Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Konferansa Lozanê: Biryarên konferansê wê pêvajoyê diyar bike

Beşdarên konferansa li dijî Peymana Lozanê diyar kirin ku peymana Lozanê belgeya qirkirina kurdan e û gotin: "Ev konferans jî nîşaneya redkirina Peymana Lozanê ye. Nirxandinên beşdarên konferansê dîrokî ne. Em bi îdîa ne ku nîqaşên li vê derê veguherînin biryarekê."

Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe û komkujî û qirkirin li ser kurdan û gelên herêmê ferz kir, di sala sedemîn de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê şermezarkirin. di vê çarçoveyê de li Salona Kongreyê ya Lozan Beauliu (Salle de Congres de Beauliue) bi beşdariya 600 delegeyî yên ji çar aliyên kurdistanê konferansek ji bo du rojan tê lidarxistin.

Ji beşdarên konferansê, ji YNK’ê Blesa Zahar Forman, endamê Komîteya Dîplomasiyê ya KNK’ê Fîkret Îgrek, siyasetmedarê kurd Mûsa Farisogûllari, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer li ser wate û girîngiya konferansê axivîn.

Forman: Em ê têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê bidomînin

Blesa Jahar Forman diyar kir ku weke YNK ew ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin û bi vê armancê tevlî konferansê bûne. Blesa Jahar Forman destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê dewam bikin.

Îgrek: Divê stratejiyeke siyasî bê avakirin

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya KNK’ê Fîkret Îgrek anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê dixwaze di sedsala duyemîn a Lozanê de destketiyên kurdan hemûyan tune bike û got: “Dewleta tirk dixwaze sînorê Mîsakî Mîlî berfireh bike, li Rojava, Başûr destketiyan tune bike. Peymana 2020’î ya li ser Şengalê, dagirkirina Serêkaniyê û Efrînê ji bo vê armancê hatin kirin. Her wiha êrîşên li Bakur, tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya armancên Lozaneke duyemîn a dewleta tirk de têne kirin.”

Îgrek destnîşan kir ku armanca konferansa li Lozanê tê lidarxfistin jî diyarkirina stratejiyeke hevpar a lid ijî dewleta tirk a mêtinger e û got: “Gelê Kurdistanê bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe destketiyên girîng bi dest xist. Ji niha û pê ve jî wê bi berxwedanê li ber her cûre êrîşan rabe. Li gel vê yekê divê stratejiyeke siyasî bê avakirin.”

Farisogûllari: Peymana Lozanê belgeya tunekirina kurdan e

Siyasetmedarê Kurd Mûsa Farisogûllari Peymana Lozanê weke belgeya tunekirina kurdan pênase kir û got: “Ev konferans jî nîşaneya redkirina Peymana Lozanê ye. Nirxandinên beşdarên konferansê dîrokî ne. Em bi îdîa ne ku nîqaşên li vê derê veguherînin biryarekê.”

Farisogûllari got: “Gelê kurd wê êdî bi hêza xwe, Lozanê qebûl neke. Di vê çarçoveyê de em vê Lozanê li bajarê Lozanê red dikin.”

Farisogûllari destnîşan kir ku divê sedsala nû bikin sedsala azadiya gelê kurd û got: “Lewma ev konferans bi roleke dîrokî radibe.

Ozturk: Bi Lozanê re qirkirina çandî û fîzîkî ya kurdan hate destpêkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku biryarên di Peymana Lozanê de hatin dayin ji bo mirovahiyê rûreşî ye û got: “Armanca bingehîn a konferansê têkbirina Peymana Lozanê ye. Li dijî Lozanê, li dijî aliyên ku mohra xwe danîne binê Peymana Lozanê divê em têkoşînek xurt bimeşînin. Bi Lozanê re qirkirina çandî û fîzîkî ya kurdan hate destpêkirin. Ev qirkirin îro hîn jî dewam dike.” Berdan Ozturk diyar kir ku konferans dîrokî ye û wê pêvajoya ji niha û pê ve diyar bike.

Hevserokê KCD’ê ragihand ku êrîşên heyî jî li ser çar parçeyên Kurdistanê ye û destnîşan kir ku wê bi gelê xwe yê li tevahiya Kurdistanê bersivê bidin sedsala nû.

Omer: Kurd êdî urdên 100 sal berê nînin

Abdulkerîm Omer jî bal kişand ser encamên giran ên 100 salan ên Peymana Lozanê û bi bîr xist ku li ge encamên giran jî gelê kurd destketî bi dest xist. Omer got: “Dewleta tirk bi Lozaneke duyemîn re dixwaze van destketiyan tune bike. Lewma jî bi her awayî êrîşan dike. Lê belê 100 sal derbas bûn, nekarîn tune bike. Kurd wê tu carî tune nebin. Kurd êdî kurdên 100 sal beriya niha nînin, kurd xwedî hêz û gelek dostan e. Biryarên di vê konferansê de bêne dayin wê xizmetê ji yekîtiya Kurdistanê û paşeroja Kurdistanê re bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar