HDP’ê li navenda xwe ya giştî Konferansa Herêma Anatoliyaya Navîn pêk anî. Di konferansê de endama Meclisa HDP’ê Nadiye Gurbuz got ku tevî hemû êrîşan jî HDP li ser pêya ne û dem dema xurtkirina hêviyê ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlêbûna endam û rêveberên navçe û bajarên herêmê, li navenda xwe ya giştî Konferansa Herêma Anatoliyaya Navîn li dar xist.
Di konferansê de endama Meclisa HDP’ê Nadiye Gurbuz axivî û got ku ji roja HDP hatiye avakirin heta niha zextên li ser wê kêm nebûne. Gurbuz diyar kir ku tevî hemû zextan jî HDP li Tirkiyeyê bûye heviya gelan û bindestan. Gurbuz destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî HDP li ser pêyan e û têkoşîna azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê didomîne.
Gurbuz daxuyand ku ev demekî dirêje kongre û konferansan li dar dixin û niqaşan dimeşînin. Gurbuz wiha bi dawî kir: “Ev konferans ji bo me dibe sedema ku em ji nûve xwe bi rêxistin bikin û bi gelê xwe re bên cem hev e. Me li gelek bajaran konferans li dar xistin. Beriya kongreya navendî em niha konferansên navenda ciwan û jinan li dar dixin. Van konferans û kongreyan nîşan da ku endam, rêveber û gel li cem HDP’ê ne û bi hevre têdikoşin. Bi biryarî têkoşînê pêş dixin. Dem dema ku em bêhtir bên cem hev. Dem dema ku em heviyê xurt bikin û pêş bixin e.” ENQERE