngilîzî, tirkî, almanî, bêguman bi kurdî, dibe ku bi fransî, îtalî û spanî bê weşandin. Li ser mijarê agahî bê parvekirin wê kêm jî be bibe alîkar. Ne tenê fikrê azadiya Rêber Apo û fikrê konfederalîzma demokratîk modeleke rêxistinî ya ku cihanê çawa dikare xw bi rêxistin bike ye. Bi dîtina min gelekî girîng e. Bêguman yek ji sedemên axaftina li ser vê yekê jî ew e ku sîstema kapîtalîst a heyî gefeke. Eger di rastiyê de alternatîfeke me hebe, bêguman medya giştî naxwaze li ser biaxive, ji ber ku gelekî xetere ye. Yek ji aliyên baş ên rêzeromanê jî ev e. Formeke hunerê ye ku gelek mirov dikare bixwîne, yan jî medyayeke girseyî ye, lê belê divê ev yek bi rengekî aqilane bê kirin.”

Sean Mîchael Wîlson diyar kir ku ew hêvî dikin pirtûkên wan ên bi zimanên cuda bibin alîkar ku agahiyên li ser Ocalan û konfederalîzma demokratîk belav bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar