PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Konferansa jinan a Amedê didome

Konferansa Jinan a Bajarê Amedê bi dirûşma ‘Em xwe bi hêvî û wêrekî birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ li Amedê dest pê kir. Tê payîn ku konferans dê du rojan berdewam bike

Konferansa Jinan a Bajar a Amedê ku Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Amedê bi dirûşma ‘Em xwe bi hêvî û wêrekî bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ organîze kir, dest pê kir. Konferans bi mijara ‘Em di têkoşînê de bi biryar û di azadiyê de jî bi israr in’ li Eywana Konferansê ya Wedat Aydin tê lidarxistin. Konferans dê du rojan bidome.

Di konferansê de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Lijneya Birêveberina Navendî û Meclisa Partiyê yên HDP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn.

Konferans ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêka konferansê de Lijneya Dîwanê hate diyarkirin. Ji bo Lijneya Dîwanê hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Rabîa Tekas û aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler hatin hilbijartin.

Axaftina vekirina konferansê ji hêla Uyanik ve hate kirin. Uyanik di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên jin ên kurd ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn û silav ji jinên girtî yên siyasî re şand. Uyanik diyar kir ku bi hêza ku ji rêhevalên xwe digirin dê têkoşîna xwe didomînin.

Piştî axaftina vekirinê, konferans, ji çapameniyê re vekirî didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar