Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Konferansa azadiyê wê bibe destpêka serhildaneke nû

Hiqûqnasên Sûriyeyê diyar kirin ku konferansa azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê bibe destpêka serhildaneke nû û bang li gel û ciwanan kirin ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dakevin qadan.

Bi dirûşma “Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de”, yekşemê (10’ê Kanûnê) hemwextî salvegera 75’emîn a Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û tê de bi dehan hiqûqnas, siyasetmedar û çalakvanên civaka sivîl beşdar bûn. Parêzerên tev li konferansê bûne neînên xwe parve kirin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Usir got ku hiqûqnasên sûriyeyî ji hemû deveran kom bûn û berê xwe dan vê konferansê û wiha axivî: “Em wek parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku em di rêya pêkanîna rêbazeke qanûnî de ne da ku em zilma li ser Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Abdullah Ocalan ne tenê rêberê pêkhateyekê, lê belê ew rêberê hemû pêkhateyan e.”

El Usir anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe nirxên edaleta civakî yên cîhanê da rûniştandin û wiha domand: “Ew heta niha ji mafên xwe wek girtiyekî siyasî bêpar maye û ez wek hiqûqnasekî girtina wî wek revandekê didim naskirin; ji ber ku her girtiyek bi awayekî dadmendî tê darizandin. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan di encama komployekê de hat revandin. Rêber Abdullah Ocalan siyasetmedar e û em ji vê konferansê hewl didin ew bibe destpêka însiyatîfa cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.”

Endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Qamişlo parêzer Semîr Sadiq got ku di konferansê de gelek mijar hatin nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Divê ev konferans ji sala 2014 û 2015’an bihata lidarxistin, lê belê tevî derengmayîna wê dîsa jî ew serkeftî bû û me rewşa tenduristî ya Rêbertî û rewşa hiqûqî û komploya li dijî wî nîqaş kirin.”

Sadiq bang li gel û ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û tev li meşan bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar