Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Konfederasyona kurdistaniyan ava dibe

5 federasyonên kurdistanî yên li Almanyayê, xwe bi modeleke nû bi rêxistin dikin. Modela vê rêxistinbûnê jî dê 5’ê gulana 2019’an bi navê KON-MED’ê weke federasyon bê ragihandin

Kurdistaniyên li Almanyayê, piştî kongreyên federasyonan dê ji bo Konfederasyonê li hev bicivin. Endamê Komîteya Amadekar a 1’emîn Kongreya Asayî Hevserokê NAV-DEN’ê Tahîr Koçer li ser mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Koçer bi bîr xist ku Almanya mezintirîn welatê Ewropayê ye ku  ji sedî 70 yê kurdên li Ewropayê li Almanyayê ne, piraniya saziyên wan ên çandî li Almanyayê ne û ji bo xurtkirina îradeya gel û saziyên xwe, wan pêwîstî pê dîtine ku xwe bi rengê konfederasyonê bi rêxistin bikin.

Koçer anî ziman zêdeyî 260 saziyên wan ên çand, spor, jin, ciwan, dergah, bawerî, mizgeft û meclisên gel li Almanyayê hene û ji bo karibin hem bersivê bidin pêdiviyên gel hem jî kêmasiya rêveberiya navendî ya van saziyan ji holê rakin, wan ev modela rêxistinbûnê esas girtine. Koçer wiha dirêjî dide axaftina xwe: “5 federasyonên kurdistanî modelên rêxistinbûnê ne ku îradeya gel esas digirin. Cihê ku her pênc federasyon lê bigihêjin hev konfederasyon e. Bi vî rengî ji bo hilbijartina rêveberiya konfederasyonekê ku ji rêveberiya federasyonan pêk were, em ê 5’ê gulana 2019’an roja yekşemê li bajarê Koln ê Almanyayê kongreya xwe ya damezrandina konfederasyonê pêk bînin.”

Tahir Koçer anî ziman ku roja destpêkê ya kongreyê dê 4’ê gulanê rojaşŞemiyê pêk were, di roja duyemîn de jî dê bi rûniştineke girtî rêbaza kar a konfederasyonê û rêvebernameya wê amade bikin. Koçer diyar kir ku nêzî 1000 delege dê tevli kongreyê bibin û li gel hilbijartina rêveberî û hevserokên konfederasyonê dê amblema wê jî diyar bikin.

Koçer ji bo kongreya “Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê li Almanyayê” (KON-MED) banga tevlibûnê li Kurdistanî û dostan kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar