Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Konferansa Jineolojiyê wê ji hemû jinan re bibe rêya çareseriyê

Jinên ciwan ên beşdarî 1’emîn konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Mexmûrê bûn gotin, “Em ê wek jin li dijî hemû êrîşan bibin bersivek xurt. Em di vê baweriyê de ku konferansa ji bo tevahî jinan bibe rêya çareseriyê.”

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya nêzî du mehan bi beşdariya jin û jinên ciwan ên wargehê der barê 5 mijaran de atolyeyan pêkanî û piştî atolyeyan di 23-24’ê tebaxê de bi dirûşmeya ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê em ê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ 1’emîn Konferansa xwe li dar xist. Beşdarên 1’emîn Konferansa Jinelojî ya Mexmûrê der barê konferansê axivîn.

Yek jî beşdarên konferansê Xurbet Îşlek, di destpêka axaftina xwe de 1’emîn Konferansa Jineolojî ya Mexmûrê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: “Li Wargeha Mexmûrê yekem care konferansa Jineolojiyê tê li dar xistin. Konferansa me du rojan berdewam kir. Nêzî du mehan ji aliyê jin û jinên ciwan ên mexmûrê ve xebata atolyeyan hate meşandin. Di atolyeyan de 5 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Li ser mijarên weke bandorên penaberî yên li ser jinan, ekolojî, zayendperestî, şerê taybet, çanda kurdewarî, pirsgirekên gel nîqaşên xurt hatin meşandin. Piştî atolyeyan, 1’emîn konferansa Jineolojî hate li dar xistin û di vê konferansê de encamên nîqaşan hatin pêşkeşkirin û nirxandin.”

Xurbet Îşlek, diyar kir ku ew ê wek jin li dijî hemû êrîşên bibin bersivek xurt û got: “Di konferansê de pirsgirêkên me yên jinan jî hatin nîqaşkirin û rêyên çareserî hatin peydakirin. Em hevî dikin ku nîqaşên hatin meşandin di demek kurt de bigihîjin encamê. Yekana armanca me ew e ku li dijî êrîş û pirsgirekên jinan bibin alternatîf û rêya çareseriyê. Ger em wek jin pirsgirêkên xwe çareser nekin, wê ev êrîşên li dijî me berdewam bikin. Em ê wek jin li dijî hemû êrîşan bibin bersivek xurt. Em di vê baweriyê de ku konferansa ji bo tevahî jinan bibe rêya çareseriyê.”

Yek ji endamên Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Yildiz Bulut jî, 1’emîn konferansa Jineolojî ya jinên Mexmûrê pîroz kir û wiha axivî: “Em hevîdarin ku konferansa me ji bo pêşerojê bibe minakek girîng. Konferansa me beriya niha bi awayekî atolye di nava saziyan de destpêkir û encamên xurt hatin bi dest xistin. Di atolyeyan de pirsgirêkên rojane yên gel, bandora penaberî, girîngiya perwerde, zayendperestî, stûnên demokratîkbûyina malbatê û gelek mijarên din hatin nirxandin. Em di vê baweriyê de ku encamek baş bê girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar