Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Konferansa Berlînê: Mîmarê Jin Jiyan Azadî di bin tecrîdê de ye

”Konferansa Aştî, Diyalog û Demokrasiyê" ya li Berlînê bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî û wiha hat gotin: “Mîmarê Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ niha di tecrîda mutleq de ye. Divê i perspektîfeke ku azadiya Abdullah Ocalan jî digire nav xwe bê meşandin.”

Li paytexta Almanya Berlînê bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewropayê bûne “Konferansa Aştî, Diyalog û Demokrasiyê” hat lidarxistin. Konferansa ku 2 rojan dewam kir bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Encamname ji hêla akademisyen Latîfe Dogan û rojnamevan Ertugrul Mavîoglû ve hat xwendin.

Mavîoglû bal kişand ser Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Berlînê li hev civiyan. Mavîoglû der barê rûniştinên konferansê ev agahî parve kir: “Konferansa ku du rojan dewam kir, di panela roja ewil a konferansê de tecrubeyên navneteweyî yên li ser têkoşîna aştiyê hatin parvekirin. Panelîstên ji Kolombiya, Filistîn, Efrîkaya Başûr, Fîlîpîn, Îrlanda û Îzlandayê der barê pêvajoyên aştiyê yên li welatên xwe de tecrubeyên xwe parve kirin.

Di panela duyemîn û sêyemîn de bi berfirehî behsa tecrûbeyên Tirkiye û Kurdistanê hat kirin.

Polîtîkaya tecrîda mutleq a ku dewleta tirk li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, bi mînakên berbiçav hatin vegotin. Hat diyarkirin ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê hebûna kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef digire, di heman demê de ji bo tinekirina fikra aştiyê û xeyalên gelan ên azadiyê ye hedef digire. Hat destnîşankirin ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî rêzgirtina vîna gelê Kurd, daxwazên gel ên aştiyê ve girêdayî ye.

Di panelên çaremîn û pêncemîn de sûcên şer ên dewletan hatin eşkerekirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku heta doh weke tespîta spekulatîf dihat dîtin, di nava jiyana me de veguherî rastiyekê. Hat destnîşankirin ku li hemberî peymana şer a li ser kuştin û mirinê hatiye îmzekirin, di avakirina aştiyê de hîn bêhtir israr bê kirin û hewl bê dayîn,

Hat diyarkirin ku jin û zarok bi komkujiyên mezin re rû bi rû tên hiştin û hewl tê dayîn ku homofobî, nîjadperestî û wêrankirina xwezayê bikin asayîbûna nû ya cîhanê û ji her demê zêdetir pêdivî bi aştiya civakî heye. Her wiha hat destnîşankirin ku aştiyeke ku ne tenê mafên mirovan, mafê hemû zindiyan biparêze wê adil be.”

Rojnameger Mavîoglû diyar kir ku di komxebatên ku di roja duyemîn a konferansê de hatin lidarxistin de, ji bo pêşxistina têkoşîna aştiyê ev biryar hatin girtin:

“1- Armanc dike ku ji tecrubeyên tevgerên jinan sûdê wergire û bi hev re piştgiriyê bidin aştî û demokrasiyê. Mîmarê Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ niha di tecrîda mutleq de ye. Ev tecrîd bandorê li jinan jî dike. Heta ku ev tecrîd ji holê ranebe ti şansê me yê aştiyê tineye. Têkoşîna hemû jinên ku rastî tundiya dewlet û mêr hatine, di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo û Emîne Şenyaşar bigihînin platformên navneteweyî.

2- Geşedanên dîrokî û siyasî rewşa Birêz Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokrasî û azadiyê were çareserkirin. Ev her du hebûn; Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê divê hemû xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, vekirina rêya aştî û muzakereyê û derbaskirina rejîma otorîter û faşîst, bi perspektîfeke ku azadiya Abdullah Ocalan jî digire nav xwe bê meşandin.

3- Ji bo aştiyeke adil û mayînde pêk were, divê arşîveke hafizeya lêkolînên aştiyê bê çêkirin û pêşî zimanekî aştiyane yê berfireh ku dê aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin. Ji bo ku daxwaza aştiyê û zimanê wê ji beşên cuda yên civakê re were ragihandin, divê kampanya bên organîzekirin. Di vê çarçoveyê de divê di warê dîplomasî, hiqûq, çapemenî û raya giştî de xebatên domdar bên meşandin.

4- Forum ji bo zêdekirina hêvî û kelecana aştiyê û bilindkirina dengê aştiyê, darxistina konser, mîhrîcan, kampanya, civîn, çêkirina platformên dîjîtal û ji bo aştiyê hunerê biafrîne daniye pêşiya xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar