Konferans ji aliyê komeke xebatên kurdî ya mafên mirovan li Afrîkaya Başûr bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Cape Town tê lidarxistin
Di konferansê de kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.
Mijarên ku îro di beşa yekemîn de bên nîqaşkirin ev in; çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê, hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrubeyên erebî, afrîkî û tirkî.
Di beşa duyemîn de jî wê ev mijar bên nîqaşkirin; Neteweya Demokratîk, projeyên rêveberiya xweser a demokratîk û avakirina aboriyê, konfederalîzma demokratîk wek çareseriya li Rojhilata Navîn, modela Rêveberiya Xweser, sîstemên nû yên aborî, avakirina civaka azad, pêşxistina aboriya civak li Rojhilata Navîn û tecrubeya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê.
Di beşa sêyemîn de jî wê mijarên; pêwîstiya şoreşê li Rojhilata Navîn û cîhanê, girîngiya Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeya demokratîk, serbestberdana Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û nexşerêya demokratîkbûnê, bên nîqaşkirin.
Di beşa çaremîn de jî dê ev mijar bên gotûbêjkirin; têkoşîna ji bo bidawîkirina dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, însiyatîfên li Sûriye, Kurdistanê û cîhanê.
Dê konferans bi hejmareke biryar û pêşniyaran bi dawî bibe.