Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Konferansa ‘Perwerdeya xweser bike û xwe bi rêxistin bike’ didome

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê konferansa 4’emîn a ji rêze konferansên ‘Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst’ bi sernavê ‘Perwerdeya xweser bike û xwe bi rêxistin bike’ di roja duyemîn de dewam dike.

Konferans di çarçoveya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşma “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst” bi sernavên “Em cîhana xwe şûn de dixwazin”, “Li ber xwe bide, bi dest bixe û jinûve ava bike”, “Perwerdeya xweser bike û xwe bi rêxistin bike” di roja duyemîn de li bajarê Hambûrg ê Almanyayê dewam dike.

Nûnerên Saziyên Kurdan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Parlamenterê berê yê HDP’ê Hatîp Dîcle, mirovên ji saziyên fikrî, nivîskar û ramangerên ji welatên cuda, nûnerên gelek saziyên alman tevlî konferansê bûn.

Li pêşiya salona konferansê pankarta bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên enternasyonalîst ên tevlî konferansên berê bûn û li nava refên YPG’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn, hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên şervan û kadroyên pêşeng ên li nava refên PKK, YPG û YPJ’ê şehîd bûn li pêşiya salonê hatin daliqandin. Roja duyemîn a konferansê bi hunera koma Gael Feîrste Belfast a Îrlandî destpê kir.

Piştre koma govendê derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Di dema vê pêşkêşiyê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz bû.

Çapemeniya navneteweyî jî konferansê bi baldarî dişopîne. Konferans wê bi pêşkeşiya li ser mijarên ‘Eko Sîstem’ û ‘Têkoşîna li dijî qirkirina civakî’ dewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar