Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya yekemîn destpê dike

Konferansa Ciwanan a Cîhanê li paytexta Fransa Parîsê destpê dike. Ji tevahiya cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan wê tev li bibin.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya 1’emîn ku wê di 3, 4 û 5’ê Mijdarê de li Parîsê pêk were, tê payin ku zêdeyî 300 aktîvîst tevlî bibin.

Konferans ji aliyê tevna ‘Ronahî’ û ‘Ciwan dîrokê dinivîsîn’ ve tê lidarxistin û xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê. Armanca xwe ya niha ew e ku xwe bigihîne hemû ciwanên li cîhanê. Konferans bi dirûşma ‘Em ê dîrokê binivîsînin – Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin’ pêk tê. Bi konferansê tê xwestin ku ciwan tecrûbeyên xwe parve bikin, xwe bikin aktorekî civakî, di siyaseta cîhanê de xwedî gotin û agahî be, li dora nirxên hevpar pîvanên xwe ava bikin.

Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst derdikevin pêş. Di civînê de wê encamên jiyana lîberal a li ser ciwanan, pênaseya zayendîperest, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, li nava civakên dagirkirî û gelên penaberbûyî pirgirêkên ciwanan û pirsgirêkên jin ên ciwan wê bêne nirxandin.

Li gorî amadekarên konferansê Ronahî – Navenda Têkiliyên bi Gel re ya ji bo Ciwanan û ‘Youth Writing History’ (Ciwan dîrokê dinivîsînin) rêxistinên ciwanan ên cuda li hemberî kapîtalîzm, zexta ji bo tunekirina xweza û zayendîperestiya civakî li dora lêgerîna li jiyaneke alternatîf li hev kom bûn.

Youth Writing History diyar kir ku armanca wan ji vê konferansa li Parîsê ew e ku konferansê di asta navneteweyî de bi pêş ve bibin.

Rêxistinên beşdarî konferansê dibin

Arran (Katalonya) – Poder Popular (Arjantîn) – Ciwanên MSD (Sûriye) – YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên Kurd – Anakbayan (Fîlîpîn) – Partiya Komunîst a Sûdanê – Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya) – Youth For Climate Fransa – Ernai (Welatê Bask) – Trinacria (Sîcîlya) – Middle East Youth Initiative – Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) – Sosialistisk Ungdom (Norwêc), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Efrîqaya Başûr).

Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.

Tora Ciwanên Cîhanê prensîbên ku wê bingeha konferansê pêk bînin wiha rêz kirin:

Xweseriya Ciwanan: Bi armanca xurtkirina însiyatîf û perspektîfa her yekî, konferans wê ji aliyê ciwanan ve ji bo ciwanan bê lidar xistin. Weke ku di dirûşmeya konferansê de û di malpera wê de jî hatiye gotin: “Em nifşê dawî ne, însiyatîfa me wê çarenûsa me diyar bike”.

Azadiya Jinê – Jin, Jiyan, Azadî: Bi armanca têkoşîna li dijî zexta li ser jinê, konferans hewcedarî bi perspektîfeke hevpar a ji bo azadiya jinê dibîne. Armanca me ew e ku em bersivekê ji tundî, îstîsmar û objekirina jinên ciwan re bibînin, girêdanên di navbera jinên ciwan de xurt bikin û derfetê bidin wan ku nasnameya xwe ji nû ve bibînin. Torê vê têkoşînê weke bingeha hemû têkoşînên din dibîne.

Bernameya konferansê wiha ye:

8:30 Kombûn

9:00 Destpêkirina konferansê

9:00 – 9:30 Axaftina destpêkê

9:30 – 10:10 Ciwanên ji rêxistinên cuda ciwantiyê pênase dikin.

10:10 – 10:30 Navber

10:30 – 10:50 Nîşandana sînemayê

10:50 – 11:30 Peyamên silavkirinê

11:30 – 13:00 Xwarina nîvro û bêhndan

13:00 – 14:30 Beşa destpêkê ya panelê

* Di asta herî bilind a krîzê de fêhmkirina cîhana me ya îro

14:30 – 15:00 Navber

15:00 – 16:00 Beşa duyemîn a panelê

16:00 – 16:30 Navber

16:30 – 18:00 Nîqaş û nirxandin

18:00 – 19:30 Xwarina êvarê û bêhndan

19:30 – 20:30 Bernameya çandê

Roja duyemîn – 4’ê Mijdarê

8:30 Kombûn

9:00 Destpêk

9:00 – 10:30 Beşa destpêkê ya qisekeran

* Ciwan û rêbaza jiyanê ya lîberal

* Ciwan û zayendîparêzî

* Ciwan û pirsgirêkên ekolojîk

* Ciwan û faşîzm û mîlîtarîzm

* Ciwan û perwerde

* Ciwanên Rojhilata Navîn di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de

10:30 – 11:00 Navber

11:00 – 12:00 Dewamkirina beşa destpêkê ya qisekeran

12:00 – 13:30 Navbera nîvro

13:30 – 15:00 Beşa duyemîn a qisekeran

* Ciwan û krîza aboriyê

* Ciwan û koç

* Dîroka ciwanan

* Ciwan û enternasyonalîzm

* Ciwan û azadî

* Pirsgirêkên ciwanan ên li nava miletên bindest û civakên xwecihî

* Pirsgirêkên jin ên ciwan

15:00 – 15:30 Navber

15:30 – 16:30 Dewamkirina beşa duyemîn a qisekeran

16:30 – 17:00 Navber û derbasbûna li salonê

17:00 – 18:30 Semîner ‘Felsefeya azadiyê ya jinan’

18:30 – 20:00 Xwarina êvarê û navber

20:00 – 21:00 Bernameya çandê

Roja sêyemîn – 5’ê Mijdarê

8:30 Kombûn

9:00 Destpêkirin

9:00 – 10:30 Panela destpêkê

* Jin ên ciwan dîrokê dinivîsînin

10:30 – 11:00 Navber

11:00 – 12:00 Nîqaş û nirxandin

12:00 – 13:00 Navbera nîvro

13:00 – 14:00 Encamên qisekeran

14:00 – 14:30 Navber

14:30 – 16:00 Panel

* Ji bo paşerojeke azad ber bi yekîtiya ciwanên cîhanê ve!

16:00 – 16:30 Daxuyanî

16:30 – 17:00 Axaftina dawî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar