Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Konferansa Heqîqetê: Rejîm û her kesên bi rejîmê re sûcdar in

HDP jî di nav de gelek partiyên çep bi mijara “Ji bo paşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn” konferansek lidar xistin.

Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Malêngel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP, Partiya Azadiya Civakî (TOP), bi mijara “Ji bo paşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn” konferansek lidar xistin.

Li konferansa ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê dest pê kir wêneyên Dayikên Şemiyê, qezaya trênê ya Çarlûyê, Komkujiya Somayê, Berxwedana Geziyê, Komkujiya Roboskî, Komkujiya Pirsûsê, Komkujiya 10’ê Cotmehê, Tahîr Elçî, Hrant Dînk, Emîne Şenyaşar hatin daliqandin.

Di destpêka konferansê de dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen axivî.

Turmen destnîşan kir ku ji bo edaletê divê heqîqet aşkere bibe û got, “Heqîqet nebe, edalet jî nabe. Ji bo aşkerebûna heqîqetê jî bîr lazim e. Armanca ku di nava van hersiyan de em xwe bigihînê, lihevkirina civakî ye. Divê her kes baş zanibe ku em nikarin bi hêsanî ji rabirdûya xwe rizgar bibin. Rabirdûya me serdema me ya heyî ye. Rabirdûya me paşeroja me ye. Bi rabirdûyeke rast em dikarin paşerojeke rast bidin zarokên xwe. Eger em rabirdûya xwe ji bi bîr bikin em ê nikaribin paşerojeke rast bidin zarokên xwe.”

Turmen destnîşan kir ku pirsgirêka li Tirkiyeyê ‘lihevnehatina bi rabirdûyê ye’ û destnîşan kir ku ji bo îro lihevkirin çêbibe, girîng e bi rabirdûyê re jî lihevkirin çêbibe.

Turmen got, “Heta ku em heqîqetên nexin şûna înkarkirina rabirdûya xwe, heta ku em edaletê nexin şûna bêcezakirinê, em ê nikaribin aştiya civakî pêk bînin. Ji bo aştiya civakî divê em edaletê bixin şûna bêcezahiştinê, heqîqetê aşkere bikin.”

Turmen diyar kir ku bi AKP’ê re serdemeke welê destpê kiriye ku partî bûye dewlet, dewlet jî bûye partî û got, “Rejîmeke welê ye ku dewleta sûcdar bûye partî. Sûcdar her kesên di nava mekanîzmaya dewletê de ne. Her kesên parçeyek ji vê mekanîzmê ne, sûcdar in. Hincetên weke ‘Min nizanî bû, ji ber ku ez li wir bûm hîn kêmtir hat kirin’ nayên qebûlkirin. Her kesên di nava mekanîzmayê de ne sûc parve kirine.”

Turmen bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û got, “Gelek biryar hene ku bêceza hatine hêştin. Bêcezahiştin tê wê wateyê ku dadgerî tev li sûc bûye. Çi bi dosyayên Berkîn Elvan, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz hat ku li Geziyê hatin kuştin? Di îdîanameya têkildarî Berkîn Elvan de sûcdar Berkîn Elvan e. Bêcezahiştin li Tirkiyeyê edaletê diqedîne. Çi bi Roboskî hat? Têkoşîna li dijî bêcezahiştinê di heman demê de dikare edaletê bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar