Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Konferansa ÎHD’ê de daxwaza kurdî derket pêş

ÎHD'ê li Amedê bi tevlibûneke girseyî ya ji gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê li Amedê  "Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd" ku 2 rojan berdewam kir li dar xist.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amede “Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd” li dar xist. Li gel Hevserokên Giştî yên İHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban û xebatkarên ÎHD’ê, gelek nûnerên saziyên sivîl ku ên jinan jî di nav de hebûn li dar xist. Gelek siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan wekî axaftvan tevli konferansê bûn. Herwiha girseyeke mezin ku rojnamevan û kesên bi nasnameyên pişeyî yên cuda jî di nav wan de hebûn konfrans bi baldarî şopandin.

Çavdêriyên Munevver Karademîr di Jinnewsê de hatiye weşandin wiha ye:

“Yek ji şopînerên konferansê jî ez bûm ku li ser navê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) tevli dibûm. Konferans li salona otelekê hat lidarxistin. Dem ku çûm ber otelê di serî de girseya ku dê konferans bişopanda bala min kişand. Gelek kes li ber deriyê otelê kom bibûn hin kes ji li hunir rawestiyabûn. Kelecana her kesî ji rûyê wan xuya dibû. Yên hev nas dikirin pirsa hev dikirin û yên nas nedikirin jî li rûyên hev dinêrtin û dibişirîn. Ez jî wekî her kesî bi kelecan bû. Ji ber ku cara yekê min dê konferanseke wiha berfireh bişopanda. Herkes bi hêviyeke mezin li bendê bû. Ji ber ku piştî demeke dirêj cara yekê konferanseke wiha berfireh dê bihata lidarxistin û mijar jî meseleya kurd bû ku her kes eleqedar dikir.

Dema ku ketim hundirê otelê kesên ku zûtir hatibûn hinekan kartên xwe yên tevlibûnê digirtin, îmze diavêtin, hinekan jî çay û qehwe ji xwe re digirtin û li ser piyan bi hev re sohbet dikirin, hinek jî hîna di rê de bûn dihatin. Min jî piştî karta xwe girt û îmzeya xwe avêt ji xwe re qehweyek girt û li gel çend hevalên ku min ew nasdikirin li benda destpêkirina konferansê mam. Piştî demeke kurt banga konferans dest pê dike hat kirin. Dema ku em derbasî hundir bûn mezinbûna salonê bala min kişand. Lê li gel ku em zû jî derbasî salonê bûn hema çibigire hemû kursî û mase hatibûn girtin. Ji ber ku em çend kes bûn û tenê li nêzî derî çend kursî vala mabûn em jî li wan rûniştin. Li serî maseya mezin ji bo axaftvanên konferansê hatibû veqetandin li pişt wê jî li ser ekranekê bi tîpên mezin “Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd” hatibû nivîsandin. Li dîwarên slonê dowîzên ÎHD li ser nivîsandî hatibûn daliqandin. Li ser maseyên me jî ji bo notgırtinê lênûs û pênûs hatibûn danîn û bernameya konferansê ya nivîskî jî li ber danîbûn. Herwiha pirtûka tê de mafên mirovan lê nivîsandî jî ji bo me diyarî hatibû danîn.

Konferansê bi danesîna bernameyê ku ji aliyê  Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyin Kuçukbalaban û Serokê ÎHD’ê yê Amedê Ercan Yilmaz ve hat kirin dest pê kir. Ercan Yilmaz derbarê bernameya konferansê de agahî da, bal kişand ser Komkujiya Helebceyê û got,” Divê me bi rêzgirtina ji bo kesên li Helepçeyê di komkujiyê de hatin qetilkirin dest pê bikira lê ji ber ku wê saet di 11’an de li her derê bîranîn di heman saetê de dest pê bike em ê jî li benda wê saetê bimînin.”

Piştre Huseyîn Kuçukbalaban  axivî, bal kişand ser meseleya kurd û rewşa Tirkiyeyê û got,” Tirkiye welatekî ku pirsgirêkeke bingehîn a weke meseleya kurd bi rêya diyalog û muzakereyê nikare çareser bike ye û ji ber vê jî  welat û derveyî welat şer û pevçûn berdewam dikin û dibe sedema ku bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin û qirkirina ekolojîk. Ji ber vê divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e bê vekirin.”

Piştî axaftina vekirinê nameya siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ve hat xwendin. Name bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Rûniştina ewil bi sernavê “Tecrûbeyên Çareseriya Pevçûn û Pêvajoyên Aştiyê yên li Cîhanê” pêk hat. Di rûniştina ku bi moderatoriya Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç  pêk hat, Serokê Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistînê yên li Ewropayê George Rashmawî axivî. George bal kışand ser têkoşîna gelê Filistînê, banga piştevaniyê kir û got ku ew ê bi ser kevin.

Piştre peyama Leyla Zana a ku wê tevli Konferansê bibûna hat xwendin. Leyla diyar kir ku ew ji ber rojeva tijî nikare tevi konferansê bibe û got,”Bi hêviya ku em li Newroza Amedê hev bibînin.”

Peyama Leyla hinekî li salonê bû sedema sarbûnê lê vê sarbûnê zêde dewam nekir.

Ji ber ku di serî de li ser meseleya filistîniyan axaftin hat kirin û li ser şîrove hatin kirin, ji minre wekî ku li ser rewşa filistîniyan ev konferans tê lidarxistin hat. Bi nêrîna min ger ku di serî de ev mijar nehatiba destgirtin dê baştir bûya.

Piştî bîranînê, ji bazkê siyasî Sinn Fein yê IRA’yê Francîe Mollo bi rêya telekonferansê tevli rûniştên bû, di bin sernavê “Di çareseriya pevçûna de cerebeyên Îralandayê” axaftina xwe kir.

Piştre ji bo Helepçeyê merasîma bîranînê hat lidarxistin

Beşa yekemîn bi pirs û bersvan bi dawî bû. Ji pirsên hatin kirin yek jê jî pirsa “Yaser Arafat çima ji ber Komkujiya Helebceyê Sedam Husên piroz kir?” Ji George hat kirin bû Georgiyeyê filistînî jî got ku ew fikra Yaser Arafat e û ew weke gelê Filistînê tevli nabin.

Bi a min divê ku George li ser navê Yaser Arafat ji kurdan lêborîn bixwesta.

Piştre konferansê bi beşa duyem dewam kir. Rûniştina duyemîn bi sernavê “Aştiya Rojhilata Navîn û Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” dewam kir. Di rûniştina duyemîn de pêşî ji Zanîngeha Hewlerê Doç. Dr. Arzu Yilmaz bi mijara “Mîmariya Ewlekariya Nû û Aştî” axaftinek kir. Arzûyê bal kişand ser guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û di encama hevsengiyan de bandora aktorên siyasî.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çandar jî axivî û bahsa “Rewşa Nû ya Rojhilata Navîn, helwesta Tirkiyeyê, Perspektîfên Çareseriya Pirsgirêka Kurd” kir.

Balkêş bû ku Cengîz di axaftina xwe de got ku pêvajoya çareseriyê tunebû Mutabakata Dolmabahçeyê nehat kirin. Cengîz di vê mijarê de mînakek ji ji helbesteke tirkî da û got,” Helbestkar dibêje ‘Min gelek jin dîtn ku tunebûn’ min jî pêvajo û mutabakata nehatibû kirin dît.” Cengîz di berdewamiyê de jî got ku ew sal 2015 bû, lê ew niha di sala 2024’an de ne û ger ku pêvajoya aştiyê bê destpêkirin divê vê car bi rengekî din be. Cengîz anî ziman ku aştî girîng e û divê pêk bê û ev daxwaza her kesî ye.

Vê axaftinina Cengîz serê min tevlihev kir û bawerim yê gelek kesên din jî tevihev kir.

Piştre Cemaletîn Can axivî. Cemaletîn got ku ew yek ji mirovên aqilmend ku di nav  Koma Aqilmendan de ji bo pêvajoya aştiyê cih girtiyê û pêvajoya aştiyê wê demê hatibû destpêkirin.

Rojnamevan Alî Bayramoglû jî axivî û got, “Kurdan dest bi avakirina qadên ku bi lez û bez mafên xwe bi dest bixin kirine. Li Ewropayê kurd di nava çalakiyan de ne û wê mafên xwe bi dest bixin.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn rexneyek li axaftvanan girt û got, “Herkes bahsa divê kurd çawa tevbigerin dike. Çima kes nabêje bila dagirker axa Kurdistanê biterikînin?

Ev jî reneyeke di cih de bû.

Konferans di roja yekem de bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Roja duyem a konferansê li gorî roja ewil nîv saetê dereng dest pê kir. Di rûniştina ewil de li ser rol û mîsyona saziyên sivîl nirxandin hatin kirin û hat diyarkirin ku saziyên sivîl di gelek mijaran de lawaz dimînin divê xwe nû bikin û erka ku dikeve ser milên wan bi cih bînin.

Piştî pirs û bersivên derbarê mijarê de navberek kurt hat dayîn.

Piştî navberê rûniştina duyemîn bi mijara “Di pêvjoya aştiyê de rol û mîsyona jinan” dest pê kir. Di vê beşê de jî Fatma Bostan Unsal û ji Akademiya Jinê jî Fîgen Aras axivîn.

Fatma ku bahsa pêajoyên li İrlandayê kir, bal kişand ser Partiya Koalîsyona Jinan û girîngiya wê ya di pêvajoya aştiyê de.

Figen jî got, “Tevgera jinên Kurd jinê weke avakirina civakê pênase dike. Di civakên din de jin weke zayenda li hemberî mêran tê binavkirin. “Dibêjin ‘ piştî çareserî pêk bê bila jin doza mafên xwe bike, lê ne wisa ye, bi jinên azad aştî pêkan e û em jî vê dikin. Jin peymana civakî dxwazin.”

Beşa duyem a konferansê bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Piştî beşa duyem û navberê siyasetmedarên divê tevli konferansê bibûna ji ber kar û xebatan tevlî nebûn û konferans bi formekê hat berdewamkirin. Di vê beşê de jî li ser aştiyê û girîngiya yekitiya neteweyî axaftin hatin kirin. Piştre jî Serokê Tevgera Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî. Şerefxan bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî. Gelek kesên din jî ku pêwistiya zimanê Kurdî bi bîr xistini, pêşniyara bila hemû civîn û konferansên li Kurdistanê tên kirin bi Kurdî bin kirin.

Li ser rexeneyên ku ji bo kurdî ji aliyê şopînerên konferansê hatin kirin. ÎHD’ê di axaftina bi dawîkira konferansê de eşkere kir ku ew ê ji îro û şûnde hewl bidin civînên xwe li Kurdistanê bi kurdî bikin û axaftina qedandina konferansê bi kurdî hat kirin.

Piştî ku li ser daxwaza ÎHD’ê wêneyê komî hat kişandin konferans bi dawî bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar